Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di roja 4′emîn  de ciwanên Til Temirê û Hesekê beşdarî çalakiyê bûn

Dîmen

DIRBÊSIYÊ – Çalakiya ciwanên Dirbêsiyê ya ji bo azadiya Ocalan di roja 4′emîn de bi beşdariya ciwanên Til Temir û Hesekê didome.  MIHEMED NEBI KUTE

YCR′ê li navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê di çarçoveya kampanya ″Serî Hilde″ de, 9′ê Kanûnê dest mitîngek li dar xistin. Mitîng bi beşdariya Endamên YCR û Yekîtiya Jina Ciwan ji tevahî bajarên Kantona Hesekê pêk hat.

Çalakî di roja 4′emîn de bi beşdariya ciwanên herêma Til Temirê û ciwanên PYD′ê yên Hesekê, her wiha nûnerên saziyên sivîl û leşkerî didome.

Çalakî bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endamê Meclîsa PYD′ê Mihemed Nebî Kûtê axivî, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got ku gelê Kurd li ser esasê felsefeya Rêbertiyê têdikoşin.

Kûtê di berdewama axaftina xwe de bang li tevahî ciwanan kir ku beşdarî çalakiyên ji bo diyarkirina rewşa Ocalan bibin û bi berpirsyariya xwe rabin. Her wiha diyar kir ku bêdengiya navneteweyî li hember tecrîda li ser Ocalan, hemû zagonên navneteweyî binpê dike.

Piştre sînevizyonek li ser jiyana Ocalan hat pêşandan û çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Tê payîn ku dê sibe ciwanên Holê, Şedadê û Serêkaniyê beşdarî çalakiyê bibin.

(mm)

ANHA

DIRBESIYE-CALAKIYA-SERI-HILDE-DI-ROJA-4AN-DE3 DIRBESIYE-CALAKIYA-SERI-HILDE-DI-ROJA-4AN-DE4 DIRBESIYE-CALAKIYA-SERI-HILDE-DI-ROJA-4AN-DE2