Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di roja 4′emîn de şanoya ″Tofan″ hat pêşandan

EFRÎN – Di roja 4′yemîn a mihrîcana ″Mîtan″ ya şanogerî de şanoya bi navê ″Tofan″ hat pêşandan. EFRIN-BERDEWAMIYA-FESTIVALE1 (5)

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê berê xwe dan Navenda Çand û Hunerê ya Çiyayê Kurmênc û li şanoya 4′emîn a bi navê ″Tofan″ temaşe kirin.

Şanoya Tofan ji aliyê 11 lîstikvanan ve hat pêşkêşkirin û derhêner wê Hîwa Betal û Mihyedîn Erslan bûn.

Di şanoyê de bal hat kişandin ser bikaranîna jinê di civakê de, desteserkirina mal û milkên welatiyan û veşatina rastiyan di sîstemên kampîtalîst de.

Piştî ku şano bi dawî bû, nêrînên gel derbarê şanoyê de hatin guhdarkirin.

Tê payîn ku dê sibe jî şanoya bi navê Şeva xelatkirinê″ were pêşandan.

(mm)

ANHA