Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê: Gundê Kubar hat rizgarkirin

LEZGÎN

REQQA- Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê duh girê Stratejîk ê Menxerê rojava ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiribûn îro jî gundê Kubar rizgar kirin.

Li ser pêngava siyemîn a hedefa wê ew bû ku di vê pêngavê de riya di navbera bajarê Reqqayê û Dêrezorê de rizgar bike, bi girtina her du girên stratejîk ên li derdora bajarê Reqqa re çeteyên DAIŞ`ê têxe çemberê de, 5 roj derbas bûn û pêngav biserkeftî didome.

Nûçegîhanên ANHA`yê ku pêngava siyemîn a Hemleya Xezeba Firatê dişopînin raghandin ku li gundê Kubar ê dikeve 65 km dikeve başûrê rojhilatê bajarê Reqqayê di navbera şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ`ê şer derketiye. Şer bi saetan dirêj kiriye û di encamê de şervanan gundê Kubar ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine.

 (ekib)

ANHA