Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di roja dawî de, soza mezinkirina têkoşînê dan

Dîmen

HESEKÊ – Çalakiya konê Piştgiriya bi hemleya “Serî Hilde” re ku 6 rojan bê navber dewam kir bi sozdayîna mezinkirina têkoşînê bi dawî bû.DIRBISIYE-CALAKIYA-SERI-HILDE-BI-DAWI-BU

Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya “Serî Hilde” ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 9‘ê Kanûnê li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê konê piştgirê bi hemleyê re veda. Çalakiyên kon 6 rojan bê navber dewam kir.

Di çalakiya roja dawî de ku bi beşdarbûna bi dehan ciwanên kantona Hesekê pêk hat, axaftin hatin kirin, senevizyon hate pêşkêşkirin, her wiha semîner hatin dayîn.

Çalakiya roja dawî bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Serhildan Viyan çalakiyên ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û wiha got “Ciwanên Rojava li her devrê li dijî tecrîdê radibin û ji dijmin re dibêjin ku Rêbertî ne bi tenê ye, ev yek bersiva herî guncaw ya lîstokên dewlat Tirk e.”

Viyan Serhildan anî ziman ew ê çalakiyên xwe ji bo azadiya Ocalan berewam bikin.

Piştî axaftina Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Viyan Serhildan semînereke derbarê têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayîn.DIRBISIYE-CALAKIYA-SERI-HILDE-BI-DAWI-BU7

Di çalakiyê îro de jî senevizyon li ser hemleya “Serî Hilde” û perspektîvên Ocalan ên derbarê ciwana de hate pêşkêşkirin.

Çalakiya konê piştigriyê bi dirûşmeyê ” Serî Hilde..Serî Hilde” û soza bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA

DIRBISIYE-CALAKIYA-SERI-HILDE-BI-DAWI-BU4 DIRBISIYE-CALAKIYA-SERI-HILDE-BI-DAWI-BU2 DIRBISIYE-CALAKIYA-SERI-HILDE-BI-DAWI-BU8