Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di roja dawî ya pêşengehê de şevbuhêrkeke stranên gelerî

KOBANÊ – Di roja dawî ya pêşengeha şêwekar Hisên Elî ku li Kobanê hatibû vekirin de, şevbuhêrkeke stranên gelerî hate lidarxistin.

Pêşengeha wênesaz Hisên Elî ya bi 90 tabloyên ku li ser text hatibûn xêzkirin piştî li Rimêlan, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişl herî dawî li kantona Kobanê li navenda Çand û Huner a Baqî Xidor hate vekirin. Ji van tabloyan 68 (Bi qasî temenê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan) li ser Ocalan hatibûn çêkirin.

Ji bo bidawîkirina pêşengehê şevbuhêrkeke stranên gelerî hate organîzekirin. Welatiyên kantona Kobanê, nûnerên Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl ên herêma Sirîn, endamên saziyên sivîl ên bajarê Kobanê û endamên TEV-DEM`ê, beşdarî şevbuhêrikê bûn.

Endamê rêvebriya TEV-DEM`ê yê kantona Kobanê Malik Mîtan axivî û destana Derwêşê Evdî vegot, li ser kevneşopiya kurdan axivî. Mîtan ji bo parastina kevneşopiyê bang kir û got ” Kevneşopî giyan û nasnameya  gelan e.”

Di dawiyê de, koma navenda Baqî Xido ya girêdayî Çand û Hunerê, straneke gelerî pêşkêş kirin.

 (hş)

ANHA