Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di rojnameyên ereban komkujiya Helebê û kirîza Rojhilata Navîn

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişandin ser komkujiya ku li Helebê pêk hat û di encamê de bi dehan welatî hatin kuştin. Rojnameyan her wiha destnîşan kirin ku baweriya Erdogan bi çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyê nayê. 

Nakokiyên navdewletî û herêmî li ser Sûriyê

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên vê sibê de bal kişandin ser geşedanên dawî yên li Sûriyê. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê “Piştî çend rojan wê oposyona Sûriyê li Riyadê bicive” avêt. ٌٌٌٌRojnameyê  di nivîsa xwe de got ku Erebistana Siûdiyê ragîhand ku di nava 22 û 24’ê mijdarê de wê pêşwaziya civîna opozisyona Sûriyê bike.

Heman Rojnameyê her wiha derabrê rewşa Sûriyê de sernavekî din jî avêt û got: “Îran radigîhîne ku ew ê piştî DAIŞ  li Sûriyê bimîne”. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Wezareta Derve ya Îranê ragîhand ku hebûna wê ya leşkerî di Sûriyê de “rewaye” û destnîşan kir ku ew ê heta piştî DAIŞ’ê jî bi rengekî din li Sûriyê bimîne.

Baweriya Erdogan bi çareseriya siyasî ya li Sûriyê nayê

Rojnameya El-Şereq El-Ewset derbarê daxuyanioyên Serokomarê Tirkiyê Erdogan ku Artêşa wî beşek ji xaka Bakurê Sûriyê dagirkiriye got ku baweriya Erdogan bi çareserkiriya siyasî ya li Sûriyê nayê û baweriya wî de tenê rêbazên leşkerî hene. Rojanemyê derbarê vê mijarê de sernavê “Erdogan ji Rûsiya û Amarîka dixwaze ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne” rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Erdogan daxuyaniyek ku alî derbarê wê de matmayî man û got ku divê Rûsiya û Amarîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û wiha got: “Duh beriya Erdogan biçe Rûsiya, li Stenbolê daxuyanî da û daxuyaniyek da her kes matmayî ma. Erdogan ji Rûsiya û Amarîka xwest ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û got heger rastî çareserî siyasî û li ser masê be bela Rûsiya û Amarîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.”

Balafirên Rûsiya komkujî pêk anîn

Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê bombebarna li ser bajarê Eetarib a Helebê de sernavê “Di encama bombebarana balafirên Rûsiya ya li dijî sûkeke gelekî 45 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn” Balafirên Rûsiya sûkeke gelrî ya li bajarê Etarib a rojava bakurê Helebê bombebaran kir û wiha dom kir: “Di encamê de zêdeyî 45 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Gelek eks di bin bermahiyan de man.”

Çemberkirina sivîlan sûcên şer e

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê dorpêçkirina sivîlan a li Sûriyê sernavê “Rêxistina Efûya Navdewletî: Çemberkirina sivîlan ji aliyê rêjîma Sûriyê sûcê sere” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çemberkirina sivîlan da ku malên xwe terik bikin ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve pêk hat li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye û dikeve sûcên şer de.

 

QSD‘ê qada Tenek a neftê rizgar kir

Rojnameya El-Heyat bal kişand ser destkeftiyên hêzên QSD’ê ya li gundên Dêrazorê û derbarê mijarê de sernavê “QSD’ê qada Tenek a neftê bidest xist” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên QSD’ê di encama şerekî dijwar a bi çeteyên DAIŞ’ê re ku li rojhilatê Dêrazorê rû dide qada petrolê ya Tenek ji çeteyan rizgarkirin.

Rewşa Lubanê

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Lubanê de sernavê “Firansa careke din dibêje ku ew destwerdana Îran a di Lubnanê de qebûl nakin” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Wezareta Derve ya Firansa duh careke din helwesta xwe nû kir û got ku ne destwerdana Îran di rewşa Sûriyê de şertê pêkanîna aramiya li herêmê ye.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê daxuyaniyên Serokê Hikûmeta Lubanê Seed Herîrê de sernavê “Daxuyaniyên Herîrî rehetî di nava Lubaniyan de çêkir” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku axaftinên Herîrî yên li ser televiysonê hate weşandin rehetî di nava Lubnaniyan de çêkirز

Nakokiyên di navbera hikûmeta Îraq û herêma Başûr de

Rojnameya El-Heyat derbarê nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de sernavê ” Kurd ji Bexdayê dixwazin ku mîzanî were sererastkirin” Rojnameyê derbarê mijarê de got ku Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Bexda bangên Helêrê yên ji bo danûstendinên red dike û careke din ji Hikûmeta Bexdayê xwest ku li gorî destûrê danûstendin pêk werin.

Barzanî nêzîk diçe Tirkiyê

Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê nakokiyên di navbera Başûr û Bexdayê de sernavê “Hewlêr Bexdayê bi astengiya danûstendinan tewanbara dike, Bexda bersiva nerînên kurdan ên derbarê mîzaniya 2018’an nade” Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Nêçîrvan Barzanî wê di demeke nêzîk de serdana Tirkiyê bike û wiha dom kir “Nêçîrvan Barzanî derbarê têbîniyên wan ên derbarê para Herêma Kurdistanê ya ji mîzaniya 2018’an di ber çavan re derbas bikin.”

Hejmara qurbaniyên erdheja li Kurdistanê giran bûye

Heman rojnameyiê derbarê mijarê de sernavê “Erdheja Îraq-Îranê: BI sedan kuştî û metirsîn di nava welatiyan de hîn heye” avêt. Rojnameyê di nivîsê de got ku Ajansa Nûçeyan a Îranê gotiye ku hejmara qurbaniyên erdhejê gihiştiye 407 kesan û 6 hezar û 700 kes birîndar bûn, ji ber vê yekê jî dibistan li parêzgeha Kirmanşah hatine girtin.

(dc)