Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di salekê de 8 rojnamavanên Rojava şehîd bûn

DOSYA

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN– Ji Nîsana 2016‘ an û heta niha 8 rojnameger ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê û Artêşa Tirk a dagirker ve hatin şehîd xistin. Her wiha 3 avahiyên Radyoyê bûn hedefa bombebarana dewleta Tirkiyê, li aliyekî din jî weşanên 3 kenalan hatin rawestandin û bi daxwaza Tirkiyê biryara rawestandina 3 kenalên din li ser Eutelsatê hat girtin.

3‘yê Gulanê, Roja Cîhanê ya Azadiya Çapemeniyê ye. Dîroka vê rojê vedigere 3‘yê Gulanê sala 1999‘an de. Di vê rojê de rojnamevanên Afrîqyayê beşdarî civîneke li paytexta Namîbya, Windhoek ji UNESCO ve hatin organîzekirin, bibûn. Civîn bi armanca pêkanîna azadiya çapemeniyê û rojnamevanan, peydarkirina atmosfêreke serbixwe û bi ewle pêk hat , li ser vê yekê ev civîna  “Ragihandina Windhoek a Dîrokî” wekî roja Cîhanê ya Azadiya Çapemeniyê hate îlankirin.

Rexmî vê yekê çapemenî rastî astengiyan ve tên. Gelek rojanamevanên heqîqetê hatin kuştin û gelek jî hatin girtin.

Ev roj hêjaye ku em behsa rewşa çapemeniya kurdî li Rojava û Bakurê Sûriyê bikin.

Tevgera çapemeniyê li Rojavayê Kurdistanê bi destpêka derketina çapemeniya kurdî dest pê kir, lê çapemenî nedikarî bibe dengê gel, tenê di çarçoveya ragihandina partiyetiyê de derket pêş û ew jî lewaza ma.

Pêşketina çapemeniya kurdî bi televizyona MED TV dest pê kir, tevî ku ji derve Kurdistanê dihat weşandin lê xwedî cihekî bi nav û deng di civaka Kurdistanê de dihat dîtin. Piştî wê televizyona ROJ TV derket. ROJ TV karîbû bibe dengê gelê kurd, ji bo eşkerekirina kiryarên rêjîma Baas a Sûriyê li hember gelê kurd û serhildana Qamişlo ya 12‘Adarê roleke mezin list.

Bi pêvajoya Şoreşa Sûriya ya 15‘ê Adara 2011‘an û Şoreşra Rojava re, pêwîstî bi pêşxistina çapemeniya kurdî hebû ku bibe dengê şoreşgê û ragihandina wê ji tevahî cîhanê re.

Lê gelek hêzên herêmê û navdeweletî ji bo pêkanîna berjewnediyên xwe di Sûriyê de, çapemeniya xwe xist dewrê da ku şoreşê li gorî xwe bidin tevgerkirin û nehêlin ku armancên wê bighêjin serî û her tim jî li dijî doza gelê kurd derdiketin.

Hêzên demokrasîxwaz û şoreger ên Rojava di serî de gelê kurd, rastiya van nîzkatiyan nas kir. li ser vê yekê û ji bo xurtkirina çapemeniyeke demokratîk ku vîna hemû pêkhateyan temsîl dike û daxwazên gelê ragihîne, her wiha komployên hêzên dijber eşkere bike ket tevgerê.

Piştî 6 salan ji şoreşê, çapemeniya kurdî ya Rojava karibî gavên mezin bavêje, gelek sazî û dezgehên çapemeniyê hatin vekirin û kadroyên pspor hatin avakirin.

8 Şopedarên heqîqetê bû hedef

Bi armanca ragihandina şoreşa Rojava û berxwedaniya ku li vir tê nîşandan, rojnamevan bûn hedefa hêzên dagirker. Di salekî de ango ji Nîsana 2016‘an heta niha ve 8 rojnameger bûn hedefa çeteyên DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker û şehîd bûn.

Nasnameya şehîdên ragihandinê ev e:

-Endamê Ragihandina YPG‘ê Aram Can (Mihemed Ebdulah) di 2‘ê Hizêrana 2016‘an di hemleya rizgarkirina bajarê Minbic ji DAIŞ‘ê li navçeya Ebû Qelqel şehîd bû.

-Nûçegihanê televizyona Ronahî TV û endamê Meclîsa Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava Mistefa Mihemed di 18‘ê Tîrmeha 2016‘an de dema hemleya rizgarkirina Minbicê dişopandin şehîd bû.

-Endamê Ragihandina YPG‘ê Selah Seydo (Ristem Çêlo) di 11‘ê Mijdara 2016‘an de di bombebaran artêşa Tirk a ser herêmên Şehbayê şehîd bû.

ŞİLAN BOTAN - RİM XIŞMAN

-Endama Çapemeniya YPJ‘ê Ronahî Umer (Eylûl Nûhilat) ew jî di 20‘ê Mijdara 2016‘an de dema êrîşên dewleta Tir a dagirker li ser herêmên Şehbayê dişopand, şehîd bû.

Xerîb Welat

-Xerîb Reşo (Xerîb Welat) yek ji damezrînerên çapemeniya YPG‘ê ye, di şopandina pêngava Xezeba Firatê ya li dijî DAIŞ‘ê di 21‘ê Nîsana 2017‘an de şehîd bû.

-Endamên Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê Heqî Celal Hisên (Heqî Bagok), Ehmed Hesen Hemo (Rêwan Kênco) û Rîm Xişman (Şîlan Botan) di 25‘ê Nîsana 2017‘an de di encmama bomebarana arêtşa Tirk a li dijî Çiyayê Qereçox şehîd bûn.

HEQİ BAGOK - HEQİ HISEN REWAN GENCO-EHMED HEMO

Di wê demê de 10 rojnamevan ku şoreşa Rojava dişopandin birîndar bûn.

3 avahiyên radyoyan hatin hilweşandin

Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku kiryarên xwe bide veşartin, yek ser berê xwe dide rojnamevanan û saziyên çapemeniyê. Li ser vê yekî 3 avahiyên radyoyan kir hedefa xwe.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker di şefeqa 25‘ê Nîsana 2017‘an de avahiya radyoya ROJAVA FM ku li çiyayê Qereçox ya Rojava weşandê dike û Radyoya ÇIRA FM a li ji Şengalê weşanê dike bomebebaran kirin. di encama bombebaranê de 3 rojnamevana şehîd bûn û avahiya herdu radyoyan hatin hilweşandin. Artêşa dagirker di 27‘ê meha derbasbûyî de avahiya radyoya Avîrn FM jî bomebebaran kir û avahî û teknîka di hundir de helweşiyan.

Weşanên 3 kenalên kurdî girtin6154adc0-a5e4-405f-9f37-a1e84bac0f04

Pêkanînên Artêşa Tirk a dagirker di vê çarçoveyê de sînordar nema. Şirketa Franîs ya Eutelsat li ser biryara Tirkiyê di 8‘ê Cotmeha 2016‘an de weşanaên televizyona Med Nûçe, Newroz TV û IMC her wiha  12 kenalên din ên  li ser Turksatê dihatin weşandin girt.

Di 30‘yê Nîsanê îsal de, Şirketa Eutelsat a Fransî û cardin bi daxwazin dewleta Tirk biryara rawestandina weşana Ronahî TV. Stêrk TV û NewsChannal girt.

Kesek dengê xwe nake

Li hember van hûmyan, saziyên têkildar parastina mafên rojnamevanan wekî Rêxisitna Rojnamevanên Sînor Nenas, Yekîtiya Rojnamevanên ya Navnetewî, Peymangeha Çapemeniya Navnetewî û hwd. bê deng maye.

(bb)

ANHA