Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di serdana Pempeo de nîşanên nebaweriya di navbera Emerîka û Tirkiyeyê de

nûçe analîz

ŞÊRWAN YÛSIF

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan gelek şev û roj li benda telefona serokê nû yê Emerîkayê Donald Trump derbas kirin heta ku ev ê dawî rahişte telefona xwe û li gel Erdoganî axivî.

Lê mijar ew e; gelo serokomarê Tirk ê ku ev demeke di nava daxuyaniyên xwe yên rojane de serdema Obama reş dike û mesajên xwe ji Trump re dişîne, dilê wî bi telefona ku ji Qesra Spî ve hatiye rihet bû lê na?!

Xuya ye mijara peywendiyên di navbera Emerîka û Tirkiyeya Ixwanî di Rojhilata Navîn bi giştî û di Sûriyayê bi taybet de, gelek asê û xirboqî ye. Li gorî çavdêran ev ne mijara hatina serokekî nû ji Emerîkayê re û reformên ku di siyaseta derve ya vê welatî de çêbike ye. Lê belê mijara siyaseta Emerîka û Tirkiyê li Rojhilata Navîn mijareke mişt e bi nakokiyan, çarenûsî û stratejî ye, bi taybet jî piştî ku AKP hate ser desthilatdariya Tirkiyeyê.

Hevalbendî!

Analîzer û çavdêrê siyasî Barzan Îso dibêje ku: “Ji 2003’an ve ango Şerê Iraqê ve û heta niha Emerîka di hundir Sûriyayê de li hevalbendekî digere. Belkî jî ji destpêka aloziya Sûriyayê û heta şerê Kobanê yê 2014’an Tirkiye derfeta yekane ya li pêş Emerîkayê bû, lê belê di şerê Kobanê de xapandina Tirkiye ji Emerîkayê re eşkere bû û derket holê ku Tirkiye altarnatîfa xwe bi rêya DAIŞ û El-Nusrayê derdixîne pêş”.

Şêwirmendê QSD: Helwesta Emerîkayê dê bi daxwazên Tirkiyê re ne ahengdar be

Şêwrimendê Fermandariya Hêzên Sûriyaya Demokratîk Nasir Hec Mensûr -ku niha hêzên wan di Pêngava sêyemîn a Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê de şer dikin-  li ser rûpela xwe ya Facebookê nêrînek da ku:  “tevî Tirkiye (ji bo Emerîkayê) xwedî girîngiyeke stratejîk e di şerê li dij terorê de, lê  belê rêveberiya Emerîkayê ya niha di şerê xwe  yê li dij DAIŞ û komên terorîst ên li Sûriyê de û piştgiriya ji komên tundrew ên çeteyên binkeftî re ku li dijî Kurdan dijminatiyeke rasterast dikin tu encam negirt. Bêguman kurd jî xwedî taybetmendiyên demokrat û sekulersît in û rêzdariya cihêrengî û hevkariyê dikin.. hemû dibin sedema wê yekê ku helwesta Emerîkayê dê ti carî bi daxwazên Tirkiyê re ne ahengdar be”.

Serdana Pempeo

Herî dawiyê serokê istixbarata Emerîkayê CIA yê nû Mike Pompeo yekem serdana xwe ya derve li Tirkiyêyê pêk anî.

Li gor agahiyên di rojevên ragihandinê yên li ser vê mijarê de derketine pêş ew e ku; serokomarê Tirk Erdogan û Pompeo li Kulliyeya Serokomariyê hevdîtin pêk anîne û di wê hevdîtinê de şêwirmendê MÎT’a Tirkî Hakan Fîdan jî amade bûbû.

Heman dezgehên ragihandinê gotin ku di hevdîtina Erdogan û Pompeo de, mijarên alîkariya Emerîka ji YPG’ê re, plana operasyona Reqqayê û radestikirina serokê FETO’yê Fethullah Gulen li ser maseya wan bû.

Îso: Peywendiya Emerîka li gel YPG’ê encama lêgerîna 11 salan e

Analîzer Barzan Îso ku lêkolînên xwe li ser istixbara Tirkiyeyê hene mijara devjêberdana Emerîka ji hevakariya li gel YPG’ê weke ihtîmaleke nepêkan dibîne ji ber ku: “Hemû komên çekdar ên ku ji aliyê istixbarata Emerîkayê ve hatin perwerdekirin ku qaşo Emerîka ew weke hêzên sekulerîst didîtin, ji aliyê istixbarata Tirkiyê ve hatin tesfiyekirin û li şûna wan komên tundrew ên îslamî derketin pêş”.

“Yek ji hêmanên sereke yên ku niha Emerîka li gel QSD û YPG’ê hevkar e û hevalbendên xwe yên esasî li  Sûriyê dibîne, şekstina hêviyên xwe yên bi Tirkiyê re ye. Trump peywendiyên xwe yên li gel QSD-YPG hema wisa ji rêzê li ser daxwaza Emerîkayê qut nake û wan naxe ser lîsteya terorê, ji ber ku peywendiya Emerîka li gel YPG’ê encama lêgerîna 11 salan li Rojhilata Navîn li hevkarekî ye”.

Hec Mensûr: Emerîka hewl dide di navbera Kurd û Tirkan de hevsengiyekê çêke

Şêwrimendê Fermandariya QSD’ê Nasir Hec Mensûr jî ev serdan girte dest ku: “Dê Tirkiye hemû derfetên xwe yên aborî, siyasî û terorane di vê hevdîtinê de li dij Kurdan bikar bîne.. dê hewl bide bandorê li serok Trump yê ku bi mentiqekî aborî nêz dibe, bike… her wiha dê Tirkiye hewil bide gefa belavkirina tirs û terorê bike eger ku di van hewildanên xwe de biser ket”.

Lê belê li gor pêşketinên dawiyê li Sûriyayê, nîqaşa li ser maseyê çi bû û çi encam ji vê serdanê derket, cihê girîngî û rawestandinekê ye.

Nasir Hec Mensûr armanca vê serdanê weke hewildaneke Emerîkayê “ji bo pêkanîna hevsengiyekê di nava Kurd û Tirkan de” dibîne.

Serokomarê Tirk Receb Tayib Erdogan hatina berpirsê CIA’yê ya Tirkiyeyê weke encama hewildanên xwe yên ji bo qanihkirina Trump binav kiribû,  lê belê Hec Mensûr dibîne ku hatina Pompeo “ji bo kêmkirina rêjeya şaştiyên Tirkiyeyê û sererastkirina kiriyarên wê ye”.

Di navbera Emerîka û Tirkiyê de nebawerî

Lê belê Tirkiyeya ku piştî bazara li ser Helebê heta radeyekê pişta xwe ji Emerîkayê re zîvirand û xwe weke endameke bloka Rûsî nîşand da û weke gefekê ji Emerîkayê re bikar anî; Îso balkêş dibîne ku serdemeke nebaweriya bi hevûdin di navbera Emerîka û Tirkiyeyê de heye û serdana Pompeo “yek ji wan nîşanan e ku nebaweriyeke kûr heye ku Emerîka dixwaze bi vê serdanê re diyar bike”.

Îso li ser wê yekê tekez kir ku “têkiliyên Rûsya-Tirkiye-Îranê dê bihêlin ku guhertinên balkêş di siyaseta Emerîka ya li hember Tirkiyeyê çêbibin û dê ev nakokiya Tirkî-Emrîkî kûrtir bibe. Hem Tirkiye nema baweriyê bi Emerîkayê tîne û hem jî Emerîka nema baweriyê bi Tirkiye tîne, ji ber ku CIA baş dizane ku Tirkiye destê xwe di avakirina DAIŞ  û Nusrayê de heye !”

(ne)

ANHA