Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Şoreşa Rojava civak bi rengê jinê xemilî’

NÛRHAN EBDÎ

KOBANÊ – Jinên bajaroka Sirînê dane zanîn ku dê hemû jinên herêmên rizgarkirî bi hev re roja 8’ê adarê pîroz bikin.

Jinên Ereb ên bajaroka Sirînê derbarê 8’ê adarê de nerînên xwe anîn ziman ku got ku di şoreşa Rojava civak bi rengê jinê xemilî, her wiha anîne ziman ku jin ji mafê xwe bêpar maye û rastî gelek zulm û zordariyê hat.CAZIYE

Caziya Kino anî ziman ku ji destpêka dîroka mirovahiyê ve, jinê xebatên çandiniyê dikir, lê ji mafê xwendinê bêpar ma û di bin zihniyeta baviksalarî de, gelek îşkence û zulm dît. Caziya wiha domand:  ̋Jin tenê di çarçoveya karê malê û xwedîkirina zarokan de dima. Lê niha jinê xwe pêş xist, mafê xwe nas kir û beşarî hemû qadên jiyanê û xebatên saziyan bû.̋

Caziya got ku niha jin gelek serkeftinan bidest dixe û di çeperên berxwedanê de cih digire. Caziya bang xwe pêş bixin û doza mafê xwe bikin.

Sîham Ibrahîm destnîşan kir ku  jinê di şoreşa Rojava de xwe îsbat kir û civak bi rengê xwe xemiland. Sîham wiha axivî:  ̋Bi saya fedekariya şervanên jin ên ku bi ruhê Arîn Mîrkan têdikoşin, civak hat guhertin û jinê azadiya xwe bidest xist.̋

Meha El-Mudehî jî diyar kir ku divê jinên Ereb ên Sirîn, Minbic û Girê Spî beşdarî çalakiyên 8’ê adarê bibin û vê rojê pîroz bikin.

(mm)

ANHA

KOM-JINEN-SIRINE ‫(1)‬ ‫‬ KOM-JINEN-SIRINE ‫(1)‬