Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Di şoreşa Rojava de rola jina kedkar pêşeng e‘

QAMIŞLO – Rêxistina Jin a Komîteya Kedkaran û Kongreya Star bi daxuyekê diyar kirin jinên kedkar roleke çalak di şoreşa Rojava de lîstin.QAM-DAXWIYANIYA-KONGIRA-SITAR ‫(260440577)‬ ‫‬

Bi nêzikbûna 1‘ê Gulanê Roja Cîhanê ya Kedkaran, Rêxistina Jin a Komîteya Kedkaran Rêxistina Kongreya Star  a Kantona Cizîrê daxyaniyeke hevbeş dan.

Daxuyanî li ber navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate xwendin. Endama Rêxistina Jin a Komîteya Kedkaran a Kantona Cizîrê Meryem Ibrahîm bi zimanê  erebî û Hevseroka Komîteya Kedkaran a bajarê Tirbespiyê Xewle Ebas bi zimanê kurdî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku vejandina jiyanê bi destên kedkarên berxwedêr ên li hember hemû cureyên desthilatdarî û koleteyê ku hemû bermahiyên dîrokî û mirovî kirine  hedefa xwe, pêk hat.QAM-DAXWIYANIYA-KONGIRA-SITAR ‫(1)‬

di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:”Beriya ragihandinê vê rojê wekê Roja Cîhanê ya Kedkaran, di sedsalên 19‘an de dewletên mezin mîna Amerîka, Keneda û Usturaliyayê karker ji bo kêmkirina saetên xebitandinê daketibûn qadan”.

Her wiha di daxuyaniyê de hate  gotin ku têkoşîna karkeran û serhildanên li hember kapîtalîzmê bi encam bû û roja 1‘ê Gulan wekî rojan Cîhanê ya Karkeran hate destnîşankirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandin ku şoreşa Rojava bi şoreşa jin tê naskirin, jinan isbat kir ku dikare di her qadan de pêşengiyê bike û di şoreşê de rola jina kedkar pêşeng bû.

(bb)

ANHA