Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di vê pêşengehê de hestên zindî bibîne

SILAVA ÎBREHÎM-DILYAR CEZÎRÎ

HESEKÊ– Pêşengeha wênesaz Hisên Elî bi 90 tabloyên ku li se text hatibûn xêzkirin, li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr hatin pêşandan. Ji van tabloyan 68 (Bi qasî temenê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan) li ser Ocalan hatibûn çêkirin. Pêşengeh rastî elaqeyeke mezin a welatiyan hat.HSK-PESENGEHA-HISEN-ELI (6)

Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr 90 tabloyên Wênesaz Hisên Elî yê ji gundê Til Zîwan a Tirbespiyê di pêşengehekê de, pêşkêş kir. Di nava tabloyan de 68 tablo wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan in. Tişta balkêş Wênesaz Hisên Elî bi qasa salên temenê Ocalan wêneyên wî pêşkêş kirin.

Derbarê vê yekê de Elî got ku armanca wî bi vê yekê ew e ku bi van tabloyan berxwedan û tekoşîna Ocalan a demdirêjî di pêşengehê de bîne ziman. tabloyên din jî li ser berxwedan û tekoşîna gelên bindest a li dijî dagirkeran û girêdana bi xakê ve bû.

Pêşengeh rastî elaqeyeke mezin a welatiyan hat

Pêşengeh ji saetên sibê ve hate vekirin. Bi dehan welatiyên bajar ji saetên sibê ve berê xwe didan pêşengehê û li nava wêneyên ku li ser textê hatibûn çêkirin digeriyan. Hate gotin ku dê pêşengeh îro heta saet 21:00’an jî vekirî bimîne.HSK-PESENGEHA-HISEN-ELI (4)

Gelek rewşenbîr, siyasetmedarên ji hemû pêkhateyên bajarê Hesekê serdana pêşengehê kirin. Tabloyên Hisên Elî rastî eleqeyeke mezin a welatiyan hat. Welatiyan derbarê tabloyan de ji Hisên Elî pirsyar kirin, wî jî bersiv dida.

YPG û YPJ‘iyên birîndar serdana pêşengehê kirin

Di nava welatiyên ku serdana pêşengehê kirin, şervanên YPG/YPJ’ê yên di qadên berxwedana Rojava de birîndar bibûn jî hebûn. bi dehan şervanên birîndar serdana pêşengehê kirin.  Şervanan di nava tabloyan de li kêleka wêneyên Oclaan ku hejmara wan a herî zêde bû, tabloyên ku berxwedana wan a li dijî DAIŞ’ê didîtin. Şervanên birîndar di nava tabloyan de digeriyan û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

‘Li emrê çû poşman bûme’HSK-PESENGEHA-HISEN-ELI (1)

Hunermend Hisên Elî da zanîn çend sal berê dema gelê Bakurê Kurdistanê rastî qetilam û êrîşên hovane hat wî xwest bi tabloyên xwe wê hovîtiyê ji derbixe û piştgiriya xwe ya bi gelê Bakurê Kurdistanê re bîne ziman û wiha dom kir: “Ez nema dizanin kîjan sal bû. Lê wê demê li nêzîkî Qamişlo gelê kurd meşek lidar xistin, dewleta Tirk bi tang û topên xwe girtin ser gel. Min ji wir destpê kir. Min xwest ku aliyekî ji hovîtiya wan û piştgiriya xwe ya bi gelê Bakur re bînim ziman. Piştî min destpê kir, ez li emrê çû poşmam bûn, xwezî min salên xwe yên derbas bû jî kar kiriba. Tekoşîn û berxwedan ne tenê bi çekan pêk tê, lê belê ez bi van wêneyên xwe jî aliyekî berxwedanê nîşan didim.”

Girêdana xwe ya bi xwazayî vegotHSK-PESENGEHA-HISEN-ELI (2)

Hunermend Hisên Elî tabloyan li ser text, cam, bi boyaxên cûda cûda çêdike. Lê ji bo girêdana xwe ya bi xwazyê re nîşan bide û peyama parastina daran bide di vê pêşengehê de tabloyên li ser text hatine çêkirin tenê pêşkêş kirin. Hisên Elî got ku armanca wî ji vê pêşengehê ew e ku her kes parastina daran bike û wiha got: “Di vê her kes parastina daran bike. ji ber xweza zindiye û parastina wê erka hemû kesî ye.”

Hisên hin ji tabloyên xwe ji me re şîrove kirin û da zanîn ku her tabloyek xêz kiriye peyamek heye.

(kc)

 ANHA