Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di vî gundî de, her malekê bexçeyek çandiniye

LÎNA CANGÎRGIRKE_GUNDE_ CANDNI_GERE_DIRA ‫(1)‬ ‫‬

GIRKÊ LEGÊ – Di her maleke gund de bexçeyek heye, bi wê bexçeyî gundî pêdiviyên xwe yên rojane peyda dikin û berhemên bexçe yê zêde jî li bazara bajar difroşin.

Gundê Girê Dêra dikeve 7 kîlometreyan bakrê bajarê Girkê Legê. Ev gund bi bexçe û bustanên xwe yên zêde xwe ji gundên din ên herêmê cûda kiriye. Gundî gelekcûreyên zebzeyên demasala havînî û zivistanê diçînin. Her wiha gelek cûreyên mêwa jî di gund de hene.

Bustan û bexçeyên gund gelek pêwîstiyê herêma Girkê Legê û bi taybet di demsala havînê de pêk tîne. Gundiyan gotin ku gundê wan 160 sal berê hate avakirin û ji ber rûbarek ku ji Bakurê KUrdistanê tê di gund re derbas dibe û ava wê li newaleke mezin ku li başûrê gund e kom dibe. Ev gola gund mezin dibe. Her wiha gund bi ava binerd jî dewlemende. Bi taybet beriya derdora 20 salan dema ava rûbar û bi dehan çemên ji Bakur tên Rojava ji ber siyaseta Dewleta Tirk û çêkirina bendvan qut bû gundiyan dest bi kolandina bîran kirin.GIRKE_GUNDE_ CANDNI_GERE_DIRA ‫(193790468)‬ ‫‬

Qutbûna ava rûbar bandor li berhemên çandiniyê ya li gund kir, lê wekî me got gundiyan li şûna wê av bi kolandina bîran peyda kirin.

Gundiyan destnîşan kirin ku ji her maleke gund re ku hejmara wan 90 mal in bexçeyek heye. Gundî pêwistiyên xwe ji berhemên wê peyda dikin, ê zêde jî li bazarên bajarê Girkê Legê difroşin.

Li derdora her maleke gund zeviyên ku bi gelek cûreyên zebzeyan têne çandin heye. Gundî zebzeyên demsala zivistanê û zebzeyên demsala havînê jî diçînin. Berhmên zêde jî difroşin.

Gundî gelek cûreyên zebzeyan û şînahiyê diçînin. Gundî di demsala havînî de jî bacan, xiyar, badincan,bîber, milixiyê, bamî, beqdûnis, gundor, şimamokan û herwekî din diçînin.GIRKE_GUNDE_ CANDNI_GERE_DIRA ‫(1)‬

Ji ber zêdebûna bexçeyan di gundê Girê Dêran de zebze li sûka Girkê Legê di mehên havînê de erzan dibe.

Di gund de her wiha darên wekî hinar, tirî, hejîar û herwekî din jîtêne çandin.

Gundî bi jinû zilamên xwe ve di nava zeviyên xwe de kar dikin, jin û zilam li nava zeviyan bi hev re kar dixebitin.

Gundiyan destnîşankirin ku wan karê çandiniya bexçeyan ji bav û girtine û gotin ku niha du gund de 90 bexçe hene, yanî her maleke gund bexçeyek çandiniye û ew debara xwe ya rojane jê pêk tînin.

(dc)

ANHA