Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di warê çand û ziman de pêngaveke nû

KOBANÊ – Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Kobanê pêngava “Em ê bi ziman û çanda Kurdî mezin bibin” didin destpêkirin.

Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatine wergirtin, di çarçoveya pêngava ku dê sibe destpê bike de, ji bo zarokan gelek şahî li dibistanên herêmê dê bên organîzekirin. Ev yek dê zarokan ber bi perwerdeya bi zimanê dayîkê ve dehf bide.

Koma Şehîd Perwîn û Koma Şehîd Arîn ên girêdayî Navneda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dê tevlî şahiyan bibin.

Ev pêngav dê 2 mehan bidome. Di nava 2 mehan de dê her roja pêncşemê li dibistaneke bajar were organîzekirin. Dibistanên ku dê lê şahî were lidarxistin ev in: Şehîd Berfîn, Şehîd Perwîn, Şehîd Osman, Şehîd Gulistan, Şehîd Seydo, Miştenûr û Şehîd Hogir.

Li kantona Cizîrê jî çend pêngavên bi vî rengî li Qamişlo û Girkê Legê pêngava ‘Ez ê biçim dibistana xwe’ û li Til Temirê pêngava Şehîd Dilgeş. destpê kirine.

(ne/he)

ANHA