Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dibin diruşmeya ‘Bibe mertal ji bo ax û rûmeta Şengalê’ kon hate vedan

Dîmen

ŞENGAL –  Bi dehan jin û gelê êzidî û bi piştgiriya Kongra star a Kantona Cizîrê li hemberî xendekên çeteyên PDK’ê diboin diruşmeya “Bibe mertal ji bo ax û rûmeta Şengalê” kon hate vedan.WhatsApp Image 2017-03-20 at 17.09.41

Bi dehan jinên êzidî dibin pêşengtiya jinên Êzidî û însiyatifa gelê Şengalê û piştgiriya jinên Kongra Star a Kantona Cizîrê kon li ciyê ku 14`ê adarê xwepêşandan lê hatibû kirin, vedan. Kon dibin diruşmeya “Bibe mertal ji bo ax û rûmeta Şengalê” hat vedan. Diruşmeyên “Bi can bi xwîn û em te re ey Serok”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bi can bixwîn em bi te re ey Şengal”, “Bimire Xiyanet^” hate avêtin. Her wiha alên YBŞ, YJŞ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdên 3’ê Adarê, pankartên “Şehîd Nazê Nayîf Qewal şehîda berxwedan û rûmeta Êzidxanê ye” rakirin.

Îro wê kon bi pêşengtiya kongra Star a Kantana Cizirê were meşandin.

Sibê jî wê Meclîsa Avaker a Şengalê, 22’ adarê Tevgera Jinên Êzidî, 23’ê adarê Mamosteyên Şengalê,  24 adarê Meclîsa Boruk, 25’ê adarê PADE, 26’ê Saziya Malbatên Şehîdan, 27’ê Meclîsa Ciwanên Şengalê, 28’ê Meclîsa Xanesorê kon dewir bikin.

Çeteyên PDK`ê jî li hemberî cihê çadir hatiye lê danîn jimara xwe zêde kirine.

Di 29’ê adarê wê carek din Meclîsa Avaker a Şengalê kon dewir bigire.