Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dibistana berxwedanê.. Şêxmeqsûd e

Dîmen

SÎLVA MUSTEFA-MIHEMED EBDO

HELEB – Ev çend sal in şêniyên taxa Şêxmeqsûd li dijî êrîşên dijwar û çembera çeteyan li ber xwe  didin. Salek berî niha wekî îro jî êrîşa tunekirinê li ser taxê pêk hat. HLB-BERXIDANIYA-TAXA-SEXMEQSUD-DI-SALAKE-DA (2)Çeteyan ji sê aliyan bi çekên herî giran êrîşî taxê kirin û xwestin dawî li berxwedana demdirêj a şêniyên taxê yên ji hemû pêkhateyan bînin. Di berxwedanê de gel û şervanan bi hev re parstinê taxê kirin û berxwedaneke bê hempa nîşan dan. Niha jî têxên ku çeteyan ji wir êrîşî Şêxmeqûsd dikirin, rizgar bûne û Şêxmeqsûd serkêşiya wan taxan jî dike.

Pişt ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çete li bajaroka Erfad (Til-Rifet) a stratejîk ku dikeve bakurê Helebê têkbirin û şêniyên Şêxmeqsûd ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya 15`ê sibatê xwepêşandan lidar xistin, çeteyan êrîşa hovane ya herî dijwar li ser taxê dan destpêkirin.

Gurûpên çeteyên Cebhet El-Şam, Ceyîş El-Mucahedîn, Tecemui Fasteqim Kema Umirt, Tevgera Nûredîn El-Zenkî, Ehrar El-Şam, Ceyîş El-Islam, Lîwai El-Islam, Lîwai El-Sultan Murad, tabûrên Ebû Emare, tabûrên El-Qoqaz, firqet 16, firqet 101, Ehrar Sûriye, firqet El-Şîmaliye, El-Sultan Mihemed Fatih, Lîwai El-Feteh, El-Foc El-Ewel, Siqûr El-Cebel, Cebhet El-Tirkmen, El-Cebhe El-Şamiye, Ehrar El-Muhacerîn, Feyleq El-Şam û Siwar El-Şam êrîş bi awayekî hovane anîn ser Şêxmeqsûd. Armanca êrîşkaran tunekirina taxa Şêxmeqsûd bû.HLB-BERXIDANIYA-TAXA-SEXMEQSUD-DI-SALAKE-DA (3)

Roja 16`ê sibatê di berbanga sibehê de bi hezaran şêniyên taxa Şêxmeqsûd ku ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêktên rastî êrîşa çeteyên dewleta Tirk hatin. Tax bê navber rastî êrîşa çeteyan a bi çek û topan hat.

Ji 3 aliyan ve êrîş

Çeteyên koalisyonê ji aliyê rojava, bakur û rojhilat ve êrîşî taxê kirin. Çeteyan ji aliyê rojava ve ji taxên Benî Zêd, herêma El-Seken El-Şebabî û  taxa El-Eşrefiyê, aliyê bakur ve jî ji Kastêlo û Şeqîf, ji aliyê rojhilat ve ji herêma Cendûl û taxa Bustan Paşa ve êrîşên hemwext dane destpêkirin. Di encama êrîşa 16`ê sibatê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 16 jî birîndar bûn.

Kolana El-MuxaberatHLB-BERXIDANIYA-TAXA-SEXMEQSUD-DI-SALAKE-DA (4)

Li hemberî êrîşa çeteyan şêniyên taxê, YPJ`ê,YPG`ê, Hêzên Asayîşê, hêzên HPC`ê berê xwe dane qada şer û bersiv dan êrîşa çeteyan a dijwar.  Şêniyên taxê û şervanan heta rizgarkirina taxên ku çeteyan ji wan êrîşî Şêxmeqsûd kirin, berxwedaneke dîrokî û bê hempa nîşan dan.

Mihemed Bekrî ku ciyê xwe di nava Asayîşê de digirt û li eniya kolana El-Muxaberat di  çeperên berxwedaniyê de bû, li wan rojên berxwedaniyê vegeriya û wiha got: ʺÇete bi awayekî dijwar û hovane êrîşî kolana El-Muxaberat kir. Em weke hêzên Asayîşê me li kêleka YPJ`ê û YPG`ê li ber xwe dan. Ji bo parastina Şêxmeqsûd şervanan bi ruhê xwe yê fedayî efsaneyên dîrokî nivîsandin, gelek hevalên me şehîd bûn û di kêliyên zehmet re derbas bûn. Li ser her kevirekî Şêxmeqsûd şopa şervanan heye û heyanî niha şopa xwîna wan heyeʺ.HLB-BERXIDANIYA-TAXA-SEXMEQSUD-DI-SALAKE-DA (5)

Roja herî zehmet ku Bekrî û hevalên xwe derbas kirine wiha bibîranî:ʺ çeteyan xwestin ji  aliyê kolana El-Muxaberat ve taxê dagirbikin û bi çekên giran û tangan bi pêşve hatin. Wê rojê şer gelekî giran derbas bû û şervanan bi fedakariyeke mezin li ber xwe dan û destûr nedan ku çete têkevin taxêʺ.

anê şervanan berxwedanî

Fermandarê YPG`ê Zeyad Xemgîn hevalên xwe yên di berxwedaniya Şêxmeqsûd de şehîd bûn bibîranî û got:ʺ piştî êrîş li ser Şêxmeqsûd dijwar bû me bi çalakiyan bersiva wan da û di navbera me û çeteyan de pevçûnên dijwar qewimîn. Di wan pevçûnan de şehîd Serbest, Ferîd, Xemgîn û Tolhildan şehîd bûn. Me hêz ji hevalên xwe yên şehîd digirt û li ber xwe didaʺ.HLB-BERXIDANIYA-TAXA-SEXMEQSUD-DI-SALAKE-DA (6)

Xemgîn got ku taxa Şêxmeqsûd dîrokeke berxwedaniyê hat nivîsandin, em soz didin gelê xwe ku herêmê tevî hemû pêkhateyên wê biparêzin.

Şervana bi navê Awaza Cafer ku ciyê xwe di berxwedaniya Şêxmeqsûd de girtibû got:ʺbi saya hevalên şehîd em biserketin. Me li qadê şer bi derfetên kêm û çekên sivik li ber xwe da. Çekên me yên giran tine bûn. Bîranînên giran û buha me jiyankir. Hevalên me Barîn, Canfeda, Ebû Rewan, Delîl û bi dehan hevalên di berxwedaniyê de şehîd bûn.

Ciyê şehadeta wan veguhezî ciyên pîroz

Li ciyê şervanên ku li çeperên pêş şehîd bûne kevir hatine rêzkirin û gelek cureyên kulîlkan hatine çandin.HLB-BERXIDANIYA-TAXA-SEXMEQSUD-DI-SALAKE-DA (7)

Bi hezaran şêniyên taxa Şêxmeqsûd gelekî êş kişandin û têkneçûn. Zêdetirî 2600 mal û dukan li ser serê xwediyê wan hate rûxandin. Bi dehan kes seqet mane û bi sedan birîndar bûn.

Welatiyê bi navê Mihemed Elo yê heyan dawiyê li ber xwe da got:ʺ şer kesekî efû nake. Xwîn û parçeyên canê zarok û mirovan li ser dîwaran bûn, ji ber çeteyan û êrîşa wan a hovane kêlî bi dest me nediket ku em rehet bijîn.

Kemal Elî yê 3 caran mala wî hat rûxandin û kurê xwe Mihemed wenda kir got:ʺbila hemû dûnya bizanibe em ê li ber xwe bidin û biserbikevin. Topên çeteyan me nahilweşînin, em ê li ber xwe bidin û bila bi milyonan dengê me bibhîzin û berxwedaniya me bibîninʺ.

(np)

ANHA