Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dibistana mûzîkê hate vekirin

SERÊ KANIYÊ– Destaya Cand û Hunerê ye kanton Cizîrê ji bo fêrikirina mûzîkê dibistanek, vekir. Dibistan bi şahiyekê hate vekirin.

Dsetay Cand û Hunerê ya Kanton Cizîrê li bajarê Serêkaniyê dibistanek fêrkirina mûzîkê ji zarokan re vekir. Merasîma vekirinê bi şahiyekê pêk hat.srk-vekirina-navenida-muzike-li-sere-kaniye-3

Şahî bi beşdarbûna dehan welatiyên bajarê Serêkaniyê û endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Waşokanî hate lidarxistin. Salona şahiyên bi wêneyên hunermendên kurd Eyşê Şan, Mihemed Şêxû, Delîla, Serhed û Mizgîn hate xemilandin

Merasîm bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Endamê Tevgera Cand û Hunera Serêkaniyê Şêrîn Omerî axaftina vekirinê kir û ev tişt anî ziman: ʺEv dibistan ji bo pênasekirina filiklora kurd gaveke girînge. Li vir dê zarok fêrî lêzisitna alavên mûzîkê bibin. Dê hemû ciwan mûzîka kurdî ya resen vegerînin û vejîn bikin.ʺ

Piştî axaftin bi dawî bû koma Jinan a Şehîd Sakîne stran pêşkêş kirin. Piştî şahî û stran bi dawî bû, beşdar li nava dibistanê geriyan û beşê wê temaşe kirin.

(xî/dc)

ANHA

srk-vekirina-navenida-muzike-li-sere-kaniye-2 srk-vekirina-navenida-muzike-li-sere-kaniye-1