Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dibistanên Kobanê tên paqijkirin

KOBANÊ – Piştî ku xebatên sererastkirina dibistanên kantona Kobanê bidawî bûn, êdî xebatên paqijkirinê destpê kir.

Komîteya Amadekar a çavdêriyê li dibistanên Kobanê dike ev 55 roj in dest bi xebatên serastkirin dibistanan kiriye. Heta niha sererastkirina 7 dibistanên bajêr û 16 dibistanên gundan bidawî bûye.

Komîteyê bi hevkariya endamên Şaredariya Gel a Kobanê piştî ku xebatên sererastkirinê bidawî kir.KOBANE-PAQIJIYA-DIBISTANAN-3

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û wêraniya ku li pey xwe hiştin gelek dibistann bajarê Kobanê hatin rûxandin. Ji ber vê Desteya Perwerde û Hîndekarî pêdivî bi avakirina komîteyek taybet bi sererastkirina van dibistanan dît.

Komîte li bajarê Kobanê xebatên dewam dike. Di hezaran welatiyên Kobanê heftane vedigerin cih û warê xwe. Ji ber vê jî hejmara dibistanên ku hatine sererastkirin têrî xwendekaran neke.

Li gorî zanyariyan, eger dibistan têrê nekin wê komîte hewl bide ku hin dibistanên din peyda bike.

(ah/he)

ANHA

KOBANE-PAQIJIYA-DIBISTANAN-2 KOBANE-PAQIJIYA-DIBISTANAN-4 KOBANE-PAQIJIYA-DIBISTANAN-5