Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dibistanên li Reqa hatine vekirin têra hejmara xwendekaran nakin

HEMED EL-MUSTEFA

REQA – Hejmara xwendekarên dibistana El-Wihdê ya bajarê Reqayê du qatî bû û pêdiviyên dibistan û meteryalên perwerdehiyê kêm in, nemaze hin ziyanên ku bi dibistanê bûne nehatine sererastkirin.REQQA-KEMASI-PIRIN-LI-DIBISTANA (1)

Sala xwendinê li bajarê Reqayê di 27’ê Mijdara borî de dest pê kir, ji wê demê ve hejmara xwendekaran vedigerin gelekî zêde bûye, nemaze piştî ku 4 salan ji xwendinê bê par mabûn û çeteyên DAIŞ’ê hemû dibistanên bajêr ji xwe re veguhertibûn baregehên leşkerî.

Di encama zêdebûna hejmara xwendekaran de, Komîteya Perwerdehiyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a bajarê Reqayê dibistana El-Wihdê ya li taxa El-Meşleb vekir. Piştî du hefteyan ji vekirina wê ve bêtirî 1000 xwendekaran navên xwe qeyd kirine. Niha ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran di her odeyeke dibistanê de 50 heta 60 xwendekar hatine bicihkirin. Li aliyê din qeydkirina xwendekaran hêjî berdewam e û êdî hêza dibistanê tune ye ku hejmareke zêdetir ji xwendekaran werbigire.

Di dibistanê de 13 ode hene û ji bo refa yekemîn heta şeşemîn hatine dabeşkirin. Di derbarê kadroyê perwerdekirinê de jî Komîteyê 15 mamoste erkdar kirin. Di encama zêdebûna xwendekaran de pirtûk, defter, çenteyên dibistanê û cilûberg gelekî kêm bûne, her wiha sobeyên dibistanê jî tune ne û ev yek li pêşiya çalakiya perwerdehiyê dibe asteng.

Girêdayî mijarê birêveberê dibistana El-Wihdê Ebdilrezaq El-Hemûd wiha got: “Di bin çi rewşê de be jî em ê perwerdekirina zarokên xwe berdewam bikin.” El-Hemûd bang li rêxistinên mirovahî kir ku alîkariya wan bikin û diyar kir ku divê aliyên têkildar di demeke lezgîn de pirtûkên meteryalan ji wan re peyda bikin.EBD EL-REZAQ

Di derbarê heman mijarê de Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdullah El-Hesen wiha got: “Me gelek dibistanên bajêr amade kirine, lê ji ber hejmara zêde ya xwendekaran dibistanên hatine amadekirin têrê nakin.” Dibistanên hatine amadekirin ev in: “Dibistana El-Wihdê ya li taxa El-Meşleb û dibistanên Satih El-Hisrî û Ebî Kehb.”

El-Hesen di berdewama axaftina xwe de got ku ji bo evan pirsgirêk bêne çareserkirin wan pilansaziyek amade kiriye û di nava vê pilanê de ew e ku dewama xwendekaran dê li ser du demên sibê û êvarî pêk were û di her odeyekê de dê 35 xwendekaran bi cih bikin.

El-Hesen got ku Komîteya Perwerdehiyê herdu dibistanên Ibin El-Bîtar û El-Indîfada amade dikin û tê payîn di van çend rojên pêş de were vekirin.REQQA-KEMASI-PIRIN-LI-DIBISTANA

Xwendekarekî dibistana El-Wihdê yê bi navê Elî El-Ilkan kêfxweşiya xwe bi vegera li dibistana xwe wiha anî ziman: “Piştî çend salan em dîsa li dibistanên xwe vedigerin. Divê hemû zarok berê xwe bidin dibistanê û beşdarî avakirina paşeroja welatê xwe bibin. Êdî DAIŞ tune ye ku me ji xwendinê bê par bihêle.”

Xwendekara bi navê Rexde El-Ehmed jî ku di refa çaremîn de dixwîne bang li rêxistinên mirovahiyê kir ku alîkariya wan bikin û pirtûk û defteran ji wan re peyda bikin.

(jh)

ANHA