Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dîlanên folklorî di mihrîcana zarokan de tê pêşkêşkirin

GIRKÊ LEGÊ – 11 komên dîlanan ên zarokan bernameya xwe di 3ʹyemîn Mihrîcana Hunara Zarokan pêşkêş kirin.GERKE LEKE-ZAROK-JANDA-XO-VEDKRENN1 ‫(1)‬

3ʹyemîn Mihrîcana Hunara Zarokan a ku di 5ʹê elonê de li navena Çand û Hunerê ya Arman Tîrgan a li bajaroka Rimêlan a kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê tê lidarxistin û dê heta 12ʹê elonê dewam bike.

Di nava rojên derbasbûyî yên mîhrecanê de komên beşdar bûne bernameyên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Di bernameya îsal de bernemeyên folklorî hatin p êşkêş kirin, her komeke ku beşdar bûye çand û kultura herêma pêşkêş kirin.

Koma Zarokan a Şengalê jî dîlanek ji culture Şengalê pêşkêş kir. Koma Şehîd Kisra jî dîlana herêma Wanê pêşkêş kir, her wiha koma Şehîd Canwelat jî dîlanên taybet bi herêma Gumgumê pêşkêş kir.

(dc)

ANHA