Têkilî | Derheqê me de

Dîmena mizgefta Etîq a dîrokî

Dîmen

REQA – Duh şervanên QSD′ê gihîştin derdora mizgefta Etîq a dîrokî. Nûçegihana me dîmena mizgeftê kişand.

Pêşveşûna şervanên QSD′ê li herçar aliyên bajarê Reqayê pêşve diçin û li nava li kolanên bajêr şerekî dijwar rû dide. Li taxa Reqaya Kevin a rojhilatê bajêr pevçûn didomin û şervan gihîştin derdora mizgefta Etîq a dîrokî.

Di pevçûnên ku şevê din li taxê rû dan de, 11 çete hatin kuştin û du erebeyên doçika li ser barkirî hatin rûxandin.

Di dîmena ku nûçegihana me kişandiye de, sûrên mizgefta Etîq xuya dikin.

DÎMEN: NESRÎN EBDÎ

(mm)

ANHA