Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Dîrok dinivîse ku ENKS beşdarî xebatên yekîtiya netewî nebûye’

Dîmen

GIRKÊ LEGÊ – Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistnê Ebdulkerîm Umer partiyên koma bi navê ENKS’ê ya li ser ne beşdarbûna hevdîtina şêwirî rexene kir.

Nûnerên zêdeyî 30 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên ji hemû herêmênRojava beşdarî hevdîtina şêwirî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku li bajaroka Rimêlan tê lidarxistin bûne. Nûnerên partiyên koma bi navê ENKS’ê tevlî ji aliyê komîteya amadekar hatibû vexwendin jî beşdarî hevdîtinê nebûne.

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Rojava Ebdulkerîm Umer derbarê ne başdarbûna partiyên ENKS’ê axivî ji me re axivî û got ku dîrok binivîse ku partiyên ENKS’ê beşdarî xebatên lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê nebûne û wiha dom kir: “Divê em ji ENKS’ê pirs bikin, çima beşdarî hevdîtina şêwirî nebûne, dive ENKS’ê jî li ber gelê kurd bersiva vê pirsê bide. Gelek hevdîtinên şêwirî hatin lidarxistin û gelek caren partiyên ENKS’ê hatin vexwendin, lê ew yek carê jî beşdar nebûn û doza kurdî nîqaş nekirin. Ji ber vê yekê dê Dîrok di nava rûpelên xwe de binivsîe ku ew beşdarî hevdîtinên şêwira netewî ne bûne.”

Ebdulkerîm Umer di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew ê hewldanên xwe bidomîn in ku ENKS’ê beşdarî xebatên pêkanîna yekîtiya kurdî bibin û wiha dom kir: “Em ê tu carî bêzar nebin û em ê hewldanên xwe yên wan beşdarî hevdîtinên şêwrî ku dê di demên pêş de werin lidarxistin bibin. Ji ber ku gelê kurd di vê demê de di qonaxeke dîrokî re derbs dibe û divê ev dema dîrokî were qezenckirin.”

(dc)

ANHA