Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dîrok xwe li Reqayê dubare dike!

ANALÎZ

ADİL ROJ

Dibêjin ku dîrok her xwe dubare dike. Bi rastî jî îro tiştên ku li Reqayê tên jiyan kirin, bêrî du hezar û 500 sal tiştên ku li nînova hatine jiyankirin  re êynî ne. Çawa ku hingî pêşengtiya med a  ji bo gelên rojhilata navîn jiyanek aram û  ewle  jiyann bikin li dijî dehaka serî rakirin û imparatorîya dehakan hilweşandin, anniha jî bi pêşengtiya kurda  di bin sîwana QSDʹê de li Sûriyê û Rojava li hemberî DAİŞʹê serî rakirne û di bajarê ku qaşa kiribûn paytexta xwe wan difetisenin e.  Ji xwe di vê sîwanê de  ciwanên aşurî  û  ereb jî hene hêvîdarim dile xwe negrin.  Nee  terorizma DAİŞʹê ne jî zilma dehak mirov nikarê bixe  malê gel.  Îro ên ku hişt gelên aşurî paşkevin dehak e û ên ku hişt gelên erep jî wendakin DAİŞʹê ye. Berî her tiştî  pengava Reqqa  pêngavek xelaskirina gel e. Ji bo hin sedemên pûç û vala  jin , zarok û xityar  hemû qetil dikin, ji bo xelaskirina vî gelî û da ku jiyanek ewle û refah jiyankin, mirov dikarê vê coş û kêfê  ji çavên zarokan û dayikên ku dema xwe gihandin QSDʹê ew kirasên reş dişewitandin, mirov dikare ji tilÎlî yên wan bizanê çiqas bi azadiyerê hasretin.

Nivîskarekî Amerîki wisa goti bû;  eger ew kîjan hêz be bila be, ewê ku ala DAİŞ ji peytaxta wa Reqqaye daxîne  û ala xwe hilde ew hêz dê bikevê dîrokê. Ji ber ku ew ên xwediyê ala reş gelek zilm û zordarî kêşandin vî gelî, ên ku ev dîtin û jîyan kirin baş dizanin.  Ji ber vê yekê pengava rizgarkirina Raqqa mana xwe pir e. Ne tenê zilma DAİŞ û hukûmdariya we ji holê radibe,  bi pêre ev şovenizm, paşverûtîya Rojhilata Navîn jî dê rabe.  Ji ber ku DAÎŞ ne tene rexistinek îslamî a radîkal e, DAÎŞ bi xwere şovenizma Baas û faşizma AKP-Erdoğan temsil dikir.  Ji bo vê jî li Reqqa yê serkeftina QSDʹê dê bi xwe re demokrasi, azadî, biratî û wek hêviya gelan bîne. Ji milên din ve dê bibe dawiya şovenizma Baas û faşizma AKP a şoven, nijadperest û xwîn mij.

Ev serkeftin  a kawayên hemdem in, Reqqa dê bibe binpêkirina nava faşist û nava dehakan.  Azad kirina Reqqa ez nizanim dê werê kîjan rojê lê fermandarên YPG û QSD dibêjin ku navbeyna 2 mehanda dê Reqqa azad bibe.  Lê rastî eve ku ji bo gelên Rojhita Navîn dê bibe Newrozeke nû. Çawa ku 21ʹê Adarê bû cejna giştî cîhanê, rizgarkirina Reqqa jî ji bo gelên Rojhilata Navîn dê bibe cejna azadî û serkeftinê.  Ev 5 salên bi êş û kelem, sar û zivistana zemherî , bi ber bêrîkirina biharek nû ve diçe.

(dc)