Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dîroka 40 salî qedera Kurdan û gelên herêmê guherand-2

ZANA SEYDÎ

“Mafên ku jibo hemû gelan hene, divê jibo gelê me jî hebin. Gelê me ev yek heq kiriye. Ne ji bona ku em Kurd in, berî her tiştî ji ber em mirov in, em şer dikin. Ji ber me rûmeta mirovahiyê nexist bin piyan, em bişeref in’’ ( A. Ocalan)

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rojhilata Navîn a ku sêyemîn şerê cîhanê lê diqewime, gelê Kurd ê ku berê hebûna wî nedihat qebûlkirin, di bin rêberiya PKK’ê de bi hêza xwe ya leşkerî û polîtîk hebûna xwe îspat kir û rastiya xwe bi tevaya cîhanê jî da qebûlkirin.

Gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm ê cîhanê ye. Gelê Kurd berî PKK’ê di çerxa zilma dagirkeran de bû û dixwestin bi riya pişavtinê qirkirina netewa Kurd bigihînin encamê. Dagirker di vê armanca xwe de heta astekê bi serketibûn. Gotina, “Kurdistana xeyalî di vir de (li çiyayê Agiriyê) hatiye çalkirin” jî ev rastî nîşan dida. Cîhana ku eleqeyeke mezin nîşanê têkoşîna gelê Fîlîstînê dida jî, li hember gelê Kurd ê ku gelê herî kevnar ê dîrokê bû bêdeng dima û dibû şîrîkê vê zilma dagirkeran.

Nasnameya gelê kurd hatibû tunekirin, hêz û îradeya wî hatibû şikandin û baweriya wî hatibû tunekirin.

Bi kurtasî, li Kurdistanê û Tirkiyê ji bo destpêkirina şoreşê tu bingeh û hêvî nemabû.

“Tank û topên dewletê hebûn” û “li hember wan serkeftin ne pêkan bû”. Ên ku serî radikirin jî  “bê hiş” û “dîn” bûn.

Di serdemeke ku bi navê Kurdan pel nedileqiya de, derketina PKK’ê ji bo gelê Kurd li hember tarîtiyê bibû ronahiyeke hêviyê. PKK’ê digot, “gelê Kurd heye” ew jî ne bes bû, digot, “Kurdistan Mêtingeh e.”

Ji ber vê jî li gor hin derûdoran ev komeke “dînan” bû.

Gelê Kurd ê ku li hember neheqiyê, zilmê û pêkutiyê 28 caran serî hildabû û ev serhildanên wan bi qetlîaman hatibû têkbirin, çi bû ku li pey vê koma “dînan” a ku ji bilî dilsoziya wan a bi rastiyê ti çeka wan tunebûn ketibû? Ev meş 40 salan bê navber çawa berdewam kir, çawa bû bi mîlyonan?

Bersiva pirsa, “gelê Kurd çawa bi pêşengtiya çend xwedekarên li Enqereyê dşxwendin ket lêgerîna azadiyê”, rastiyeke civakî ya ku mijara bi cîldan pîrtûkên lêkolînê ye.

Lê belê, em ê di nivîsa xwe de bi çend sernavkan qala vê têkoşîna dijwar a di 40 salên dawiyê de bi berdêlên giran hatin dayîn û guhertinên gelê Kurd ê bi tunebûnê ve rû bi rû mabûn û guhertinên li Kurdistanê bikin.

“Madem ku zordestiya derve xwe ewqas xurt birêxistin kiriye û her roj, her saet, her deqe bandora xwe nîşan dide, divê hêz û zor a şoreşgerî ya ji bo berjewendiyên gelê me jî, her roj, her saet, her deqe û her saniye li hêza dij-şoreşgerî bide. Ji bo xwe gihandina cîhaneke nû, zanistî hîn ji bilî vê rêyeke din kifş nekiriye.” (A. Ocalan)

Heke em ji îro an jî piştî 40 salan vegerin li paş xwe binerin; wê guherînên mezin ên leşkerî, çandî, siyasî, civakî û ji van girîngtir guherînên mezin ên zihnî û giyanî yên di salên derketina PKK’ê û salên piştî wê, dê baştir werin şîrovekirin.

Ji bo kesên dixwazin bibînin: Guherîna di civaka Kurdan de

Di salên 1970’an de gelê Kurd ê ku rastî pişavtin û qirkirina çandî hatibû û dînamîkên wê yên civakî berbelav bibû, di 40 salan de guherîneke mezin jîya. Bi kedeke mezin ji zarok heta pîran, ji jin heta zilaman, ji 7 salî heta yên 70 salî gelê Kurd bi serhildina xwe, ne tenê xwe guhirand, her wiha bi şoreşa Rojava re bû îlham û hêviya gelên Rojhilata Navîn ên di nav pençeyên dagirkeran de dinale jî.

‘’ Li pêşiya gelê Kurd rêyek tenê hebû, ew jî berxwedan bû. Rêya azadiyê, rêya serkeftinê her tim rêya pêşketinê ye’’ (A. Ocalan)

Ji keviya tunebûnê buyîna aktoreke herêmî

PKK’ê bi derketina xwe ya mucîzewî, berî her tiştî di rih û hişmendiya Kurdan de, di nerîna li xwe û cîhanê de guherînên cidî pêk anî. Bi gotina civaknas Îsmaîl Beşîkçî, PKK’ê guleya yekem berdabû qereqolên di mêjiyên Kurdan de û ew qereqol hilweşand.

Îro êdî  gelê kurd ne gelê salên 70’yî û beriya wê ye, gelekî ku li hember hemû zordariyan têdikoşe, jiyana xwe bi armancên giranbûha ve girêdaye, bi nasnemeya xwe serbilind e, bi partî, artêş, enî, jin, ciwan, li welat û derveyî welat, bi kurtasî di her qadê de Kurdekî birêxistin, berxwedêr û bidisîplîn hatiye afirandin.

Gelê Kurd ê ku berî niha hebûna wê nedihat qebûlkirin û tu nirxek jê re nedidan, ti tiştek nedihat hesibandin, îro li Rojhilata Navîn a ku sêyemîn şerê cîhanê lê pêk tê de bûye xwedî hêzeke leşkerî û siyasî û dikare pê hevsengiyan biguhirîne. Ev asta pêşketina Kurdan, bûye ispata herî berbiçav a veguherîna civakî.

Li hember mercan teslîm nebûn

Gelo bingeh, merc û derfetên têkoşîneke şoreşgerî hebûn?

Guherîna herî bingehîn a ku gelê Kurd bi PKK’ê re bi destxist ew bû, ku parastina rastiyan û rastî veguhestina pratika jiyanî, bi hinceta ‘şert û merc ne guncav e’ nayên taloqkirin.

PKK’ê li şûna ‘tevgerîna li gorî mercan’, bi felsefeya ‘’ merc çi dibin bila bibin’’ tevdigere. Gelê Kurd jî aniye asta gelekî ku “merc çi dibin bila bibin, bi îradeya xwe biryar digrin û li pişt vê biryara xwe disekinin û têkoşîna azadiyê bê navber didomînin.”

Bi berdêla mirinê heskirina jiyanê

Serpêhatiya têkoşîna PKK’ê ya 40 salan ne tenê serhildaneke çekdarî ye. Şerê herî mezin bi armanca afirandina jiyaneke nû tê dayîn. Ispata herî berbiçav jî berxwedanên li zindanên Amedê ne. Li hember işkenceyên dij-mirovî û hemû hewildanên teslîmgirtinê ya cuntaya 12’ê îlonê, israra mafê parastina siyasî ya pêşengên wekî Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û M. Xeyrî Durmuş, parastina nasnameya PKK’ê û pêşengtiya wê ye.

Dilsoziya jiyanê ya ku PKK ji gelê Kurd re rewa dibîne, bi gotinên Kemal Pîr ên weke “bi qasî ku di ber de em canê xwe bidin, em ji jiyanê hez dikin” hatiye ziman.

Bi PKK’ê li Kurdistanê rastiya rêbertiyeke nû

Pirsgirêka Kurd a ku yek ji pirsgirêkên herî mezin a dîrokê ye, di rastiya xwe de pirsgirêkeke rêbertî ye. Di mezinbûna pirsgirikê de rola rêbertiyên feodal, eşîrî û pêşbîniyên qels mezin in. Berjewendiyên gel qurbankirina ji bo berjewendiyên malbat, eşîr û çîna Kurdên serdest, vê rastiyê nîşan dide. Rastiya PKK’ê ji vê pirsgirikê re buye bersiva herî mezin.

Kongreya Damezrandina PKK’ê li hember pirsa “partî û rêbertiyeke çawa”, bi bersiva xwe ya “rêbertî û partiyeke li ser xeta fedaî” bersiveke dîrokî daye. Pirsa ku bi “partiyeke şerker, çalakvan û têkoşer” hatiye bersivandin, sekn û xeta PKK’ê diyar kiriye. Bi Kongreya Damezrandinê re PKK’ê bingehên xwe qewîn daniye.

Yek ji kadroyên rêber M.Xeyrî Durmuş ê ku pêşengtiya çalakiya mezin a rojiya mirinê kir, bi gotina “li ser gora min ‘deyndarê gelê xwe ye’ binivîsin”, bûye şêwaza têkoşîna fedaî ya PKK’ê. PKK bi pêşxistina xeta şehîdan û têkoşîna wan, bûye hêzeke ji pola ya têkneçûyî.

Ji serhildina klasîk ber bi artêşa gerîla

Tekane rêxistina polîtîk a ku ji rêberên şoreşger ên 1968-71’an mîrateya tundiya şoreşgerî girtî û ew pêşxistî, PKK ye. Lê ev hêz, nebûye berdewamiya “tevgerên reformist ên 68’an, tevgerên muhafazakar û tevgerên kurd ên netewperest û nexwedî kevneşopiya şoreşgerî.”

Dîroka Kurdan û serhildanên Kurd, sazûmana dewleta dagirker û tevgerên şoreşger baş lêkolîn kiriye û di derbarê wan de lêkolînên kûr kiriye PKK.

PKK’ê, ti hêvî di planên ne cîdî û serhildanên klasîk ên bi acizî û hêrsê pêk hatine de nedîtiye, berevajî; ji van pêkanînan ders derxistiye û bingehên xwe yên raman û bîrdozî bi awayekî saxlem avêtiye û bi zimanê ku dewlet jê fêm dike bersiv daye dewletê û li hember dagirkeriya dewletê bi teori û pratîka “zor a şoreşgerî” bi ser ketiye.

Ocalan vê yekê bi gotina “di welatekî de zora paşverû çiqas bi rêxistin û mezin be, divê zora şoreşgerî jî ewqas mezin û bi rêxistin be” tîne ziman.

Têkoşîna PKK’ê karê “wêrektî û fedakarî ye”

PKK a ku weke serhildana Kurdan a 29’emîn û ya herî demdirêj tê qebûlkirin, bi armanca “jîn bide koma miriyên li ser piyan”, ji îlona 1982’an ve komên propagandaya çekdarî şandiye herêmên stratejîk ên Kurdistanê, “ev xebata nepenî û fedakarî ya ku bi armanca berterefkirina texrîbatên faşîzma 12’ê îlonê were meşandin wekî karê cerg û dil jê re divê bidest girtiye û dîsîplîna xwe jî li gorî cidiyeta vî karê giran ava kiriye.

Ew “karê ku jê re cerg û dil (wêrekî) diviya” bûye bi hezaran gerîlayên li her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkiyê li gelek bajar û çiyayan ji xwe re kirine wargeh û bûye hêza rêxistin û parastina gelê Kurd a herî bingehîn.

Salên 70’yî tenê du leşkerên Tirk bi rehetî dikarîn bikevin her derê û her cure heqaretê li dijî hezaran gelê Kurd bikira. Lê îro cihê ku du-sê gerîla lêbin, dewlet bi hezaran leşkerên xwe ve nikare bikevê û bi serbikeve. Her êrîşên li dijî gelê Kurd, ji aliyê gerîla û hêzên xweparastinê ve tên bersivandin.

Jina ku kole bû, bû YPJ a ku DAIŞ têk bir

Veguhestina PKK’ê ya ku hemû tabuyên li Kurdistanê hilweşand, herî zêde di mijara jinê de tê xuyakirin. Bi gotina Nazim “jinên ku li ser sifreyê piştî ajalan dor dihate wan”, di civaka kurd de wek kargeha hilberîna zarokan dihat dîtin. Jinên ku ji bilî vê di civakê de rol jê re nehiştibûn, bi rêbertiya Ocalan û PKK’ê ve ji nûve afirîn û bi hezaran jin di şert û derfetên herî zor de bi têkoşîna meşandin hebûna xwe bidestxistin. Vejîna nû ya jinê, bi endama damizrêner a PKK’ê Sakîne Cansiz ve destpêkir, îro hatiye asta fermandariya gerîla û pêşenga serhildanan.

Jinên Kurd ên ku bi PAJK’ê ve bûn xwedî partî û di her qadên jiyanê de xwe birêxistin kirin, li her qadê pergala hevserokatî û temsliyeta wek hev pêş xistiye û bi van serkeftinên xwe buye çavkaniya hêz û moralê ya jinên cîhanê û tevgerên şoreşgerî.

Bi hezaran şehîdên xwe yên leheng ve Tevgera Jinên Azad li Bakur li hember faşîzma TC û AKP’ê, li Kobanê û Reqayê jî li hember DAIŞ a şîrîkê stratejîk û bîrdozî yê AKP’ê ye bi berdêlên mezin serkeftinên dîrokî bidestxistiye û ji jinên cîhan û mirovahiyê re bûye çavkaniya hêviyê.

Têkoşîna jinê dê bibe têkoşîna bingehîn a sedsala 21’emîn. Diyare ku jina kurd dê bi rola xwe ya siyasî û leşkerî bibe pêşengê vê têkoşînê.

Me bi ciwanî destpê kir em ê bi ciwanî biserxînin

PKK wek rêxistineke ciwanên zaningehê derket rê. Bi dijwarbûna têkoşîna çekdarî û siyasî re, bi deh hezaran ciwanên ku di destê dewleta dagirker de bêhn li wan çikya bû, PKK’ê jibo xwe weke qada ku dikare xwe lê îfade bike dît. Bi salên 90’î re li Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran xwendekarên zaningehê û kedakarên gundiyên Kurd tevlî nava refên PKK’ê bûn û bi dînamîzma ciwanan çerxa şoreşê geştir û leztir bû. Ciwanên ku bi PKK’ê re bûn xwedî îtîbar û nasname, îro li Kurdistanê hêza herî bingehîn a têkoşîna azadiyê ne û di refên PKK’ê de berxwedanê gurtir dikin.

Kurdê ku xwe nas dike gelên din jî demokratîk dike

PKK ya ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê derket rê, bandoreke mezin li têkoşîna demokrasiyê ya li welatên dagirker tê meşandin jî kiriye. Bi saya PKK’ê, dewletên dagirker ên ku li hember têkoşîna gelê Kurd xetimîne û tengav bûne, neçar dimînin ku tundî û zextên li ser gelan kêm bikin. Gelên bindest jî pratîka têkoşîna gelê kurd êdî wek mînak dibînin.

Dûrketina ji welat destpêka têkçûna şoreşgeriyê ye

Bi darbeya 12’ê îlonê re ji bilî PKK’ê gelek rêxistinên “şoreşgerî” jî derbasî qada Rojhilata Navîn bûne. Di navbera 1982-1984’an de, rêxistinên ku xebatên xwe yên rêbertî, kadro û endamtiyê bi awayekî polîtîk û perspektîfeke bingehîn pêşnexistin û berê xwe dan Ewropayê, dawî li hebûna xwe anîn.

A rast ew e ku; divê rêxistineke şoreşgerî ji xaka ku lê jidayik bûye veneqete, nebe penaber. Xwezayî ew rewş, di demên pêş de di nav tevgeran de sist bûn û helandinê bi xwe re tîne. PKK ev rastî baş dît, tedbîr girt û di demek kin de berê xwe da welêt û dest bi têkoşîna çekdarî kir û bi hişmendiya berpisryartiyê li Kurdistanê rehê xwe berda axê.

Ji bo têkoşîna şoreşgerî bikaranîna her derfetê

Ji şûna jiyana penaberî ya li Ewropayê, Ocalan û PKK bi rêxistinên Filistînî yên ku li Rojhilata Navîn têkoşîna gerîla didan re pêwendî pêş xistin. Lê, ne ji bo piştgiriya leşkerî û aborî, tenê ji bo bikaranîna kampên wan ên perwerdeyê. Derfetên ku di encamên van pêwendiyan de hatin bidestxistin, bûn bingeha pêngava 15’ê Tebaxê û şerê gerîla.

Her kes reviya, PKK’ê têkoşîn mezin kir

Guhertineke din a ku di civaka Kurd pêk hat, pîvanên berxwedan û welatparêziyê ye. Di pêvajoyên ku gelek tevger ji berxwedanê dûr diketin de, PKK’ê li hember faşîzm û feodalan têkoşîn mezintir kir. Li her welatên Ewropayê vegera welêt pêk anî û bi din baskên PKK’ê de gel anî ser xeta têkoşînê.

Li her qadê li hember dagirkeriyê têkoşîn

Li gel têkoşîna çekdarî, PKK ya ku xebatên xwe yên progandaya siyasî û bîrdozî jî mezin kiriye, îro bûye xwedî girseyeke bi mîlyonan û ev hêza wê di qadên legal ên siyasî de eniyên xwe berfireh kiriye û gavên ku qadên dewletê teng kiriye, davêje.

Hewldanên qirkirina çandî didomin

Bi saya têkoşîna PKK’ê gelê Kurd, fêm kir ku dijminên dagirker bi salan çanda kurd talan kirine. Bi vê fêmkirinê ve gelê Kurd di serî de xwedî li zimanê dayikê û li hemû nirxên xwe derketiye. Çanda dewlemend û zimanê Kurdî îro li Rojava bûye xwedî sazûman. Bi deh hezaran zarokên kurd êdî bi zimanên dayikê dest bi perwerdeyê kirine.

Lê hewldanên dagirkeran ên qirkirin û pişavtina çanda Kurd jî berdewam in.

Di 40 saliya xwe de PKK: Roman û helbesteke ku dawî lê nehatiye

Rastî ev e ku; PKK bi gotin û çalakiya xwe ya hevgirtî, bi sekna xwe ya bi biryardarî, bi ked, fedakarî û wêrektî, dilsoziya bi pîvan û exlaqê şer, bi hêvî û hedefên xwe yên mezin ve ne tenê dilsoziya gelê Kurd, rêzdariya dijmanên xwe jî qezenc kiriye. Her rojeke vê têkoşîna 40 salan bi tena serê xwe mijara romanê ye û dîrokî ye. Ji nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka olî heta azadiya jinê, ji dagirkeriyê heta xweseriyê, ji welatparêziyê heta xwezayê û di her qadên jiyanê de ji gelê Kurd re aso û hêviyeke nû daye afirandin.

Ji ber vê yekê jî yek ji damezrînerên PKK’ê Duran Kalkan bi mafdarî dibêje “Di bin her pêşketinên netewî û demokratîk ên Kurdistanê de îmzeya PKK’ê heye.”

Guherîna paradîgmal a ku Sovyeta mezin ceserat nedikir, PKK’ê kiriye. Bi paradigmaya demokratîk, ekolojîk, zayendiya azad a ku li hember dewlet û desthilatdariyê pêşxistiye PKK, wekî rêxistineke ku hîna nû dest bi têkoşînê kiriye, bi biryardarî meşa xwe ya azadiyê didomîne.

Di aloziya Rojhilata Navîn a ku cudahiyên netewî, olî û mezhebî bûye hinceta şer, li şûna dehfik ango kemîna netew-dewletê, projeya netewa demokratîk a ku li Rojava û bakurê Suriyê pêşdikeve, dibe hêza herî bingehîn a pêşeroja gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn.

ANHA