Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dîroka di roja me de veşartî -2

DOSYA

Hakiyan dest pê kir û Şîrînan domand

OLVA HAC MENSÛR

QAMIŞLO – Berxwedana Gulanê ku bi Hakiyan destpê kir û bi Ferhat Kurtay û Şîrînan dom kir. Têkoşîna wan îro nivîsand û di roja îro de keda wan veşartî ye.

Ciwanên Şoreşger di dîrokê de û heyanî roja îro li hemberî tarîtiya desthilatdariyê li ber xwe dan. Ji herikîna destdirêjiya desthilatdaran a ji mirovahiyê re, bûn asteng û destûr nedan ku dîrok li gorî reng û berjewendiyên desthilatdaran were nivîsandin. Ev berxwedan ji Hakiyan destpê kir û bi Şîrînan domand.   

Li hemberî desthilatdariya Tirkiyê çalakiya çaran

Çar şoreşgerên Kurd yên di dîrokê de bi navê çalakiya çaran têne naskirin, li hemberî tarîtiya 12`ê Îlonê li ber xwe dan. Mahmût Zengîn, Ferhat Kurtay, Necmî Oner û Eşref Aynik şeva 18`ê Gulanê sala 1982`an li hucreya 33ʹan a girtîgeha Amedê bi hev re li girtîgeha Amedê çalakî kirin û agir berdan canê xwe.

Mahmûd Zengînmehmud zengin

Mehmûd Zengîn li navçeya Sefrîk a Rihaya Bakurê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekirin. Zengîn piraniya jiyana xwe li gel bapîrê xwe yê li navçeya Hilwan a heman wîlayetê borand. Dibistana xwe ya seretayî û navîn li navçeya Hilwan xwend.

Mehmûd xwedî malbatek belengaz bû. Dema li dijî zextên sermayedarên hêrsdar bû, tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Di xebatên ciwanan de cih girt. Paşê derbasî xebatên civakî bû û ji wir di bin Fermandariya Cûma Tak  şerê çekdarî li dijî komên Bûcaq û Silêman ên li gundên Sîferk û Hilwanê meşand.

Di 9’ê Tîrmeha 1979’an û çalakiya dawî ya tekoşer Mehmûd, dema ku dixwest hevalê xwe Sîper rizgar bike, dîl ket destê leşkerên dewleta Tirk. Dewletê yekser ew veguhezand girtîgeha Amedê.

Ferhat Kurtayferhatkurtay

Ferhad Kurtayî di sala 1949’an de li gundê Xoros (Uluköy) ê Qiziltepe ji dayik bû û her sê astên dibistanê yên seretayî, navîn û amadeyî li Qiziltepe û Mêrdînê xwendin. Paşê Beşa Endizyariya Mîmarî li Zanîngeha Tiraxbon xwend. Paşê zewicî û heya demekê weke endezyar xebitî.

Tekoşer Kurtay di salên xwendinê de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir û bi tevgera şoreşger a li Tirkiyê û cîhanê bandor bû. Di sala 1978’an Kurtay tevlî nav refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di xebatên belavkirina rêxistinê li Herêma Mardînê cih girt. Li vê herêmê, xebatên saziyên çapemeniya navendî rêve birin û ava kirin. Her wiha bi xwe li ser belavkarî û çapkirina weşanên Tevgerê rawestiya.

Tekoşer Kurtay di 23’yê Mijdara 1979ʹan de bi tekoşer Xeyrî Durmuş û hejmarek ji hevalên xwe li malekê hatin girtin.

Necmî OnerNECMI

Tekoşer Necmî Oner di malbateke dewlemend de ji dayîk bû û hat dunyayê. Xwendina seretayî, navîn û amadeyî li Cermik bi dawî kir. Weke ciwanekî zîrek dihat nasîn. Ji ramanên nû re vekirî bû. Oner bi riya Hisên Dermûş û Ehemed Turk, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir û tevlî çalakiyên Cermik bû. Piştî ramanên vê tevgerê belav bûn tekoşer Oner dest bi xebatên rêxistinî yên di nav gel de kir. Di demeke kurt de, weke berpirsê ciwanên Komîteya Amadekar a rêxistina herêmê hat erkdarkirin.

Tekoşer Oner di sala 1979’an ji ber tewanekê hat dîlgirtin.

Eşref Anyikesref-anyik-239x300

Tekoşer Eşeref Anyik di sala 1960ʹyî de li navçeya Wêran şar a Rihayê di malbateke feqîr de hat dinê. Dibistana seretayî tenê xwend û ji ber rewşa aborî ya malbatê xwendina xwe temam nekir. Barê malê girt ser xwe û di temanê biçûk de debara malbata xwe kir.

Tekoşer Anyik tevî malbata xwe li bajarê Edena yê Tirkiyê û gelek bajarên din ên Tirkiyê kar kir, da ku pêdiviyên malbata xwe pêk bîne.

Piştî ku Tevgera Azadiya Kurdistanê deng veda, Anyik tevlî tevgerê bû û li tevahiya Bakurê Kurdistanê têkoşîn meşand. Lê herî zêde li herêma Hilwan ma.

Piştî demekê dewleta Tirk dest bi şopandina çalakiyên wî kir, ji ber vê yekê tevlî çalakiya çekdarî ya li dijî desthiladaran bû û di dema şerê bi hêzên leşkerî yên Tirk re li Hilwanê hate girtin.

Bûn şopdarê berxwedaniya girtîgeha Amedê

Şîrîn Elemhulî

Şîrîn Elmehulî di sala 1980’î de, li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Di sala 2008’an de, bi tewana “Alîkariya PJAK’ê” ji aliyê sîstema desthiladar Îranê ve hat girtin û li girtîgeha Ayfîn ku weke êşkencexane tê nasîn hat ragirtin.SERIN MEHULI

Şîrîn nêzî 3 salan di girtîgehê de girtî ma, heya ku di 9’ê Gulana 2010’an de li gel Elî Heydiryan, Ferhad Wekîlî, Mihdî Islamiyan û Ferzad Kemanger hat darvekirin. Beriya were darvekirin Şîrînê ev name nivîsîbû:ʺBêyî pirs û bersiv dest bi êşkencekirina min kirin. Ez bi qeyd û zincîran bi text ve girêdam. Bi kebloyê ceyranê li serî, laş û lingê min dan. Ew ne bes bû bi pehîn, buksan li min xistin. Min nikarîbû bi Farisî bersiva wan bidim. Dema min bersiv nedida hartir dibûn. Ez êşkence dikirim heya ku ji ser hişê xwe diçûm. Tenê dema dengê azana mizgeftê dibihîstin navber didan êşkenceyê û digotin, em firsetê didin ku bifikirî. Piştî vegeriyan êşkence didomandin”.

Dewleta Îranê bi tewana ku endama partiyeke dij îranê ye cezaya darvekirine lê birîn.

Piştî darvekirina Şîrînê bi 4 rojan hevalek wê ya girtî Mehdiye Gorlo nameyek ji girtîgehê şand û tê de nivîsî: ʺRayedarên dewletê bi hiceta ku navê bavê wê di belgeyan de şaş e ew ji zindanê derxistin. Kêlî di bendewariyê de dirêj dibûn û her em li benda agahiyekê bûn. Bêyî xatir bixwaze Şîrîn birin sêdarê. Qet nefikirîm ku ew cara dawî ye wê dibînim. Şeveke giran bû. Berbanga roja Yekşemê, dengek bargiran ji girtîgehê dihat. Me fêm kir ku Şîrîn darve kirine. Lê dîsa me bawer nekir”.

Ferzat KemangerFERZEND KEMNGER

Ferzat Kemanga di sala 1976’an de li gundê Efrîn ê bajarê Kemîran ê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bû. Li Îranê mamosteyê Zimanê Farisî yê asta seretayî bû. Lê ji ber ku Kurd bû û xwendekar fêrî zimanê Kurdî dikir, ji aliyê rayedarên Îranê ve ji kar hate derxistin. Di sala 2006’an de hat dîlgirtin û ew sewqî girtîgeha Êvîn kirin. Kemanger di 9’ê Gulana 2010’an de hat darvekirin.

Beriya çend rojan ji darvekirinê Ferzad Kemangar hest û hêviyên xwe yên ji bo Rojhilatê Kurdistanê bi nameyekê parve kiribûn. Di nameyê de nivîsî: ʺJi min bawer bikin, dema ez wiha dibêjim. Ji min re welatê me tenê beşek ji vê cîhanê ye. Tu niyeta me nîne ku em dîwarekî li derdora wî ava bikin. Tu niyeta me nîne, em ji beşên din ên cîhanê qut bikin”.

(np/dc)

ANHA