Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Divê di roja Newrozê de tedbîrên ewlekariyê bêne xurtkirin

AMÛDÊ – Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê ji Desteya Hundirîn xwest ku di şahiyên cejna Newrozê de, tedbîrên ewlekariyê xurt bikin.

Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê civîna xwe li navenda xwe ya li bajarê Amûdê, li dar xist. Di civînê de Serokê Meclîsê Ebdulkerîm Sarûxan û Hevserokên Desteyên Meclîsê, amade bûn. civîn ji çapemeniyê re girtî, hat lidarxistin.

Çavkaniyekê ji hundirê civînê ragihand ku di beşdaran rewşa ewlekariyê di roja cejna Newrozê  de, nîqaş kirin û pêşînyar hatin kirin ku Hevserokên Desteyan serdana cihên lidarxistina şahiyan bikin.

Di civînê Meclîsa Rêveber ji Desteya Hundirîn xwest ku di roja cejnê de, tedbîrên xwe yên ewlekariyê li tevahî bajarên Kantonê, xurt bikin.

(mm)

ANHA