Têkilî | Derheqê me de

`Divê em hêviya gelê xwe ya yekîtiya netewî pêkbînin`

Dîmen

CÎHAD ROJ

SILÊMANIYÊ- Endama berê ya perlementera Iraqê û endama KNK Sozan Heme Tate anî ziman ku lidarxistina Kongreya Netewî daxwaza gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê ye û divê em hêviya wan a yekîtiya netewî pêkbînin.

Perlementera berê ya Iraqê û endama KNK Sozan Heme ya ku tevlî Şêwra Kongreya Netewî bibû li ser girîngiya nêrandina Kurdistaniyan ji lidarxistina Kongreyê netewî ji ajansa me ANHA`ê re axivî.

Lidarxistina Şêwra Yekîtiya Netewî li bajarê Silêmaniyê û tevlîbûna hejmareke mezin ji partiyên kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê Sozan Heme Tate erînî nirxand û got:ʺ Pêvajo gelekî hesase û çarenûsa gelê Kurd diyar dike. Ji ber vê yekê pêdivî heye ku nêrîna gelê Kurd di lidarxistina kongreyê Netewî de bibe yek û yekîtiya netewî ya Kurdistanê were ava kirinʺ.

Sozan Heme Tate di dawiya axavtina xwe de wiha got:ʺ Di Şêwra Yekîtiya Netewî de me li nêrîn û pêşniyarên hemû aliyan guhdar kir. Her kesî xwest ku Kongreyê Netewî were lidar xistin û ev yek daxwaza gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em ê ked û hewl bidin ku hêviyên gelê xwe yê yekîtiya netewî pêkbîninʺ.

(np)

ANHA