Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Divê gavên pratîkî û rêxistinî werin avêtin`

Dîmen

CÎHAD ROJ

SILÊMANÎ- Perlementera HDP`ê Mizgîn Irgat anî ziman ku pêdivî bi yekîtiyê heye û got: ʺÊdî wext hatiye ku em bi gavên pratîkî û rêxistinî bighîjin gavên xwe.ʺ

Perlementera HDP`ê Mizgîn Irgat a ku tevlî Şêwra Yekîtiya Netewî bibû ji ajansa me re axivî û got: ʺPêdiviya me heye ku em bighîjin biyar û çareseriyên hevbeş.ʺ

Mizgîn Irgat bi pîrozkirina gava dîrokî ya ku KNK`ê birêxistinkirî destpê kir û ev tişt naî ziman: ʺYên ku Şêwra Yekîtiya Netewî birêxistin kirin ez wan pîroz dikim. Ji ber Şêwra Yekîtiya Netewî gaveke dîrokî bû û ev gav wê di dîrok û mejiyê gelê kurd de bimîne. Gelê Kurd dixwaze çarenûsa xwe diyar bike û bighîje îradeya azad û serbixwe.ʺ

Girîngiya yekîtiya netewî yek ji mijarên ku Mizgîn Irgat nirxandî û wiha domand: ʺJi bo pêşeroja gelê kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û li her deverê cîhanê yekîtiya netewî erkeke ku ji me têxwestine. Hemû gelê kurd dixwazin di bin banekî de hevdû bibînin. Ji dîrokê û heyanî roja îro pêdiviya gelê kurd bi yekîtiya netewî heye.ʺ

Ji bo Şêwra Yekîtiya Netewî jî Mizgîn Irgat wiha ev tişt naî ziman: ʺŞêwra Yekîtiya Netewî ji bo yekîtiya Kurdistanê gavek bû. Berî niha jî ji bo yekîtiya Kurdistanê gavên wiha hatin avêtin, mixabin ew gav sekinîn û negihîştin encamê. Yên ku tevlî Şêwra Yekîtiya Netewî bûn dixwazin vê yekê pêkbînin û yekîtiya Kurdistanê ava bikin.ʺ

Mizgîn Irgat di berdewamiya gotinên xwe de ji bo yekîtiya Kurdistanî ava bibe tiştên ji me têne xwestin hene û ev tişt got: ʺJi bo gelê kurd bikarbe pirsgirêkên xwe yên ciwan, jin, çand, ziman û aborî çareser bike divê em biryarên zelal û net bidin. Ji ber gelê kurd dixwaze xwe ji hemû aliyan ve birêxistin bike.ʺ

Di berdewamiya gotinên Mizgîn Irgat de hat gotin ku êdî wext hatiye ku gelê kurd bighîje hêviyên xwe û got: ʺSînorên hevpeymana Sayks Bykw, Lozan û Qesra Şîrîn a ku dewletên herêmî û cîhanî pêk anîn, bûn sedema ku gelê kurd nikarbe xwe birêxistin bike. Êdî ji bo roja îro ew sînor pêknayên. Divê gelê kurd wan sînoran bê wate bike. Ev yek jî wê bi yekîtiya Kurdistanî pêk were. Ji me hemûyan tê xwestin ku em xwe birêxistin bikin. ʺ

Mizgîn Irgat  ji bo bêwatekirina sînoran jî wiha dirêjî da axaftina xwe: ʺÊdî tenê hêvî kirin têrê nake ku Yekîtiya Kurdistanî ava bibe, divê gavên piratîkî û rêxistinî werin avêtin û gelê kurd biryarên hevbeş bide. ʺ

Di dawiya gotinên xwe de Mizgîn Irgat de got ku gelê Kurd naxwaze sedsala 21`emîn sedsalên dîtir bijî û wiha axivî : ʺJi bo em di sedsala 21`emîn de bighîjin serkeftine ji me tê xwestin ku em bi ruhekî netewî bixebitin û bighîjin biryar û çareseriyeke hevbeş.ʺ

(np)

ANHA