Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Divê rêxistinên mirovî kiryarên dewleta Tirk eşkere bikin‘

NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bang li rêxistinên cîhanî kir ku kiryarên dewleta Tirk eşkere bikin, û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tev bigerin.

Buroya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê derbarê salvegera Komploya 15‘ê Sibatê daxuyaniyeke nivisîkî belav kir.

Di daxuyaniya Buroya Mafên Mirovan de ev tişt hain gotin:

“Bi kûrbûna aloziya Sûriyê re ku di encamê de bi milyonan ji kuştî, windayî, koçber û wêranbûn çêbûn, gelê Kurdistanê salvegera 19‘emîn, roja reş ku di encamê de Rêberê Azadî û rûmeta mirovahiyê birêz Abdullah Ocalan hate girtin, şermezar dikin.

Desthilatdariya Tirkiyê tecrîda girankirî li ser Rêberê ku projeyên aşîtiyê û demokratiyê pêşkêş kiriye dewam dike, ji ber ku projeyên Ocalan bingeha çareserkirina hemû pirgirêkên Rojhilata Navîn e, di nav de doza gelê Kurdestanê û projeya wê ya Neteweya Demokratîk e. Erîşên wê yên li ser Efrîna bi ewle zihniyeta wê ya faşîzm diyar dike, em dikarin bêjin ku ev êrîş berdewama komployê ye.

Wekî Buroya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, em tecrîda li ser Rêberê Gelên Kurd û êrîşên li dijî Bakurê Sûriyê û projeya wan a demokratîk bi tunedî şermzar dikin.

Di êrîşên li ser Efrînê de ku çekên qedexekirî  hatin bikaranîn, hemû pîvanên navneteweyî û pransîpên mirovahiyê binpê dike.

Her wiha em bang li rêxistinên navneteweyî û herêmî dikin ku kiryarên dewleta Tirk eşkere bike û tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan rake.

(bb)

ANHA