Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Divê rola jinan di paşeroja Sûriyeyê de çalak be’

Nejbîr Osman – Medya Henan

MINBIC – Çalakvana sivîl û hiqûqnasa Sûriyeyê Rîhab Îbrahîm diyar kir ku hêviya wan bi Meclîsa Jinên Sûriyeyê mezin e û ew dikare yekîtiya hêza jinan ava bike û jinên Sûriyeyê biparêze. Her wiha destnîşan kir ku divê hemû jin rola xwe ji bo paşeroja Sûriyeyê çalak bikin.

Çalakvana sivîl û hiqûqnasa Sûriyeyê Rîhab Îbrahîm ku ji bajarê Tertûsê ya Sûriyeyê beşdarî yekemîn kongra damezrêner a Jinên Sûriyeyê bûye ku di 8’ê vê mehê de li bajarê Minbicê hatiye lidarxistin, diyar kir ku lidarxistina vê kongreyê li bajarê Minbicê ku ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin gelekî girîng û xwedî wate ye, nemaze jin di rizgarkirinê de bi roleke sereke rabûn û da zanî ku vê yekê hişt ku ew bi israr beşdarî kongreyê bibe.

Rîhab di axaftina xwe de got ku bila gava destpêkê ya jinên Sûriyeyê ji bo aştiyê be û wiha domand: “Jinên Sûriyeyê xwedî taybetmendiyên cûda ji bo rayedartiyê bike, ji ber vê yekê em dibînin ku destkeftiyên li Bakurê Sûriyeyê pêk hatine di encama beşdarbûna çalak a jinan de ye û di hemû aliyan hebûna xwe çespandiye. Em weke jinên Berava Sûriyeyê hêvîdar in ku ev tecrûbeya bêhempa derbasî herêmên din jî bibe.”

Rîhab got ku hêviya wan bi Meclîsa Jinên Sûriyeyê mezin e, ji ber ku di nava xwe de jinên hemû pêkhateyên Sûriyeyê digire nava xwe û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Armanca me yek e, ew e ku Sûriyeke nû û hevgirtî ji nû ve were avakirin û ev yek jî armanca vê meclîsê ye, ji ber vê yekê ez hêvîdar im kongreyên bi vî rengî li herêmên din ên Sûriyeyê jî bêne lidarxistin.”

Rîhab piştrast kir ku pêwîst e hêzeke hevgirtî ya jinan were avakirin da ku jinên hemû Sûriyeyê bêne parastin û wiha diyar kir: “Li pêşiya me paşeroja Sûriyeyê heye û divê rola jinan di vê paşerojê de çalak be.”,

Rîhab di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên Sûriyeyê kir ku vîn û îradeya jinên Sûriyeyê û rastiya wan diyar bikin û destnîşan kir ku jinên azad her tim kilîta aştiyê li her deverekê ne.

(jh)

ANHA