Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dixwazin ku leşkerên Alman ji Tirkiyê vekşin

NAVENDA NÛÇEYAN- Di dema ku nakokî di navbera dewleta Alman û Tirkiyê de zêde bûn, hat gotin ku divê Almaniya leşkerên xwe yên li balafirgeha hewayî Incirlîk vekşîne.

Berdevkê Parlementerê yê Kitleya Perleman a Partiya Xiristiyan a Civakî ya El Pafarî ya Karûbarên Siyasî, Ewlehî û Derve Falurian Han got: ʺÊdî hikûmeta Tirkiyê nema dikare parastina leşkerên me yên Incîrlîkê bike. Leşkerên Alman ên ku li Tirkiyê ne, esîr di destê dewleta Tirk de ne. ʺ

Han anî ziman ku divê Almaniya destûr nede ku artêşa Almaniya bibe dîlê dewleta Tirk. Hinek balafirgehên hewayî weke ya paytexta Urdunê Eman hene ku bibin elternatîfa Incirlîkê.

Rayedarên Tirkiyê qedexe kir ku parlementerên girêdayî Perlemena Alman serdana leşkerên xwe yên Incirlîkê bikin.

(np)