Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Diyar Hebûn: Dê îsal li Rojhilata Navîn bihareke pir rengîn bê jiyîn

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar û Rojnamevan Diyar Hebûn got:”Li Rojava di bihara 2017’an de pengavên nû yên operasyona herêma Reqqa destpê kirin û bi awayekî serkeftî berdewam dikin. Vê yekê di hemû gelên Rojavayê Kurdistanê û Sûriye de hêvî û baweriyek ava kir. Ji ber vê yekê diyar e ku îsal dê li Rojhilata Navîn, bihareke pir rengîn bê jiyîn.

Diyar Hebûn di nivîsa xwe ya vê hefteyê di rojnameya Ronahî de girîngiya lidarxistiina çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya  naveteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên 8`ê Adarê û Newrozê, nirxand.

Nivîsa Diyar Hebûn wiha ye:

“Kurdan û dostên wan, 18’emîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê, bi çalakiyên xwe yên girseyî ku li her qadekê pêş xistine pêşwazî kirin. Li gorî salên berê, îsal çalakiyên girseyî zêdetir berfireh û bi tesîr bûn. Ji Ewropa heya Rûsya, ji Rojava heya Başûr, ji Bakur heya Rojhilat, li her cihekî Kurdistan û cîhanê çalakiyên xurt pêş ketin. Her wiha rik û berteka çalakgeran jî, ji her demekê zêdetir bû. Bi awayekî eşkere danîn holê ku êdî naxwazin li gel pergala êşkenceyê ya Îmraliyê bijîn û bi yek dengî dirûşmaya “Ji Ocalan Re Azadî” berz kirin. Diyar e ku dê ew çalakî, di sala 19’emîn a komployê de bibin bingeha têkoşîna serkeftina teqûz.

Li gel van çalakiyên girseyî em dikevin heyveke nû ya Adarê. Ango cejneke din a 8’ê Adarê û Newrozê tê. Diyar e ku di vê 8’ê Adarê de dê têkoşîna azadiyê li her qadeke mezintir bibe û dê jin li hemberî pergala deshilatdar a zilam; li hemberî tecîz, destdirêjî û komkûjiyan daxwazên azadiyê bi dengekî xurtir û gurtir biqîrin. Ji wê jî zêdetir, diyare ku dê ev daxwaz û têkoşîna xwe, li gel Şoreşa Azadiya Rojava bikin yek û di têkoşîna înşa û parastinê ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriya Demokratîk de pêşengtiya xwe bigihînin lûtkeyê.

Pêve girêdayî dê Newroza 2017’an çawa derbas bibe? Ji niha ve ew mijara meraq û kelecaniyê ye. Bi rastî encama têkoşîna li hemberî DAIŞ, AKP-MHP ku Dehakên nûjen in hatiye dayin, dê çawa biteyise ser qadên Newrozê? Dê serkeftina Minbiçê, operasyonên Mûsil û Reqqayê, li ser pîrozbahiyên Newrozê tesîreke çawa bikin? Berxwedanên xwerêveberiyên xweser ku ji Cizîr û Surê destpê kirin û li hemû bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê belav bûn, wê pîrozbahiyên Newroza 2017’an çawa tesîr bikin? Lewma di Newroza 2016’an de hê jî rewş ne diyar bû û tesîra wê di asta herî jor de nehat fêmkirin. Lê niha hovîtiya êrîşkariya faşîst-qirker û rastiya azadîxwez ya berxwedanên demokratîk bi her alî ve ronî bûne; ji ber vê teqez tesîra xwe li ser pîrozbahiyên Newrozê jî bike. Bertek û rika gelê Kurd û dostên wan ku li hemberî êrîşkariya faşîst-qirker mezin kirine, dê li qadên Newrozê were dîtin. Dê bahozê ku li van qadan rabe, wê vegere zemîna şoreşeke nû.

Her çiqas îsal li Kurdistanê pir zêde berf  barî be jî, nikarî germahiya leşkerî û siyasî ya zivistana 2016-17’an kêm bike. Lewma qada leşkerî û siyasî pir germ e. Ji kîjan alî mirov bigre dest jî, ew yek diyar dike ku bihareke rengîn û bi têkoşînê dagirtî jî dê were jiyîn. Jixwe heya dawiya sala 2016’an pêvajo hêzên berxwedêr diyar kirin. Li Rojava darbeyên ku ji hovîtiya DAIŞ’ê hatine xistin, li Bakur jî darbeyên ku ji faşîzma AKP û MHP’ê hatine xistin, ev hêzên faşîst gêjûmêj kirin. Li dijberî wê vê têkoşînê dilê gel û hemû bindestên Rojhilata Navîn jî hûnik kir. Bi destpêka sala 2017’an ve jî li Bakur referandûma ket rojevê. Vê yekê jî pêvajo cardin germ kir. Hemû jin, ciwan, karker, kedkar, Kurd, Elewî û bindestên ku li Tirkiye dijîn bi rengîniya xwe dibêjin, “ji faşîzma AKP-MHP’ê re Na!” Li Rojava jî, di bihara 2017’an de pengavên nû yên operasyona herêma Reqqa destpê kirin û bi awayekî serkeftî berdewam dikin. Vê yekê di hemû gelên Rojavayê Kurdistanê û Sûriye de hêvî û baweriyek ava kir. Ji ber vê yekê diyar e ku îsal dê li Rojhilata Navîn, bihareke pir rengîn bê jiyîn.

Li ser vê esasê em dikevin heyva Adarê; em ber bi pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û Newrozê ve diçin. Tê dîtin ku di van pîrozbahiyan de, di destpêkê de jinên Kurd hemû jinên Rojhilata Navîn hem zêdetir bi rik in, hem jî zêdetir bi coş û kelecan in. Di nava şert û mercên şer de, jin pir êş dikşînin; ji ber vê rika wan mezin e. Her wiha jin bi coş û kelecan in; lewma di têkoşîna şoreşgerî de rêka azadî û rizgariyê dibînin. Dema ku li ser vê esasê xwe rêxistin bikin û têkoşîna xwe xurt bikin, dê azadiyê jî hem ji bo xwe hem jî bo hemû civakê pêş bixin. Em vê yekê hêvî û bawer dikin.

Heman hêvî û bangawaziya me ji bo Newrozê jî heye. Diyar e ku tesîra pîrozbahiyên jinan yên 8’ê Adarê, dê pîrozbahiyên Newrozê jî diyar bike. Dê Newroza 2017’an bibe roja ku ji Dehakên nûjen hesap tê pirsîn. Di destpêkê de hovîtiya DAIŞ’ê ji holê rabike. Her wiha dê deshilatdariya Erdoxan-Bahçelî ku li ser xwîna ciwanên Kurd xwe dide jiyandin, birûxîne û bi erdê ve bike yek. Diyar e ku îsal di wateya xwe ya rast de, Newroz dê bibe berxwedana azadiyê û destxistina serkeftina gelan. Dê vegere cejneke nû ku ji faşîstên herêmê û dagirkerên Kurdistanê hesap tê pirsîn. Dê hêza gelan ji van derdorên faşîst ku çavsorkî bûne re nîşan bide.

Di destpêkê de gelê Kurd, hemû jin û gelên Rojhilata Navîn 8’ê Adarê û Newrozê bi vî rengî pêşwazî dikin. Em jî li ser vê esasê di destpêkê de Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê, ji hemû jinan pîroz dikin. Her wiha ji niha ve em cejna Newrozê ya gelê Kurd û hemû bindestan pîroz dikin. Di şexsê şehîdê mezin yê Newrozê Mazlum Doxan de, em hemû şehîdên  têkoşîna azadiyê bi rêz û mînet bîr tînin. Em bawer dikin ku dê ew Newroz li ser şopa şehîdên leheng vegere rojeke azadiyê ku gel serkeftinê bi dest dixin û faşîzmê dirûxînin.

(kc)