Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Diyar Hebûn: Gelên Rojhilata Navîn dê Komployê vala derbixin

NAVENDA NÇEYAN – Rojnamavan û Nivîskar Diyar Hebûn di nivîsa xwe ya Rojnameya Ronahî ya vê hefteyê salvegera komploya navnetewî girte dest û got ku komplo di şexsê Ocalan de dixwazin derbeyê li pêşveçûyînên li Rojhilata Navîn bixin. Hebûn, da zanîn ku gelên Rojhilata Navîn dê û hişyariya wan dê komployê vala derbxin.

Nivîsa Diyar Hebûn wihaye: ʺ

Em dikevin salvegera 19’emîn a Komploya Navnetewî û berxwedana dîrokî ya li dijî komployê. Em di destpêkê de Rêberê Konfederalîzma Demokratîk ku 18 salin li dijî pergala tûndî û êşkenceyê ya Îmrali’yê sekneke bêhempa nîşan dide û sekna berxwedêr ya Îmraliyê ku ev komplo pûç kiriye û her roj serkeftinên nû bi dest dixe silav dikin. Em di şexsê şehîdên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” de hemû şehîdên têkoşîn û azadiya Kurdistanê bi rêz bîr tînin.

Komploya navnetewî tenê li hemberî Serokatiya Konfedaralîzma Demokratîk Abdullah   Ocalan pêk nehat. Di şexsê wî de hewl hate dayin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê, tevger û derdorên pêşverû yên Rojhilata Navîn ku polîtîkayên dagirkerî û metîngehiyê yên hêzên Modernîteya Kapîtalîst vala der dixin û li ser esasê wekhevî û azadiya gelan felsefe û pergaleke nû pêş dixin werin îmha kirin. Ji vî alî ve Komploya Navnetewî êrîşeke înkar û tunekirina gelê Kurd û astengkirina pêla azadiyê ku li Rojhilata Navîn pêş dikeve ye.

Berpirsyarên vê komployê jî di destpêkê de hêzên hegemonîk ku li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî polîtîkayên berjewendîperest in. Van hêzan, di komployê de gelek hêzên dîtir yên Ewropa, Efrîqa, Asya û Rojhilata Navîn jî bikaranîn û di komployê de rolek da wan. Her wiha hêzên xwe weke “Kurd” pênase dikin û bûne pêlîstoka pergala qirêj jî di nava vê komployê de xwediyê ristekê ne. Van hêzan di kîjan peymanan de li ser esasê kîjan berjewendiyan xwe firotin, hê jî di bîra me de ye.

Di rojeke wisa de ya herî girîng jî; divê em armanca vê komployê baş bizanibin, da ku em bikaribin têkoşîneke xurt jî li hemberî wê bidin û vê komployê vala derxînin. Ya yekemîn, ev komplo êrîşa herî dawî ya pergala ku dixwaze gelê Kurd tune û înkar bike ye. Hêzên ev komplo pêş xistine, avaker û afirînerên pergala ku gelê Kurd înkar dike û erdnigariya wan di nava dewletan de parçe kiriye ne. Ji ber ku Abdullah Ocalan, li gel Tevgera Azadiya Kurdistanê ev Kurdên ku hatine înkarkirin û tunehesibandin, ji nû ve vejandin û têkoşîna wan ya hebûnê ser xist rastî komployeke wisa hat. Bi vî awayî komployê Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi awayekî giştî hemû rêxistinên gelê Kurd xistin hedefa xwe û xwest îmha bike. Bi vê yekê jî dixwazin qirkirina çandî ku li ser gelê Kurd ferz dikin, bigihêjînin encamê. Ango komplo, êrîşeke xayinane ku li dijî hebûn û pêjeroja azad a gelê Kurd hatiye pêş xistin e.

Ya duyemîn, piştî belavbûna Sovyetan û serneketina tevgerên sosyalîst yên wê demê; di êniya çepgiriyê û sosyalîzmê de lewazbûnek hate jiyîn, êdî ti cihên cîhanê ti kesî nikarî li sosyalîzmê xwedî derkeve. Tevgerên heyî jî hemû bêtesîr man. Lê tam di vê demê de Abdullah Ocalan got, “di sosyalîzmê de israr, di mirovbûnê de israr e.” Bi gotinê jî nema, li Kurdistan û Rojhilata Navîn hewl da ku qeyrana sosyalîzma pêkhatî dijî derbas bike û alternatîfeke nû pêş bixe. Ango di cîhanê de bû nunerekî rêzdar yê sosyalîzma demokratîk. Her wiha li erdnigariya Rojhilata Navîn ku her weke xaka metîngehî û aloziyê hatiye dîtin, bi felsefeya Ocalan li ser esasê biratiya gelan pêşketinên gelperwer pêş diketin. Ango li ser esasê xwe rêveberin, çanda xwe parastin, pergaleke demokratîk pêş xistinê şiyarbûnek di gelên Rojhilata Navîn de pêş diket. Ev yek jî ji bo polîtîkayên dagirkerî û metîngehiyê yên hêzên hegemonîk xeterî bûn. Ango bi fikra sosyalîzmê, li Rojhilata Navîn pêşketina pergaleke demokratîk û gelperwer, ji bo hêzên hegemon û maşikên wan yên herêmê xeterî bû. Armanceke esasî ya komployê jî astengkirina vê felsefê û pargalê bû.

Niha em dikevin sala 19’emîn a berxwedana li dijî komployê û afirîneriya bêhempa ya Îmraliyê. Hem berxwedaniya Ocalan a Îmraliyê, hem jî berxwedana gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, di astekê de ev armancên komplogeran vala derxistin. Ne dikaribûn têkokşîna hebûn û azadiya gelê Kurd tune bikin, ne jî dikaribûn pêşketinên şoreşgerane yên Rojhilata Navîn asteng bikin. Serhildanên gelê Ereb ku weke “Bihara Ereban” tên pênasekirin, bi taybetî jî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê vê yekê bi awayekî berbiçav nîşanî me dide. Ti kes nikare îdîa bike ku felsefe û pergala Konfedaralîzma Demokratîk ya Ocalan pêş xistiye, di van pêşketinan de risteke mezin nalîze.

Bêguman îro jî qebûlkirina komployê û li hemberî wê bedeng mayin ne gengaz e. Lewma gelê Kurd û hêzên demokratîk vê yekê qebûl nakin û li her cihî çalakiyên “ji Ocalan re azadî” dar dixin. Bi taybetî di bin vî navî de çalakiyên ku ji Dêrîkê heya Efrînê li seranserê Rojavayê Kurdistanê pêş dikevin pir bi wate ne. Çalakiyên ku li ser vê esasê pêş dikevin, hem ji milê dîrokî ve hem jî milê pêvajoya heyî ve çalakiyên herî mafdar û rewa ne. Diyar e ku gelên herêmê da ku Ocalan azad bibe û pergala êşkenceyê ya Îmraliyê ji holê were rakirin, da ku têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd û şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn bigihêje serkeftinê; têkoşîna ku 18 salin pêş dixin, dê îsal bigihêjînin lûtkeyê. Teqez wê di sala 19’emîn a berxwedana li dijî komployê de, her qadekê bikin cihê çalakiya “Azadiya Ocalan” û vê salê vegerînin sala serkeftin û azadiyê. Tenê bi vî awayî mirov dikare ji sekin û helwesta Ocalan re bibe bersiv û rexnedayina “dostaniya sexte û rêhevaltiya kêm” bide.