Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Doza Kurdî bi mafên çandî û herêmên xweser nayê çareserkirin’ -1

Federaliyê zagonên hilbijartin û dabeşbûna herêmên rêveber derxist

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokartîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif da zanîn ku xebatên federaliyê bi rêk û pêk birêvediçin û niha li Bakurê Sûriyeyê zemînê hilbijartinên federaliyê bi amadekirina zagonên hilbijartin û dabeşkirina herêmên xweser tên kirin.

Hediye Yûsif xebatên Federaliya Bakurê Sûriyeyê û girîngiya vê projeyê ji tevahiya Sûriyeyê re bi berferehî ji ANHA` re nirxandin. Her wiha di nava gotinên xwe de jî bal kişand ser reşnivîsa destûra bingehîn ku ji aliyê Rûsya ve hat pêşniyarkirin û got “Doza kurdî li sûriyeyê ne dozeke çandî ye, em neteweke xwedî dîrok, şaristanî û çandî ne, ev doz bi mafên çandî û herêmên xweser ve nayê çareserkirin.”

Beşa yekemîn ji hevpeyvîna bi Hevseroka Federaliya Demokratîk Hediye Yûsif wiha ye:

Ji bo pêkanîne Federaliyetê niha xebatên ku hûn didin meşandin çi ne?

Piştî îlankirina Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokarîk a Bakurê Sûriyeyê di 16,17`ê adara sala bihurî de, Desteya Rêxistinî ya meclîsê erka danasîna vê sîstemê li herêmên Sûriyeyê nexwasim li Bakurê wê û welatên derve, hilgirt ser xwe.

Her wiha, Desteyê reşnivîsa Hevpeymana civakî amade kir, pişt re Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliyê civîna xwe ya duyemîn lidar xist û tê de reşnivîs hat erêkirin û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê, belgeya siyasî derxist.

Di civîna dawiyê ya Meclîsê de we desteya Rêveber ava kir, erkên vê desteyê çi ne?

Di civîna duyemîn de erkên Meclîsa Damezrêner hat guhertin û êdî jê hat xwestin ku zagonên hilbijartin û dabeşkiria herêmên rêveberiyê li Bakurê Sûriyeyê diyar bike.

Wekî din ji bo pêkanîna sîstema federal pêwîstî hat dîtin ku nasname, erk û forma Desteya Rêxistinî ya Meclîsê bê guhertin, ji ber Desteya Rêxistinî erka xwe ya amadekirina reşnivîsa Hevpeymana civakî pêk anîbû, lewma êdî navê wê veguherî Desetya Rêveber a Sîstema Federal û erkê wê hatin guhertin ku êdî rola hikumeteke demkî pêk bîne. Ev yek jî heta ku hilbijartinên Federaliyê bên lidarxistin. Lewam Desteya Rêveber dest bi amadekariyên pêkanîna hilbijartinan li Bakurê Sûriyeyê, avakirina desteyan û xurtkirina zemînê vê sîstemê dike, dîsa dê têkiliyan bi hundir û derve re çêbike ji bo ku pêşketinên sîstema federal ji her kesî re vebêje.

Wê demê rola Meclîsa Damezrêner dibe çi, erkên vê meclîsê di dema niha de çi ne?

Meclîsa Damezrêner niha bi riya komîteyên xwe yên pispor li ser amadekirina zagonên hilbijartin û dabeşkirina herêmên xweser kar dike, dema ku amadekarî biqedin dê careke din ji bo nîqaşkirin û erêkirina wan li hev bicive.

Dîsa niha em derfetên bihev re lidarxistina hilbijartinên Şaredarî û Meclîsên Gel nîqaş dikin, wê demê dê Meclîs zagona Şaredariyan jî amade bike. Bi gotineke din dê Meclîsa Damezrêner ya Sîstema Federal bimîne û bi rola zagonî rabe, heta ku Meclîsa Gelan a Demokratîk di demên pêş de bê hilbijartin.

Amadekariyên hilbijartinên Federaliyê li Bakurê Sûriyeyê tê kirin, ev amadekarî çi ne? Kengî dê hilbijartin pêk bên û çawa ?

Ji bo hilbijartinên Federaliyê, tekez dê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan di asta herêmên Bakurê Sûriyeyê bê çêkirin û li her herêmeke Bakurê Sûriyeyê dê şaxên wê bên avakirin. Ev yek jî li gor hevpeymana civakî ya Federaliyê ye ku destnîşan dike “pêwîste ev komîserî bibe cihê baweriya meclîsa Gelan a Demokratîk ( parlemento)”, lê ji ber ev meclîs hîna nehatiye çêkirin, em ê xwe bispêrin komîseriyên ku li her sê kantonên Rojava (Cizîr, Kobanî, Efrînê) hene, ev yek jî heta ku Meclîsa Gelan a demokartîk bê avakirin.

Lê derbarê Sîstema Rêveberiya Xweser de, gelo ev sîstem dê bimîne, bi taybet piştî avakirin û hilbijartina deste û saziyên federaliyê?

Sîstema Federal xwe dispêre Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Piştî îlankirina sîstema federal ramanên ku rêveberî êdî bê rol ma, hatin belavkirin. Ev yek şaş e, li gor hevpeymana civakî a Federaliya Demokratîk her herêmek dê li gorî taybetmendiyên xwe, rêveberiya xwe ava bike. Ev yek jî bi komîn, gund, navçe, herêm, kanton û iqlîm ve destpê dike, yanî Sîstema Federal dê li gor Rêveberiya Xweser kar bike, bi gotineke din her herêmek dê li gor taybetmendiyên xwe herêma xwe birêve bibe.

Mînak eger kantona Cizîrê bû iqlîm, wê demê Meclîsa Zagonsaz dê ji hev bikeve û Meclîsa Gelên Iqlîm bê hilbijartin, dibe ku endamên Meclîsa Zagonsaz ya niha jî bibin endamên Meclîsa Gelên Iqlîm, lê endamtî dê bi riya hilbijartinan bê diyarkirin.

Misyona Meclîsa Gelên Iqlîm li gor taybetmendiyên herêmê zagonan derxe, lê bi şertê ku ne dijî naveroka Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federal be.

Piştî hilbijartina Meclîsa Gelê Iqlîm, meclîs dê du kesan ( hevserok) ji bo avakirina Meclîsa Rêveber a Federal a Iqlîm erkdar bike. Li gor hevpeymana Civakî ji sedî 80 ji endamên Meclîsa Rêveber  di heman demê de endamên Meclîsa Gelên Iqlîme û ji sedî 20 jî pispor û teknoqratin. Dema ku hevserok lîsteya navên endaman bi dawî bikin, dê ji Meclîsa Gelên Iqlîm re pêşkeş bikin, da ku erê bike û êdî li gora wê Meclîsa nû li şûna Meclîsa Rêveber a heyî dest bi kar dike. Wê demê dê Meclîsa Rêveber a heyî bê ji hevxistin, lê ev nayê wateya ku sazî û dezgehên pê ve girêdayî jî dê bên ji hevxistin, lê dê li gora sîstema federal karê xwe bidomînin.

Ji bo selahiyetên kanton an Iqlîm jî, dê hin ji selahiyetên heyî bên kêmkirin û dê bibin misyona hikumeta federal. Weke têkiliyên derve, parastin û aborî. Yanî di sîstema rêveber a federaliya demokratîk de dê guhertin pêk bên.

Meclîsa Gelan a Demokratîk û Hikumeta Bakurê Sûriyeyê dê çawa bên hilbijartin?

Piştî bidawîbûna hilbijartinên meclîsên gel yên herêm, kanton û iqlîm ku dê li gor zagona dabeşkirina herêmên rêveber bên diyarkirin, dê hilbijartinên Meclîsa Gelan a Demokratîk li tevahiya herêmên Bakurê Sûriyeyê bên destpê kirin. Hejmara endmên Meclîsê û nunerên kantonan dê li gor hejmara şêniyên wê bin. Li gor madeya girêdayî Meclîsa Gelan a Demokratîk a di hevpeymana civakî de, ji sedî 70 ji endaman dê bi riya hilbijartinên giştî bên derxistin, ji sedî 40 jî nûnerên pêkhate, netewe û etnîkên din in.

Paşê Meclîsa Gelan a Demokratîk dê di civîna xwe ya yekemîn de endamên dîwan û Hevserokên Meclîsa Gelên Demokratîk û du kesan (hevserokên Meclîsa Rêveber) hilbijêre. Herdu hevserok dê lîsteya endamên Meclîsa Rêveber ( Hikumeta Bakurê Sûriyeyê) saz bikin û lîsteyê radestî Meclîsa Gelan a Demokratîk re bike. wê demê meclîs jî dê  nîqaş bike.

Siba : Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û şêwazî têkiliyên wê bi Şamê re.

(nse)

ANHA