Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dr. Ermenî: Hûn nikarin felsefeya Ocalan tarî bikin

DÎCLE EHMED

KOBANÊ – Ji pêkhateyê ermenî Dr. Yaqûb Strak destnîşan kir ku desthilatdariya Tirk bi kiryarên xwe nikare fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sînordar bike û bang li rêxistinên navnetewî kir ku zextê li Tirkiyê bike ku rewşa Ocalan diyar bikin.

Dr. Yaqûb Strak beşdarî çalakiya ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan a li bajarê Kobanê hatiye lidarxstin bûye. Strak têkildarî beşdarbûna xwe ya di çalakiyê de axivî destnîşan kir: “Ji bo em rewşa Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan a tenduristî nas bikin, em li vir kom bûne. Em wekî pêkhateyê ermenî destekê didin gelê kurd û piştgiriya vê çalakiyê jî dikin. Em ji Erdoganê dîktator dixwazin ku di serî de rewşa Ocalan zelel bikin. Di heman demê de m ji Ocalan re azadî dixwazin.”

Dr. Yaqûb neheqiya li ser Rêber Ocalan dikin, em van neheqiyan şermezar û nelet dikin û wiha dom kir: “Banga me ji rêxistinên mirovî û saziyên têkildarî mafên mirovan re ew ku zextê li Tirkiyê bike da ku Ocalan azad bike. Welatiyên Ermenî ji gelên dîtir zêdetir êşa gelê kurd dizane û hîs dike. Pir rewşembîr, zane, siyasetmedar û rûspiyên ermeniyan jî rastî zulmekî mezin û komkujiyan hatin. Rastiya komkujiya Osmaniyan a li hember ermenan di dîrokê de eşkereye.”

Yaqûb Stark di berdewama axaftina xwe de daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Parlemantoya Ewropayê kir ku dengê xwe bilind bikin da ku desthilatdariya Tiriyê kiryarên xwe yên derheqê Ocalan de rawestîne û diyar kir ku Ocalan gelê  xwe û tevahî gelên herêmê ji zulmê rizgar dike.

Dr.Yaqûb Strak di dawiya axaftina xwe xîtabî dewleta Tirk kir û wiha got: ” Hûn dikarin Rêber Abdullah Ocalan dîl bigrin, lê hûnê nikaribin fikir û felsefeya wî ya gihiştiye milyonan kesan tarî bikin.”

(rr)

ANHA