Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Du ciwanên din li zindanên Îranê hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – 2 çalakgerên din ên di çalakiyên protestoyî yên li dijî xizanî û zordariya rejîma Îranê hatin binçavikrin, li zindanên Îranê bi îşkenceyê hatin kuştin.

Hat zanîn ku rejîma Îranê ciwanên bi navê Saro Qehremanî li Zindana Sinê û Alî Pûladî jî li Zindana Çalûsê bi sedema ku tevlî çalakiyên li welêt bûne bi îşkenceyê kuştin. Bi vî awayî hejmara mirovên li zindanê bi îşkenceyê hatin kuştin, bû 6 kes.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, ciwanê Kurd ê bi navê Saro Qehremanî (24) ku li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê hate binçavkirin. Qehremanî beriya niha bi 10 rojan hatibû binçavkirin û li zindana Sinê bû. Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê duh bi telefonê li malbata Qehremanî geriyane û ji wan re gotine ku divê were cenazeyê kurê xwe rake.

Li zindana Çalûs a li wîlayeta Mazenderan a li bakurê Îranê jî, çalakvanê bi navê Alî Pûladî yê 26 salî ku li vê wîlayetê di çalakiyan de hate binçavkirin, li zindanê bi îşkenceyê hate kuştin.

Li gorî daneyên fermî, ji 28’ê Kanûna 2017’an dema destpêkirina çalakiyên gel ên li gelemperiya Îranê, 22 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 hezar kes jî hatin binçavkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku di 10 rojên dawî de 6 kes bi îşkenceyê li zindanan hatin kuştin.