Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Du partiyên din daxwaznameya ruxsetê pêşkêş kirin

AMÛDÊ – Partiya a Asûrî ya Demokratîk û Partiya Nûjen a Demokratîk li Sûriyê, piştî ragihandina Destaya Hundirîn a ji bo ruxstkirina partiyan, daxwazmaneya ruxsetkirinê pêşkêşî Komîteya kar û barên partiyên siyasî ya Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê, kirin.

Şandeyek ji Partiya Asûrî ya Demokratîk û Partiya Nûjen a Demokratîk li Sûriyê serdana baregeha Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê ya bajarê Amûdê kirin da ku daxwaznameya ruxsetkirinê  pêşkêşî Komîteya  Partiyên Siyasî ya Maclîsa Zagonsaz bikin.

Şandeya ku ji Serokê Partiya Asûrî ya Demokratîk Wail Mîrza û Serokê Patiya Nûjen a Demokratîk li Sûriyê Îsmaîl El-Hene pêk dihat ji aliyê Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo, Hevserokên Dîwanê Meclîsê Ebdulkerîm Siko û Perwîn Mihemed ve hatin pêşwazî kirin.

Di civîna Meclîsa Zagonsaz bi hedu partiyan re, Serokên herdu partiyan daxwaza ruxsetkirina herdu partiyên xwe kirin da ku karibin karê siyasî di hundirê Kantonê de bi awayekî fermî bikin.

Endamê Komîteya kar û barên partiyên siyasî ya Kantona Cizîrê destnîşan kir ku Komîte dê daxwaza ruxsetkirinê bixweînin û li gor şetên ruxsetkirina partiyan bersivê bidin.

Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê, civînek çapemeniyê lidar xist daxuyaniyek da û got ku divê di nava 24 saetande hemû partiyên siyasyî yên ne hatine ruxsetkirin, ruxsetên xwe pêşkêş bikin.

(rr)

ANHA