Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Du partiyên siyasî daxwaznameya ruxstê pêşkêş kirin

AMÛDÊ –Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê daxwaznameya ruxsetkirina partiyên xwe pêşkêş Buroya partiya a Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk kirin.AMUDE-PARTT-HAIN-QOCANE (2)

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê serdana navenda  Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê ya li bajarê Amûdê kirin da ku daxwaznameya ruxsetkirina partiyên xwe pêşkêşî Komîteya Partiyên Siyasî ya Meclîsa Zagonsaz bikin.

Şandeya herdu partiyan ji aliyê Dîwana Komîteya Partiyên Siyasî ya Kantona Cizîrê ve hatin pêşwazîkirin.

Di civîna ku Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê bi Komîteya Meclîsa Zagonsaz re kom bûne de, herdu partiya daxwaznameya ruxsetkirina partiyên wan pêşkêşî Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî ya Maclîsa Zagonsaz a Kantonê kirin, da ku bi awayekî fermî dest bi karê xwe yê siyasî bikin.

Endamê Komîteya KarûBarên Partiyên Siyasî ya Kantona Cizîrê diyar kir ku Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî dê herdu daxwaznameyên hatine pêşkêşkirin bixwînin da ku dema şert û binerin ku şertên têne xwestin hatine bichkirin û paşê bersiv bidin.

Desteya Hundir a Kantona Cizîrê duh civînek çapemeiyê lidar xist û got ku divê di nava 24 saetan de partiyên ne hatine ruxstkirin, daxwaznameyên xwe yên ruxstkirinê pêşkêş bikin.

(rr/dc)

ANHA