Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Du şandeyên Siûdiyê dê serdana Îranê bikin

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezareta Derve ya Îranê anî ziman ku wê ji Siûdiyê du şande biçin serdana Îranê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behrem Qasimî ji rojnamevanan re axivî û got:ʺ Ji Îranê wê du şande serdana Siûdiyê bikin her wiha ji Siûdiyê jî wê du şande biçin serdana Îranêʺ.

Qasimî anî ziman ku dê şandeyên Siûdiyê ji bo kontrolkirina navendên xwe yên dîplomasî li Îranê, serdana Îranê bikin.

Di nava gotinên Qasimî de hat gotin ku hîna wextê serdana şandeya Siûdiyê ji bo Îranê nehatiye diyar kirin û dibe ku piştî rojên Hecê be.

Çavkaniyên raghandinê anîn ziman ku 2016`an navendên dîplomasî yên Siûdiyê li Îranê rastî êrîşê hatin û ev şandeyên Siûdiyê wê biçin navendên xwe yên dîplomasiyê kontrol bikin.

(np)