Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Dûrxistina aliyên Bakurê Sûriyeyê ji Sochi hewldaneke windakirina demê ye’

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiya Sûriyeyê û Endamê Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk Fîras Qesas diyar kir ku ne pêkan e çi konferansek ji bo kombûneke siyasî encamekê werbigire, eger nûnerên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê jê hatibe dûrxistin. Ji ber ku dûrxistina aliyên çalak di tecrûbeya Bakurê Sûriyeyê de ji Sochi hewldaneke windakirina demê ye.

Fîras Qesas diyar kir ku “normal e ku ti çareserî di destên evan aliyê ku xwe bi opozîsyona Sûriyeyê bi nav dikin de tune be, ji ber ku bi heman zihniyeta rêjîma Sûriyeyê tevdigerin û qaşo dijberiya wê dikin. Herdu alî girêdayî heman aliyê çêkera siyasetê ne, herdu alî xwe dispêrin heman bîrdoziyê û li hemberî demokrasiyê di wateya wê ya giştî û bingeha wê ya felsefî de ku ji naveroka azadî û wekheviyê derdikeve, tore dibin.”

Ev daxuyaniya Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiya Sûriyeyê û Endamê Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk Fîras Qesas di derbarê konferansa Sochi û aliyên ku dê beşdarî wê bibin û encamên ku dibe jê derbikevin de di hevpeyvîneke wî ya bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re bû. Hevpeyvîn wiha ye:

  • Bi nêrîna we gelo rewşa navnetewî ji bo lidarxistina konferansa Sochi guncaw e?

Di destpêkê de ka ez mijara lidarxistina konferansê û fektorên serkeftina wê ji hevûdu cûda bikim. Eger vexwendina konferansekê were kirin û armanca wê peydakirina çareseriya dozekê be û paşê di rastiyê de pêk were û konferans bi ser bikeve û armanca lidarxistina wê pêk were, ev mijareke cûda ye, di vê wateyê de rewşa navnetewî heta radeyekê guncaw e da ku konferansa Sochi lidar bikeve. Nemaze êdî Rûsya Federal hêza navnetewî ya herî çalak di dosya Sûriyeyê de ye, bi taybet di çarçoveya nedijberiya Emerîka de, her wiha eva dawî jî li ser tîpên stûr ên nexşekirina rewşa Sûriyeyê bi Rûsyayê re lihev kirine. Dîsa li rex kêmbûna dijberiya bilokên herêmî di derbarê Sûriyeyê de û veguhertina helwestên dewletên herêmê di mijara dûrxistina serokê rêjîma Sûriyeyê di destpêka qonaxa veguhestinê de. Ji ber van mijaran lidarxistina konferansa Sochi yan derengxistina wê tenê ji ber mijarên lojestîk û teknîkî ye û ne ji ber sedemên siyasî yên cewherî ye.

  • Di rêgez de gelo ferq û cûdahiya di navbera Sochi û yên beriya wê ji konferansên Cenêvê çi ye?

Di rastiyê de Sochi ji riyeke danûstandinê bêtir di wateya wê ya teknîkî de, rûdaneke pêşandana şanoyê ye û armanca wê peyamên sembolîk û manewî yên hegomoniya merca Rûsya di çareseriya doza Sûriyeyê de ye. Gelo çawa konferansek ji pêtirî hezar kesî pêk tê çawa dikare encamên danûstandinan di du yan sê rojan de werbigire, ev jî ne pêkan e.

Lê Cenêv di aliyê lêveger, birêveberî û hêmanan de konferanseke navnetewî ye û di çarçoveya wê ya teknîkî de danûstandin e û hemû aliyên ku dibe di aliyê têkorî de lihev bikin komî hevûdu dike û rêbazên danûstandinê yên navdar bikar tîne da ku bigihêje çareseriyeke siyasî. Lê konferansa Astana rengê wê yê leşkerî û ne siyasî têde serwer bû û armanca wê peydakirina fektorên leşkerî li ser erdê bû da ku rê li pêşiya çareseriyeke siyasî vebike, lê dîsa jî li gorî têgihîştina Rûsyayê bi awayekî sereke, ev ji aliyekî ve ye. Ji aliyekî din ve jî Astana berûvajî Cenêv ti lêvegereke wê ya navnetewî tune ye, lê tenê li ser lihevhatinên veşartî û eşkere yên di navbera dewletên herêmî û Rûsya û Emerîka de pêk tê.

  • Diyar e nûnerên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dê ji Sochi bêne dûrxistin, bi nêrîna we gelo ti encam dê ji Sochi derbikevin, eger nûnerên Federaliyê beşdarî wê nebin?

Di bingeh de ne pêkan e çi konferansek ji bo kombûneke siyasî encamekê werbigire, eger aliyekî li ser erdê çalak e ji vê civîna siyasî were dûrxistin. Bi vê têgihîştinê hemû aliyên ku dixwazin nûnerên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji van munasebetên girîng dûr bixin û danûstandinê bi hin aliyên din re bikin da ku çareseriyekê peyda bikin û zemîneke têorî jê re pêk bînin, di rastiyê de van munasebetan sînordar dike û muhra Baasê lê dide. Sochi weke ku me aniye ziman di bingeh de ti guhertineke nirxdar di dosya Sûriyeyê de pêk nîne ji ber sînordarî û peywirdariya wê ya sembolîk û şanogerî têde serwer e. Her wiha dûrxistina aliyên çalak li ser erdê di tecrûbeya Bakurê Sûriyeyê de riya serkeftinê li pêşiya Sochi digire û tenê hewldaneke windakirina demê ye.

  • Şandeyên (opozîsyon û rêjîmê) bêyî ku projeyeke wan a çareserkirina aloziyê hebin beşdarî konferansên Cenêvê bûn, gelo hûn bawer dikin rêjîm an opozîsyon di Sochi de projeyeke çareseriyê pêşkêş bikin?

Normal e ku ti çareserî di destên evan aliyê ku xwe bi opozîsyona Sûriyeyê bi nav dikin de û berê xwe dane Cenêvê tune be, ji ber ku bi heman zihniyeta rêjîma Sûriyeyê tevdigerin û qaşo dijberiya wê dikin. Herdu alî girêdayî heman aliyê çêkera siyasetê ne, herdu alî xwe dispêrin heman bîrdoziyê û li hemberî demokrasiyê di wateya wê ya giştî û bingeha wê ya felsefî de ku ji naveroka azadî û wekheviyê derdikeve, tore dibin. Ne îslama siyasî, ne çepgirên kevin û nejî netewperest ku bi giştî bingeheke têorî ava kirine û têde evan hêz diyar bûne, di bingeha wan de ti nirxên demokrasiyê têde tune ne. Ji ber vê yekê şerê di navbera van aliyan û rêjîmê de, tevî berpirsyariya herdu aliyan li hemberî sûcdarî û tundiyê û bandora wan li ser têkçûna rewşa li Sûriyeyê, danûstandina herdu aliyan bi van aloziyan re heman tişt e û têde zihniyeta ber bi hegomoniyê ve serwer e. Di encamê de evan herdu alî nikarin rewşa ku têde ne derbas bikin. Li gorî evan agahiyan, bê guman ti çareserî di destên rêjîmê û vê opozîsyonê de tune ye.

  • Bi nêrîna we çareserî herî guncaw ji aloziya Sûriyeyê re çi ye?

Çareseriya herî guncaw bi nêrîna min divê li ser bingeha têgehên siyasî yên nû pêk were û li dijî têgehên ku alozî û desthilatdariya siyasî ya rêjîmê derxistiye derbikeve, rêjîm rûyê desthilatdariyê ya sereke diyar dike û opozîsyon jî rûyê wê yê din e. Di vê çarçoveyê de ku mijar di cewher de mijara têgehan e û zemîna ku çareserî li ser tê avakirin eşkere dibe, ev zemîna felsefîk û zanistî, ku li ser wê siyaset tê avakirin.

Di rastiyê de çareserî di destên aliyên siyasî yên xwedî vê felsefeyê de ne, ji ber ku di aliyê têorî de hemû bingehên desthilatdariyê sînordar dike. Buyera Sûriyeyê, berzbûyîn û encamên wê, riyên wê yên dijwar û asteng, encamên wê yên niha û borî, hemû diyar dikin ku ti aliyan xwe nespartiye vê felsefeyê û nûjentiya demokratîk, ev sernava ku felsefeya Ocalanîzmê vedibêje, ji ber ku zanistiyên serdemên sedsalên navîn derbas kiriye û ji modernîteya kapîtalîst a tundî û girtî di heman demê de dûr ketiye. Netewa demokratîk sernava ku dê civaka siyasî di Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de bi riya nirxên epîstemolojîk (Epistemology) li dijî baviksalariyê û etnîkperestiyê û hilweşandina hawîrdor û jiyanê, bigire nava xwe. Ev sernav zemîna hevpeymana civakî ya demokrasî û ekolojiyê ava dike û desthilatdarî vediguhere peywireke civakî û li beşekî berfireh a civakê belav dibe û têde edalet pêk tê û rûmet tê parastin û çand û mafên mirovan têde bi ser dikevin da ku cihê xwe yê sereke di hebûna mirovahiyê û jiyana mirovan de werbigire.

Çareserî li vir e û li Bakurê Sûriyeyê hatiye tecrûbekirin. Bi nêrîna min ne pêkan e paşerojeke serkeftî ji Sûriyeyê re pêk were bêyî ku pîvanên vê çareseriyê û spartinên wê yên têorî di ber çavan re werin derbaskirin. Ti carî ne pêkan e.

(jh)

ANHA