Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Duyemîn konferansa Meclîsa Rêveber a Herêma Şehba sibe tê lidarxistin

 

EFRÎN – Komîteya amadekar a lidarxistina duyemîn konferansa Meclîsa Rêveber a Herêma Şehba ragihand ku çarşemê (sibe) ew ê konferansa xwe lidar bixin.

Di çarçoveya kar û xebatên amadekariyên lidarxistina duyemîn konferansa Meclîsa Rêveber a Herêma Şehba de, Endamê Komîteya Amadekar a lidarxistina konferansê Edhem Beşar diyar kir ku ew ê roja çarşemê (sibe) konferansa xwe li salona Şingêlê ya li ser riya Reco ya Efrînê li dar bixin. Beşar got ku di konferansê de 200 delege ji herêma Şehba “Ezaz, Bab, Munbic, Cerablus, Sifîrê û hin deverên din” bi hemû pêkhateyên wê beşdar bibin.

Beşar got ku wan endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) yên Efrînê wekî mêvan vexwendine.

Hêjayî gotinê ye, konferansa damezrêner a Meclîsa Rêveber a Herêma Şehba beriya nêzî 8 mehan hate lidarxistin û ji ber rewşa awarte ya herêmê nehat ragihandin.

(jh)

ANHA