Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Duyemîn konferansa YCR′ê bi dawî bû

KOBANÊ – Duyemîn konferansa YCR′ê bi girtina biryarên girîng û avakirina Meclîsên ciwanan, bi dawî bû.KOBANE-BI-DAWIKIRINA-KONFIRANSE-CIWANA1 ‫(1)‬

Li Kantona Kobanê di bin dirûşmeya ″Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye″ duyemîn konferansa YCR′ê bi beşdariya 300 ciwanên Girê Spî, Sirîn, Minbic û Kobanê hat lidarxistin.

Piştî xwendina rapora salane ya xebatên YCR′ê, biryarên girîng hatin girtin û plansaziya dema pêş hat nîqaşkirin.

Biryarên ku hatine girtin wiha ne:

*Divê di hemû xebat û çalakiyên ciwanan de, azadiya Ocalan esas were girtin.

parastin

*Divê ciwan li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Rojava, bi ruhekî berpirsyar tev bigerin û asta xwe têkoşînê bilind bikin.

*Xurtkirina Yekîneyên Parastinê (YPG/YPJ).

*Zêdekirina hejmara Endamên parastinê li bajar û gundewarên Kobanê.KOBANE-BI-DAWIKIRINA-KONFIRANSE-CIWANA1 ‫(136577539)‬ ‫‬

*Domandina têkoşîna li dijî xeta îxanetê.

*Pêşxistina xebatên parastinê û kolandina xendeqan.

Xwendekar

*Avakirina projeyên nû ji bo aktîfkirina Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Kobanê.

*Vekirina navenda rêxistinkirina xwendekaran.

*Avakirina pirtûkxaneyan li peymangehan.

Perwerde

*Vekirina dewreyên pewerdeya îdeolojî yên mehane yên ciwanan li Akademiyên Şehîd Demhat û Şehîd Destan Qendîl.KOBANE-BI-DAWIKIRINA-KONFIRANSE-CIWANA1 ‫(136577537)‬ ‫‬

*Vekirina dewreyên çandî û rêxistinî, her wiha rêxistinkirina sîstemeke rojane ya perwerdeya îdeolojî.

*Perwerdekirina hezar ciwanî di sala nû de.

Spor

*Avakirina stadên fotbolê li bajar û gundewarên Kobanê.

*Avakirina tîmên sporê û perwerdekirina wan.

Çand û Huner

*Avakirina Komîteyên şano, stran û dîlanê.

*Salane lidarxistina mihrîcana Şehîd Fîras Kobanê li ser atsa Kantonê.

Biryarên ji bo jina ciwan

*Avakirina gundekî taybet ji bo jina ciwan li Kobanê.KOBANE-BI-DAWIKIRINA-KONFIRANSE-CIWANA1 ‫(1)‬ ‫‬

*Vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo xurtkirina têkoşîna li hember fikirên paşverû, cinsiyetperestiyê û zewaca di temenê biçûk de.

*Rêxistinkirina jina ciwan a Ereb.

*Vekirina navend û saziyên jina ciwan.

*Avakirina Buroyeke taybet a jina ciwan.

*Avakirina tabûreke taybet a jina ciwan.

*Avakirina koperatîfên hevpar ên jina ciwan.

*Organîzekirina dewre û semîneran li ser rastiya Rêbertiyê.KOBANE-BI-DAWIKIRINA-KONFIRANSE-CIWANA1 ‫(136577538)‬ ‫‬

*Avakirina Komteya Jineolojiyê ya jina ciwan.

Plansaziya dema pêş

*Ji bo avakirina welat û civakeke rêxistinkirî, divê bi pêşengiya ciwanan Meclîs, Komîn û Komîteyên ′Çand û Huner, Parastin, Tenduristî û Ragihandinê′ bêne avakirin û aktîfkirin.

*Aktîfkirina navenda ciwanan li xeta rojhilat. Her wiha vekirina navenda ciwanan li xetên başûr û rojava.

*Li ser esasê pêşxistina komeleya hevpar a ciwanan, domandina projeya gundê Roj Amara.

*Ji bo rêxistinkirina projeya Federaliya Demokratîk, divê ciwan bi hemû hêza xwe bixebitin.

*Avakirina baçeyê ciwanan li navenda Kantona Kobanê.

*Pêşandana sînevizyoanan û organîzekirina semîneran derbarê azadiya Ocalan li hemû taxên bajêr û gundewarên Kantonê.

*Divê ciwan ji bo parastina civakê û ciwanan ji ″dizîn, madeyên hişbirê û hwd″, her wiha têkoşîna li hember sîstemên kapîtalîst, di hemû qadan de têkoşîna xwe bilind bikin û di vê çarçoveyê de belavokan belav bikin, sînevizyonanan li dar bixin û jiyana neteweya demokratîk ava bikin.

*Bilindkirina asta têkoşînê û şopandina riya şehîdan.

*Avakirina mûzeyekê ji bo şehîdên Kobanê.

*Divê di çarçoveya hemleya ″Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye″ de, çalakî, semîner û sînevizyon bêne lidarxistin.

*Divê şehîd Fîras Kobanê wekî sembola ciwanên Kobanê were nîşandan.

Piştî biryaran, Meclîsa Rêveber a YCR′ê bi beşdariya 18 ciwanên Kobanê, Sirîn, Girê Spî û xetên gundewarên Kobanê yên başûr, rojava û rojhilat, hat avakirin.

Konferans bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û daxwaza azadiya Ocalan, bi dawî bû.

(mm)

ANHA