Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Duyemîn pişbirka Mihemed Bîlal Yûsif a helbestan hat lidarxist

EFRÎN – Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê bi boneya salvegera 17‘an a wefata nivîskar Mihemed Bîlal Yûsif duyemîn pişbirka Mihemed Bîlal Yûsif a helbestan li dar xist.

Pişbirk li şanogeha Şehîd Rûken a kantona Efrînê bi beşdarbûna 32 helbestvan û nivîskar ên Kurd û Ereb ên ji herêmên Bakurê Sûriyeyê hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Paşê helbestvan Ûsama Xelîl hin ji helbestên nivîskar û helbestvan Mihemed Bîlal xwend. Her senevîzyoneke li ser kurtejiyana Bîlal hate pêşkêşkirin.

Beşdarvanên pişbirkê nivîs û hilbestên xwe xwendin, kesên ku ji derve jî bi riya enternêtê beşdarî pişbirkê bûn û berhemên xwe anîn ziman.

Pişbirk bi nirxandina berhemên beşdaran ji aliyê komîteya nirxandinê ve bi dawî bûn. Di encama nirxandinê de, helbesta bi zimanê kurdî a Kemal Necim û ya zimanê erebî Nîdal Yûsif wekî helbestên herî baş û xweş hatin nirxandin. Endamên komîteyê wêneyeke nivîskar Mihemed Bîlal pêşkêşî dayika wî Elîf Mihemed kirin.

(bb)

ANHA

EFRIN-YEKITIYA-REWSEN-BIRAN (2) EFRIN-YEKITIYA-REWSEN-BIRAN (5) EFRIN-YEKITIYA-REWSEN-BIRAN (4) EFRIN-YEKITIYA-REWSEN-BIRAN (3)