Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DYA biryar da ku Konsolosxaneya Rûsyayê bê girtin

NAVENDA NÛÇEYAN – Aloziya pêkanîna a navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsyayê, dewam dike. Herî dawî biryar hate dayin ku Konsolosxaneya Rûsyayê ya li San Fransîscoyê tevî hin avahiyên wê bên girtin.

Piştî ku Kongreya DYA qanûnek li ser pêkanînên tund ên aboriyê yên têkildarî Rûsyayê qebûl kir, Rûsyayê biryar da ku hejmara xebatkarên li saziyên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li Rûsyayê dixebitin, du ji sê paran bê kêmkirin.

Weke bersivdana li vê biryara Rûsyayê, duh biryar hate dayin ku Konsolosxaneya Rûsyayê ya li San Francîscoyê bê girtin. Her wiha hat xwestin ku du avahiyên Konsoloxaneyê yên lİ Rûsya û New Yorkê jî werin girtin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA de hat ragihandin, ji bo girtina konsolosxaneyê heta sibe (Şemî) dem hatiye dayin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, ku pêkanînên beramberî hev veguherîne ‘rewşeke xitimandî’ û hat ragihandin, ku ‘hêvîdar in’ wê ev biryar rê li ber pêkanînên nû yên Rûsyayê veneke.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, meha Tîrmehê biryarek dabû û xwestibû, hejmara xebatkarên li nûnertiyên dîplomatîk û dîplomatên DYA yên li welatê wan, ji hezar û 200 dakeve 455 kesî. Herî dawî, destpêka vê mehê du avahiyên DYA yên li Moskowayê hatibûn girtin.