Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ebdulkerîm Umer: Yekîtiya kurdî dê bandoreke mezin li Fedraliyê bike

Dîmen

DIYAR EHMO

QAMIŞLO- Endamê Desteya Kongreya Netewî yê Rojava Ebdulkerîm Umer got ku ew bi hemû hêza xwe hewl didin ku lêvegera kurdî ava bikin û ev tişt anî ziman: ʺAvakirina lêvegera kurdî dê bandora wê ya erênî li  ser avakirina Fedraliya Bakurê Sûriyê hebe.ʺ Umer bang li hemû şêniyên herêmê kir ku tevlî hilbijartinên bibin.

Ebdulkerîm Umer têkildarî hilbijartinanji ANHAʹyê re axivî û got ku Kongreya Netewî ya Kurdistnaê piştgiriya hilbijartinên Fedraliya Bakurê Sûriyê dike û wiha got: ʺPêşxistina Fedraliyê dê destkeftiyên ku hêzên me di qadên şer de pêk anîn mayînde bike.ʺ

Umer di berdewama axaftina xwe de jî got ku Komîteya Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Rojava bi hemû hêza we ji bo pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurdistanê kar dikin û wiha dom kir: ʺEm bi hemû hêza xwe kar dikin ku Kongreya Netew î were lidarxistin û lêvegera siyasî ya kurdî ava bibe. Dê pîlanên gelê kurd ên pêşerojê hebe, her wiha dê stratejya kurdî ya yekîtiya axaftinê jî were avakirin.ʺ

Ebdulkerîm Umer her wiha da znaîn ku Yekîtiya kurdî dê bandora erênî li Fedraliya Bakurê Sûriyê û rêferanduma Başûrê Kurdistanê ku gelek dewletan ragîhand ku ew li dijî wêne bikin.ʺ

Umer derbaêr hevdîtinên şêwirî yak u dê di meha Îloên de li Rojava were lidarxistin jîUmer got ku komîte û şadneyên Kongreya Netewî ya KUrdistanê serdana gelek partî,sazî û kesayetên ser bixwe kirin û rewşa ku gelê bakuêr Sûriyê û bi teybat gelê Kurd tê re derbas dibin bi wan re nîqaş kirin.

Endamê Desteya Kongreya Netewî yê Rojava Ebdulkerîm Umer di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû gelê krud û partiyênsiyasî kir ku rola xwe ya di pêşxistina Projeya Fedraliyê Bakuêr Sûriyê pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺEm bang li hemû gelê xwe û partiyên siyasî yên kurdî dikin ku derfet ji gelê kurd re heye ku roleke girîng di avakirina Sûriya pêşerojê de bilîze.  JI ber gelê kurd li dijî hêza herî mezin a terorista şer kir û wan ji piraniya herêmên Sûriyê derxistin, ji ber projeyek heye ne tenê ya gelê kurd e lê belê girêdayî hemû pêşeroja Sûriyê ye.ʺ

(dc)

ANHA