Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ebû Emced: Em ê mertalê parastina Minbicê bin

Dîmen

KAMÎRAN XUCE- ŞÎLAN MIHEMED

MINBIC –Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced da zanîn ku bi moralên  bilind ên şervanan û şerên ku 73`yê rojan dewam kir, Minbic hate rizgarkirin. Ebû Emced tekez kir ku hejmara şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî rizgarkirina Minbicê, zêde bûne û niha di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de, cih girtin.

Di 12`ê nîsana 2016`an de, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ava bû, bi destpêka Hizêrana heman salê dest bi hemleya rizgarkirina Minbicê kir ku piştî şehadeta Fermendar Feysel Ebû Leyla hemle bi navê wî hate nasîn.

Di salvegera yekemîn a rizgarkirina bajar de, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Ednan Ebû Emced ji ANHA`yê re girîngiya vê gavê nirxand û bûyerên rizgarkirina bajar vegot.

Rizgarkirina Minbicê derbeya duyemîn ji DAIŞ`ê re bû

Ebû Emced da zanîn ku bajarê Minbicê piştî Reqayê duyemîn bajarê xwedî girîngiyeke leşerkî û îdarî bû, ji ber ku bakurê Sûriyeyê bi paytextê DAIŞ`ê Reqayê ve girêd dida, her wiha navenda veguhestina çeteyan ya ketin û derketina ji Sûriyeyê bûn, dîsa Minbic ji çeteyan re depoyekî leşkerî bû û gelek çeteyên biyanê lê diman.

Fermandarê Meclîsa Minbicê wiha dewam kir” Dema biryara rizgarkirina Minbicê hat girtin, Meclîsa Leşkerî hat damezirandin û wiha hemleyê destpê kir û bi şehadeta fermandar Feyîsel Ebû Leyle re, navê wê bû Hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla.”

eniyê  û sekvan bi kar dianîn, ji lewra şerê li bajarê Minbicê yek ji dijwartir şerên dijî DAIŞ`ê bû û bi rizgarkirina bajarê çeteyên DAIŞ`ê derbeyek mezin xwarin  ku ev yek Ebû Emced wiha vedibêje” DAIŞ`ê qebûl nedikir ji bajar derkevin, heta ku biruxînin, hemleya Feysel Ebû Leyla a rizgarkirina bajarê Reqayê jî piştî Kobanê, derbeya duyemîn dijî çeteyan bû û pê re striya wan şikest.”

Ebû Emced bal kişand ser morala şervanan di 73`ê rojên hemleyê de û diyar kir ku bi rizgarkirina sivîlan re morala şervanan bilindtir dibû û wiha pê de çû” Ev erka mirovahî çavkaniyek moralê ji şervanan re bû, taybet dema ku welatiyan ew bi tilîliyan pêşwazî dikirin.”

MINBC-EBU-EMCED ‫(1)‬ MINBC-EBU-EMCED ‫(199885315)‬ ‫‬

ʹEm ê mertalê parastina Minbicê binʹ

Fermandarê Meclîsa Minbicê ya Leşkerî Ebû Emced di berdewam axaftina xwe de da zanîn ku bi derbasbûna salekê li ser rizgarkirina Minbicê re, hejmara leşkerên wan zêdetir bû û niha beşekê jê beşdarî hemleya rizgarkirina Reqayê bûne, ji xwe beriya wê jî şervanên wan cihê xwe di hemleya rizgarkirina Tebqaê de girtin, her wiha çend caran jî dijî çeteyên Tirkiyeyê şer kirin.

Ebû Emced salvegera rizgarkirina Minbicê li gel herêmê pîroz kir û wiha got:” Em li ser soza xwe ya parastina Minbicê ne, em ê mertalê parstina bajar bin.”

(nse)

ANHA