Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ebû Erac: Tirkiyê dixwaze dagirkirina Idlibê rewa bike

NÛRHAT HESEN – CEFER CEFO

EFRÎN – Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ceyş El-Siwar Ehmed Sultan da zanîn ku gelek hewldan têne kirin ku bajarê Idlibê radestî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bê kirin, da dagirkeriya bajêr ji aliyê Tirkiyê ve were rewakirin.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ceyş El-Siwar Ehmed Sultan ku bi navê Ebû Erac tê nasîn, bal kişand ser bûyerên ku li bajarê Idlibê rû didin û wiha got: ″ Di vê dema dawiyê de li bajarê Idlibê di navbera gurûpên çeteyan de şer rû da û di encamê de Heyet Tehrîr El-Şam bajarê Idlibê dagirkir û bi çeteyên Ehrar El-Şam re parve kir.  EFRIN-HEVDITEN-EBO-ERAC-LI-SER-REWSA-EDLB

Ebû Erac diyar kir ku piştî destûr nehat dayîn ku artêşa Tirk a dagirker beşdarî hemleya rizgarkirina Reqayê bibe, Tirkiyê dest bi planên nû kir û hewl dide ajandayên xwe li bajarê Idlibê pêk bîne û wiha got: ″Dagirkeriya Tirk dizane ku piştî hemleya Reqayê em ê berê xwe bidin bajarê Idlibê. Ji ber vê yekê bajar radestî çeteyên Heyek Tehrîr El-Şam kir, da bi hinceta şerê li dijî terorê bajar dagir bike.

Ebû Erac anî ziman ku Tirkiyê dixwaze wekî herêmên Şahbayê  û bajarê Babê yên rizgarkirî, bajarê Idlibê birûxîne û bişewitîne.

Di rojên derbabûyî de li bajarê Idlibê di navbera komên çete de şerekî dijwar rû da. Di encamê de 300 kes hatin kuştin û piraniya wan sivîlin. Çavkaniyekê diyar kir ku ji ber kombûna cenazeyên kuştiyan, rê hatine girtin.

Ev bûyer piştî daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê yên dagirkirina bajêr bi destekdayîna Hêzên Rûsî, pêk hat.

(mm)

ANHA