Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Efrîn çavkaniya giyanê şoreş û berxwedanê ye’

Dîmen

XALID EL-CUMA – EMÎNA EL-ELÎ

REQA – Şêniyên bajarê Reqa û Dêrazorê yên ku ji Efrînê vegeriyan gotin ku Efrîn çavkaniya giyanê şoreş û berxwedanê ye.

Şêniyên Bakurê Sûriyê û Rojava di 4`ê sibatê de bi hemû pêkhateyên xwe Ereb, Kurd, Suriyan û gelê Êzidî berê xwe dan Efrînê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê şermezar kirin û gotin ku Efrîn ne bi tenê ye.

Di vê çarçoveyê de şêniyên Dêrazor û Reqayê yên ku ji herêma Efrînê vegeriyan ji ajansa me ANHA`yê re axivîn. Yek ji wan Hevserokê Mala Gel a taxa EL-Mişleb Mihemed Xelîl EL-Şiblî yê ji bajarê Reqa ye wiha anî ziman”Ji beriya çend rojan me berê xwe da Efrînê ji bo ku em piştgirtiya Efrînê bikin. Şêniyên Bakurê Sûriyê bi bi coşeke pir mezin ji aliyê şêniyên Efrînê ve hatin pêşwazîkirin.”

Welatiyê bi navê Cûma EL-Casim got ku wan hêz û moral ji şêniyên Efrînê girtin û got ku Tu kes nikare îrade û berxwedana gelê Efrînê bişkîne.”

Cûma EL-Casim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got “Zarok, kal, pîr û her kes li Efrînê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin.”

EL-Casim di dawiyê de got ku ji destpêka şoreşa Sûriyê gelê me ji hemû cîhanê re tekez kir ku gelê Sûriyê yeke û tu kes nikare yekîtiya wan xerab bike.

Ji aliyê xwe ve Endamê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Mustefa EL-Xelef destnîşan kir ku ew tu carî derfet nadin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ku xaka Sûriyê dagir bike û got ku Efrîn çavkaniya giyanê şoreş û berxwedanê ye.

Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Taha yê ji gundê EL-Kebir ê Dêrazorê ye wiha anî ziman “Wek ku çawa şêniyên Efrîn alîkariya şêniyên Req û Dêrazorê kirin em ê jî li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê bisekinin. Me berê xwe da Efrînê ji bo ku em ji tevahiya cîhanê re tekez bikin ku Efrîn ne bi tenê ye û hemû gelê Sûriyê yek e.”

(bx)

ANHA