Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Efrîn di bin êrîşan de jî koçberan hembêz dike

ARŞÎN NECAR – NARÎN EMÎN

EFRÎN – Di demekê de ku li herêmê şer û li cîhanê bazirganiyê li ser jiyana koçberan dikin de, Kantona Efrînê tevî ambargoya dijwar ku  ji 4 salan ve li ser hatiye ferizkirin, li gor derfetên heyî deriyên xwe li pêşiya koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê re vekiriye, heta niha 3 hezar û 281 koçber  bi cih kirine.EFRIN-CI-LI-QAMPA-SEHBA-U-ROBAR-HEYE ‫(1)‬

Di encama berdewamiya kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê yên ne rewa û  dagirkirina zeviyan û pêkanîna kiryarên hovane derheqê şêniyan de, şênî neçar bûn mal û milkên xwe li paş xwe bihêlin û koçber bibin. Ji 2014`an ve koçber ber bi kantona Efrînê ve tên, heta niha 3 hezar û 281 koçber zarok, jin û pîremêr jî di nav de Efrînê ku aram û bi ewle ye di kampan de dimînin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê li hember vê yekê û di demê ku li cîhanê bazirganê li ser koçberên ji ber şerê aloziya Sûriyê direvin tê kirin, deriyê xwe li pêşiya Koçberan vekir û di civakeke ku biratiya gelan têde serwere de û li gor derfetên heyî pêdivî ji koçberan re peyda kir.

R;veberiya Xweser piştî hatina koçberan a ji destpêka aloziya Sûriyê ve zêde bû, her wiha destwerdan û kiryarên li ser herêmên Bakurê Sûriyê jî zêde bû, di 27`ê Êlûna 2014`an de dest bi avakirina kampa Robar a li gundê Basilê ya navçeya Şêrewa kir. Di serî de zêdeyî 500 malbat ango nêzî 6 hezar kes hewandin. Ji ber ku kampa Holê têrê nekir Rêveberiya Xweser kampeke din li gundê Dêr Cemal a navçeya Şêrewa vekir û hevsengiyek di hejmara herdu kampan de çêkir.

Ji koçberan hejmara jinan û zarokêîn tenê wan kêmî 18  salî ne ji % 80 ji hejmara koçberan e.Sêwî, jinebî (bê hevjîn)û astendar ên di encama şer de gihiştin vê rewşê di kampan de bi cih dibin.

Kampa Robar dikeve bakurê gundê Basilêî ya navçeya Şêrewa ku 28 km dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Navê kampê ku Robar e li ser navê malbateke kevin a herêmê Robar hetiye bi navkirin.

Ji ber dagirkirina çeteyên Artêşa Tirk a dagirker a gundên koçberan û zulm û zordariya derheqê wan de tê kirin, hejmara koçberan tê guhertin.EFRIN-CI-LI-QAMPA-SEHBA-U-ROBAR-HEYE ‫(173867522)‬ ‫‬

Niha di kampa Robar de nêzî 403 malbat bi cih dibin. Ew malbat ji 2 hezar 107 kesan pêk tê ku 494 jin in, 1 hezar û 226 zarok, 387 zilam û pîremêrên temen cuda ne. Koçber ji gund û herêmên cuda yên herêmên Şahba Arfed (Til Rifeet), Mari, Şêx Îsa, Babîs, Um El-Hoş, El-Bab, Ezaz û Kefer Nasih ên gundewarên rojavayê Helebê û ji herêmên din ên Sûriyê wek El-Qinêterê, Hemayê, Humsê, Tebqa, Idlib û Şamê ne, her wiha ji derveyî welat ji bajarê Enbar ê Iraqê ne.

Kampa Robar ji 600 konên ku nîvê wan konan kevin û rizîbûne pêk tên, ji demê kamp hatiye avakirin ve ew kom nehatine nû kirin, ev yek jî ji ber ku derfetên Rêveberiya Xweser kêm in û Rêxistinên alîkariyan li heber Koçberan bê dengin.

Kampa Şahba jî ku di 14`ê Tîrmeha derbasbûyî de li gundê Dêr Cemal a nêzî gundê Kiştaarê li navçeya Şêrewa hatiye vekirin, ji 240 malbat tê de bi cih dibin, hejmara wan 1 hezar û 174 kesin jê 299 jin, 637 zarok û 238 zilam û pîremêr in. koçberên di kampê de neji  gund û bajarokên herêmên Şahba ne, ji ber vê yekê jî kamp bi navê Şahba het binavkirin. Şêniyên di kampê de jig und û herêmên wek El-Hisiye, Herbel, Um El-Hoş, El-Werdiye, Til Meksûr, herêmên Bandava Şahba m El- Bab, Minbic û Ezazê ne. 270 kon di kampê de hene.EFRIN-CI-LI-QAMPA-SEHBA-U-ROBAR-HEYE ‫(173867523)‬ ‫‬

Efrîn.. Meqseda aramiyê ye

Koçberan ji ber rewşa aram a li Efrînê û mozeyîka jiyana hevbeş a di navbera gelên wê de, Kantona Efrînê kirin meqseda xwe, tenê hin pêdiviyên sereke bi xwe re rakirin û mal û milkên xwe li paş xwe hîştin koçber bûn. Koçber ji ber atmosfêra şer û topbarana ku bibû tiştekî rojane û lêgerîna jiyana bi ewle ji zarokên xwe re neçarç koçberiyê dibûn û berê xwe didan Efrînê.

Xizmeta Rêveberiya Xweser a koçberan

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, demildest hin pêdiviyên sereke yên jiyanî ji kopçberan re peyda kir û ewlehiya wan parastin. Her wiha jibo peydakirina pêdiviyên wan li gor derfetên heyî, timî di nava hewildanan de bû. li hemberê jî Rêxistinên navnetewî bê deng in. Di vê çarçovê de, Buroya karûbarên Koçberan û alîkariyan a Desteya Karûbarên civakî çavdêriya kampan dike û pêdiviyên wan peyda dike.

Têkildarî xizmetên Rêveberiya Xweser a herdu kampan jî. Rêveberiyê li kampa Robar tora ava vexwerinê bi cih kir, lê bi hatina demsala havînê re têra kampê nekir, ji ber vê yekê ji derveyî kampê bi sîtêran jî av anîn kampê. Her wiha tora kanalîzisyonê jî li kampê çêkir.EFRIN-CI-LI-QAMPA-SEHBA-U-ROBAR-HEYE ‫(173867524)‬ ‫‬

Tora ceyranê ji ber kêmbûna derfetan hê li herdu kampan nehatiye peydakirin. Hêzên Asayîşê parastina kampê dikin, ji ber ewlehiya kampê û parastina silametiya jin û zarokan nahêlin erebe ji derve têkevin kampê.

Rêveberiya Xweser di kampa Robar de dibistaneke seretayî jî vekir, di dibistanê de nêzî 540 zarokan navên xwe tomar kirin. li kampa Şahba jî 247 zarokan navê xwe tomar kirine. Dibistan wek du konan ku pêdiviyên serekeyên xwendinê di nav de pêk tên , lê di encama şert û mercên dijwar ên demsala zivistanê, berî dawiya sala  xwendinê konên dibistan xirabe bûn.

Di kampê de nuqteyên tubî jî hene, ji aliyê Rêxistina Heyva Sor a Kurdî ve tê destekdayîn, di nav de bijîşkekî nexweşiyên hundirîn heye. Lê pêdiviya nuqteya tendurietiyê bi pêwîstî û amûrên tibî û navendên hişyarkirinê hene, her wiha navenda çareseriya pirsgirêkên pskolojik akoçberan jî heye.

Rêveberiya Xweser berî salekê ve, dewreyên perwerdehiya jinan a pîşesaziya dirûnê , teşiyên, rîs û kufêra jinan vekirin, 40 jinan navê xwe tomar kirin, dewreyê 6 mehan dirêj kir. Armanca dewreyê ew bû ku jin karibe xwe ji aliyê aborî ve bi rêve bibe.

Rêxistinên Mirovahiyê çi ji koçberan re pêşkêş kirine?EFRIN-CI-LI-QAMPA-SEHBA-U-ROBAR-HEYE ‫(173867525)‬ ‫‬

Di vê çarçovê de, Endamê rêveber ê Buroya Karûbarên koçberan û Alîkariyan a girêdayî Desteya Karûbarên Civakî ji ANHA`yê re axivî û wiha got:“ Piştî bangên bê navber ên jib o Rêxistinên Mirovahiyê, 2 şande ji Cimiyeta UNICEF di 19`ê Adara derbasbûyî de serdana kampê kirin. Şandeya Xaça Navnetewî serdana kampan kir û rewşa koçberan di ber çavan re girt, ti tişt pêşkêş nekir tenê soza alîkariyan da.

Di 15`ê Nîsana derbasbûyî de, şandeyek ji xaça Sor a Navnetewî serdana Kampan kir û alîkariyên ji madeyên xwarinê û madeyên paqijiyê û hin pêdiviyên sereke yên niştecîbûnê pêşkêş kir. lê pêdiviyên hatine pêşkêş kirin tenê ji % 25 têra pêdiviyan kir bi taybet ên zarok û jinan. Di 29`ê Gulana Derbasbûyî de, Rêxistina Sara ya têkoşîna tundiya li dijî jinê serdana kampan kir û miqdarek pare û madeya sabûnê pêşkêşî jinên malbatê xwedî dikin, kir.

Pirsgirgirêkên Koçberan di kampan deEFRIN-CI-LI-QAMPA-SEHBA-U-ROBAR-HEYE ‫(173867531)‬ ‫‬

Êş û pirsgirêkên koçberan cuda ne, ji aliyê pêdiviyên xwarinê de bi awayekî zêde pêdiviyên koçberan kême , bi taybet şîrê zarokan. Ji aliyê tendiuristiyê ve, kêmbûnek zêde a derman û kadroyê tibî heye, her wiha erebeyên ambolans jî di kampan de tuneye, koçber li ser hesabê Rêveberiya Xweser bi erebeyên taybet nexweşên xwe radikin.

Belavbûna nexweşiyan

Ji ber kêmbûna madeyên paqijiyê û bilindbûna pileya germahiyê nexweşî zêde di nav koçberan de belav dibe, piraniya nexweşiyan jî yên jinan û nexweşiyên li eyarê mirovan dixîne ye. ji ber ku derman û pêwîstiyên tenduristî di kampê de kêm in, nexweş belav dibin.

Nexweşiyên din jî hene belav dibin wek nexweşiya Tlasîma, ku divê nexwaş bi awayekî rêxistinkirtî her demekê xwîna xwe biguhere, Rêveberiya Xweser li ser hesabê xwe çareseriyê pêşkêş dike, hin nexweşiyên din hene ji ber rewşa şer û rûxandina demên şer li gund û herêmên koçberan nexweşbibûn jî hene.EFRIN-CI-LI-QAMPA-SEHBA-U-ROBAR-HEYE ‫(173867523)‬ ‫‬

Li serjimariya hatiye kirin, salane 4 kes her 3 mehan ji nexweşiyan jiyana xwe ji dest didin. Ku yek ji wan zarokê kêmî 1 salî ye. Yanî sale 12 zarok dimirin.

Çawa xwe bi rêve dibin

Piraniya koçberan, ji ber ku kamp ji navenda bajêr ve dûrin amorîn navgîniyên zehmet tên peydakirin, nikarin kar peyda bikin. hin koçber di çandiniyê de kar dikin. cotkarên pêdiviya wan bi karkeran hebe berê xwe didin kampan û li wê derê karkeran peyda dike.

Ji Koçberiyê ber bi koçberiyê ve

Kampên koçberan jî ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker xilas nebbûn. Di şeva 1`ê Gulana derbasbûyî de, hejmarek top bi ser kampa Robar de hatin barandin, di encamê de 4 kes birîndar bûn, jin, zarok û astengdar jî di nav de hebûn. Wê şevê koçberan li derve man û tirsîn ku dîsa rastî atmosfêrên şer werin.EFRIN-CI-LI-QAMPA-SEHBA-U-ROBAR-HEYE ‫(173867536)‬ ‫‬

Koçber ji ber bangên bê navber bêzar bûn

Koçberên kampan ji ber banga wan a bê navber a jib o rêxistin û saziyên alîkariyan da alîkariyan pêşkêşî koçberan bikin ku nehatin bersivandin bê zar bûn.

Koçbera bi navê Emîre Kedro ya Kampa Şahba destnîşan kir ku tevî bangên wan ên bê navber rewşa kampê hê wek berê ye, madeyên xwarinê û pêdiviyên sereke zêde kêmin.

Koçbera bi navê Meryem Remedan a kampa Robar jî spasiya Rêveberiya Xweser kir ku li gor derfetên kêm hemû xizmetan ji koçberan re pêşkêş dikin û got:“ xuyaye dengê me negihiştiye Rêxistinên Mirovahiyê, yan jî ew bi xwe naxwazin guhdariya me bikin, lewma jî em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku li gor derfetên hemi alîkariyan jib o me pêşkêş dike.“

Desteya Karûbarên Civakî, ji ber giliyên şêniyan û koçberan ku alîkariyan pêşkêş nakin, karê 6 rêxistinên alîkariyan li kantona Efrînê qedexe kir.

(rr)

ANHA