Têkilî | Derheqê me de

‘Efrîn toreya dawî û têkçûyî ya Erdogan e’

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedara Kurd Diyarî Mella got ku Tirkiye veguheriye dijminekî dagirker û herêma aram Efrînê li pêş çavên giştî cîhanê bombebaran dike û bêdengiya rêjîma Sûriyeyê jî kambax e. Her wiha da zanîn ku Tirkiye ketiye xefka ku Rûsya, Emerîka û Îranê jêre vegertiye, ji ber ku şerê Efrînê ji bo Erdogan û tabûrên opozîsyona Sûriyeyê yên li pey wî toreya dawî û têkçûyî ye.

Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de, siyasetmedara Kurd û Berdevka Çapemeniya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Diyarî Mella ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî û diyar kir ku piştî hefteyekê ji êrîşên balefir û tank û topavêjên Tirkiyeyê û hewldana têkçûyî ya derbasbûna herêma Efrînê, bi berxwedana şervanên QSD’ê hemû êrîşên dagirkeran têk şikandin.

Diyarî Mella wiha anî ziman: “Êrîşa duyemîn mezintirîn artêşa di NATO’yê de bi hevkariya gelek tabûrên opozîsyona Sûriyeyê û “Mertala Firatê” bi vê hovîtiya eşkere û bi taybet di vê demê de, ne sudfeyek e yan tenê li gorî daxwaza Erdogan e, lê belê ev destdirêjî di rastiyê de li dijî giştî gelê Sûriyeyê ye û di encama lihevkirinên dawî de pêk hatiye, nemaze ji ber ku şerê Sûriyeyê li ber dawîbûnê ye.”

Diyarî Mella da zanîn ku êrîşa Tirkiyeyê bi erêkirina Rûsyayê pêk tê û li hemberî wê Tirkiye dê parêzgeha Idlibê radestî rêjîma Sûriyeyê bike û wiha got: “Piştî ku Tirkiyeyê erêkirina êrîşa li dijî Efrînê ji Rûsyayê wergirt, dest ji parêzgeha Idlibê berda û radestî rêjîma Sûriyeyê dike. Diyar e Tirkiyeyê bi riya hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê hewl dide dilxweşiya rêjîma Sûriyeyê bike û bawer dike ku Hêzên Sûriya Demokratîk dê neçar bibe bajarê Efrînê radestî rêjîma Sûriyeyê bike. Di encamê de projeya Federaliya Bakurê Sûriyeyê were têkşikandin û rola hêzên Kurdî sînordar bike û bi vê yekê rê li pêşiya vegerandina têkliyên dilsoz ên di navbera Tirkiye û rêjîmê de vedike. Bi taybet piştî ku hemû hewldanên Tirkiyeyê di hilweşandina rêjîma Sûriyeyê de bi riya alîkariya bi tabûrên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê re têk çûn.”

‘Xefka Rûsya û Emerîka’

Diyarî Mella di axaftina xwe de got ku Tirkiye ketiye xefka ku Rûsya, Emerîka û Îranê jêre vegirtiye û wiha domand: “Bi nêrîna min şerê Efrînê toreya dawî û têkçûyî ya Erdogan e, da ku hemû tabûrên opozîsyona Sûriyeyê bêne tunekirin. Li vir em dikarin bêjin ku tevî hemû misogeriyên ku Tirkiyeyê wergirtine, eşkere ye piştî hefteyekê ji êrîşên dijwar bi balefir, tank û topavêjan nikaribûn pêşve biçin û hemû êrîşên wan rastî berxwedana şervanên QSD’ê hatin. Ji ber vê yekê ihtîmala ketina Tirkiyeyê di xefka Rûsya, Emerîka û Îranê de zêde ye. Di van demên pêş de jî veguhertinên mezin dê derbikevin û dê dawiyê li xewna kesê ku jêre dibêjin şêrê Sunniyên Sûriyeyê ye, bîne.”

Diyarî Mella wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di rastiyê de helwesta rêjîma Sûriyeyê kambax e, lê helwesta Emerîka û Rûsyayê mij e, lê di odeyên pilankirina siyasî û leşkerî de cûda ye. Emerîka naxwaze hêza QSD’ê were sînordarkirin û dubare bi riya daxuyaniyên xwe diyar dike ku QSD’ê fermî nas bike û dê pergala wê ya leşkerî li Bakurê Sûriyeyê ji nû ve birêxistin bike  û dê alîkariya xwe bi wê re berdewam bike û heta piştî dawîbûna aloziya Sûriyeyê dê rewşa Sûriyeyê ji nêz ve bişopîne.”

Diyarî Mella da zanîn ku tişta herî zêde hikûmeta Tirkiyeyê tirsandiye, bi taybet Kurd di dema niha de xwedî hêz in û li seranserî sînorê Tirkiyeyê bi cih bûne. Rûsya jî tevî ku ber bi berjewendiya Tirkiyeyê ve diçe, lê gelek caran alîkarî bi hêzên Kurdî re li Efrînê kiriye.”

‘Tirkiyeyê serê xwe ji nîvê zemînê re tewand’

Siyasetmedara Kurd Diyarî Mella da zanîn ku hikûmeta Tirkiyeyê serê xwe ji nîvê zemînê re tewand da ku alîkariya bi QSD’ê re rawestîne û eşkere bi riya alîkariya bi tabûrên terorîst re şerê Kurdan kir û rê li pêşiya çeteyên DAIŞ’ê vekir da ku derbasî Sûriyeyê bibin, carekê bi hinceta hilweşandina rêjîma Sûriyeyê û careke din bi hinceta şerê hêzên Kurdî û QSD’ê.

Diyarî Mella got ku tevî hemû rewşa dorpêç û ambargoya li ser Efrînê lê karibû bi lehengî li xwe bibe û karibû bi sedhezaran koçberên ji seranserî Sûriyeyê hembêz bike. Her wiha weke hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê karibû bi xwe rêveberiya xwe bike û veguherî nimûneya jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de.

Diyarî Mella balkişand ku Efrînê li pêşiya çavbirçiyan kelem e û wiha destnîşan kir: “Efrîn bi berxwedana serdemê ya welatiyên xwe bê guman dê bi ser bikeve û xwedî gelek stûnên serkeftinê ye. Vaye şervanên QSD’ê bi lehengî li hemberî êrîşên dawleta dagirker a Tirkiyeyê li ber xwe didin û ti carî gava xwe paşve navêjin.”

Berdevka Çapemeniya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Diyarî Mella di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em bang li hemû aliyên welatparêz ên Sûriyeyê dikin ku li hemberî vê hovîtiya dewleta Tirk li dijî Efrînê xwedî helwest bin û alîkariya welatiyên herêma Efrînê bikin. Efrîn hêjayî serkeftin û jiyanê ye. Tevî hemû komployên şerxwazan, her şervanekî Efrînê dê di rûyê êrîşkaran de bibe bombeyek.”

(jh)

ANHA