Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Efrîn warê şaristaniya hezar salan li berxwe dide

HAT NÛKIRIN

TÎRAST CÛDÎ

EFRÎN – Efrîn, Kurdax an weke ku welatî û niştecihên wê (Çiyayê Kurmênc) jêre dibêjin, tê nasîn. Welatiyên herêmê û dewletên derdorê, Efrînê bi welatê zeytûnan pênase dikin. Efrîn bûka Rojava ye û li ser rûpîvaneke ciyografîk ku bi rengîniya çiyayên xwe û dîmenên xwe yên suriştî balkêş e, hatiye avakirin. Di seranserî dîrokê de spartgeha mirovan bû û qada şer û rikberiya impratorî û şaristaniyên cûda bû. Di van serdemên dawî de veguherî navenda bazirganî û aborî ya girîng li herêmê, nemaze piştî ku serdemeke dirêj bi rengekî gundîtî jiyan dikir.EFRIN-DOSIYA (20)

Efrîn.. cih û xaknîgarî

Efrîn li gorî nexşeya xetên zemînê li xala (36°30′36″N   36°52′04″E) dikeve, li dawiya bakurrojavayê Sûriyeyê ye, ango li goşeya bakurrojavayê Hîlala Zêrîn dikeve. 63 km bakurrojavayê bajarê Helebê li nêzî sînorên siyasî yên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dikeve. Aliyê wê yê bakur û rojava Deşta Hemqê ye, aliyê wê yê rojhilat devera bajaroka Ezazê ye û ji aliyê başûr ve keleha Semanê ye. Dirêjahiya wê ji rojhilat heta rojava 55 km û ji bakur heta başûr 75 km ye.

Efrîn bi rengîniya xwe ya ciyografîk a di navbera deştî û çiyayî de tê nasîn, lê belê gir û çiyayê wê piraniya rûpîvana wê pêk tîne. Bilindahiya çiyayên wê heta radeyekê kêm e û navîna bilindahiyên çiyayên wê di navbera (700 û 1229 m) de ye, ji ber vê yekê ew ji bo niştecîbûnê di hemû demsalên salê de hêja ye û ji çêrandina sewalan re jî guncaw e, her wiha serberjêrbûna çiyayên wê ne gelekî kûr in û ev yek derfeta çandiniyên biçûk û darên fêkiyan peyda dike.EFRIN-DOSIYA (22)

Çiyayên wê weke berdewama zincîre çiyayên Toros ji aliyê başûrrojavayê wê ve tên destgirtin. Evan çiya ji çavkaniyên herdu çemên Efrîn û Reş, li rojavayê bajarê Dîlokê dest pê dike, evan çiya berdewameke xwezayî ya herdu çiyayên Reş û Gewir e. Berê çiyayên Efrînê ji bakur ber bi başûr ve ne û hindekî bi aliyê rojava ve diçe. Dirêjahiya wê 100 km ye û paniya wê di navbera (25 û 45) km ye û li devera Cindirêsê li aliyê rojava bi dawî dibe. Deşta Cûmê û çiyayê Lêlûn berdewama van çiyayên Efîrnê ne û li aliyên çemê Efrînê dirêj dibin.

Lûtkeya herî bilind li herêmê Girê Mezin (Du Gir) e ku beşekî ji zincîre çiyayên Toros e û çemê Efrînê têre derbas dibe ku di Sûriyeyê de dirêjahiya wê nêzî 85 km ye. Çemê Efrînê ji du çavkaniyan (Ava Germikê û Sabûn Su) pêk tê. Çemê Efrînê jêdera sereke ya avdana zeviyên çandiniyê yên herêmê ye.

Çemê Reş di aliyê herêma Efrînê yê rojava re diherike û weke sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de hatiye nîşandan. Li herêmê her wiha bi sedan kanî û deşt û geliyên dewlemend hene ya herî navdar Deşta Cûmê ye ku bi dehan kîlomître li ber çemê Efrînê dirêj dibe. Her wiha deştên biçûk li deverên çiyayî yên daketî hene û ji bo hemû cûreyên çandiniyê û darên cûda yên berhemdar guncaw in.EFRIN-DOSIYA (32)

Herêma Efrînê ji sê deveran (Efrîn, Cindirêsê û Reco) pêk tê. Girêdayî devera Efrînê navenda bajêr û navçeyên Şera, Meydankê, Mabeta û Şêrewa pêk tê. Devera Cindirêsê jî ji navenda bajarê Cindirêsê û bajarok û gundên girêdayî wê û navçeya Şiyê pêk tê. Devera Reco jî ji bajarê Reco û gund û bajarokên girêdayî wê û navçeyên Meydana, Behdîna û Bilbilê pêk tê. her wiha 366 gund girêdayî herêmê ne û hejmara niştecihên wê li gorî serjimariya 31’ê kanûna 2010’an 523 hezar û 258 kes in, her wiha ji ber pêla koçberiyê ya ber bi herêmê ve serjimariyeke piştrast hejmareke rasteqîn a niştecihên herêmê tune ye.

Çiyayê Kurmênc.. navlêkirinên cûda ji heman ciyografiyê re

Herêma Efrînê bi gelek navan tê nasîn û heta niha jî tên bikar anîn weke “Kurdax, Cûmê, Efrîn û Avrîn” gotina Efrîn jî di gelek jêder û pirtûkên dîrokî de derbas dibe.EFRIN-DOSIYA (31)

Nêrîna rewşenbîrên kantona Efrînê di derbarê bingeha gotina “Efrîn” û çawatiya wê de gelekî cûda ne. Ev gotin ji serdemeke zû ve ji kantonê re tê gotin, lê hin nakokî û cûdabûn di derbarê wê de derdikevin. Piraniya rewşenbîran jêdera gotinê vedigerînin gotina “Avrîn” (ango geliyê çemê Efrînê). Çemê Efrînê jî damara sereke ya jiyana kantonê ye.

Ji çandiniyên Derya Spiya Navîn re herêmeke guncaw e

Ji ber ku herêma Efrînê ji Derya Spiya Navîn ve nêzîk e, atmosfêra wê navînî ye. Pileya germahiyê di demsalên Havîn û Zivistanê de di rêjeyeke navîn de ye. Rêjeya barîna baranê jî di navbera (400 û 600mm) salane ye. Ji ber vê yekê ji çandiniyên navînî re gelekî guncaw e. Atmosfêra guncaw, gelî, çiya, dewlemendiya axê û peydabûna avê yek ji sedemên sereke yên guncawbûna çandiniyê ne.EFRIN-DOSIYA (29)

Li herêmê çandiniyên weke, genim, ceh, nîsk, nok, hemû cûreyên sebzeyê, pembo, çelem, kartol, perteqal, sêv, tirî, henar û gelek fêkiyên din tên çandin. Her wiha titûn, garisê spî, garisê zer, berveroj, kuncî û hin cûreyên din li gundên deşta Cûmê tên çandin.

Di nîvê yekemîn a sedsala borî de li aliyê bakurê Deşta Hemqê birinc dihat çandin. Lê niha çandiniya sereke li herêma Efrînê ku weke sembola wê pê tê nasîn çandiniya darên zeytûnan e û li seranserî herêmê tên çandin. Hejmara darên zeytûnan bêtirî 10 milyon dar in.

Li herêma Efrînê her wiha daristanên xwezayî û yên çandinîkirî hene. Evan daristanên çandinîkirî têde bi piranî darên merx û hûçê hatine çandin.

Lê xwedîkirina sewalan, bi taybet xwedîkirina pez li herêmê gelekî paşve çûye, nemaze ji ber ku zeviyên çêrandinê gelekî kêm bûn û welatî di gundên xwe de bi cih bûne. Lê tevî vê yekê gelek malbat debara xwe ji xwedîkirina pez werdigirin û piraniya van malbatan li navçeya Şêrewa ne.

Aboriya kanton.. stûnên çandinî û pîşeyîEFRIN-DOSIYA (28)

Herêma Efrînê di jêdera aborî ya xwe ya sereke de xwe disperse stûnên çandinî û berhemên xwezayî. Ew di aliyê çandiniyê de sîstema xwetêrkirinê pêk aniye û bi ava çemê Efrînê û kaniyên din û ava binerd tê xurtkirin. Çemê Efrînê û bendava Meydankê damara çandiniya avî li kantonê ye.

Giştî rûpîvana herêma Efrînê nêzî 203 hezar hiktar e û di nava wê de zeviyên ji çandiniyê re hêja ne 127 hezar hiktar e û zeviyên nayên çandin jî 75 hezar û 980 hiktar e.

Efrîn bi çandiniya darên zeytûnê navdar e, ev çandinî di herêmê de gelekî kevin e, nemaze ji ber ku piraniya darên di daristanên herêmê yên xwezayî de zeytûn û berû ne. zeyta zeytûnên Efrînê yek ji koalîteya herî baş di cîhanê de ye û stûna aborî ya herêmê pêk tîne.

Li herêmê her wiha gelek pîşeyên kevin hene yên weke çêkirina cil û xawîliyan û pîşeyên girêdayî zeytûnan weke çêkirina sabûn û bêrînê (komira zeytûnan), her wiha herêma Efrînê di vî alî de navendeke girîng di Sûriyeyê de ye. Li herêmê her wiha gelek pîşeyên din û fabrîke hene.EFRIN-DOSIYA (27)

Bazara çarşemê yek ji bazarên herî kevnar li herêmê ye û di hemû çarşeman de vediguhere navendeke bazirganiyê û welatiyên hemû gundên herêmê di vê rojê de berê xwe didin bazarê û debara xwe jê werdigirin. Li navçeyên herêmê jî heftane carekê bazareke din tê lidarxistin.

Li bajarê Efrînê her wiha “bazara Hal” heye û têde hemû hilberînên çandiniyê û berhemên sewalan tên pêşandan, li rex wê fabrîkeyên çêkirina bêrîn û sabûnê û guvaşxaneyên zeytûnan hene. fabrîkeya mey jî di sala 1927’an de hatiye avakirin. Di van salên dawî de jî bi çêkirina cilûbergan navdar e û têde gelek kargehên çêkirina cilûbergên cûda hene.

Di encama şerê Sûriyê de ku ev nêzî 7 sal in berdewam e, hejmareke mezin ji pîşekar û karsazan berê xwe dane Efrînê ji ber ku di Sûriyeyê de herêma herî bi ewle ye. Bi hatina van pîşekaran hejmara kargeh û fabrîkeyan zêde bû, bi taybet kargehên dirûtinê û fabrîkeyên cilûbergan. Her wiha li herêmê gelek fabrîkeyên kansirwa û madeyên xwarinê hatin avakirin. Li herêmê hejmara navendên xwedîkirina mirîşkan û golên xwedîkirina masiyan hatin avakirin. Di encama van xebatan de yekîneyeke aborî ya temam li Bakurê Sûriyeyê pêk hat.

Civakbûyîna welatiyên herêmê û baweriyên niştecihên wêEFRIN-DOSIYA (26)

Li herêma Efrînê jiyana gundîtî serwer e, nemaze ji ber ku herêm ji 366 gundan pêk tê û jêderên wê yê xwezayî cihêreng in, li gorî wê welatiyên herêmê di peydakirina pêdiviyên xwe yên rojane de xwe dispêrin sîstema xwetêrkirin.

Beriya salên 30 ya sedsala borî navendeke herêma Efrînê tune bû û li giştî herêmê jiyaneke gundîtî dihat meşandin. Jiyana li herêmê heta sedsala 19’emîn jiyaneke gundîtî bû û piştî ku paşa têk çûn û hêdî hêdî çîna fêodal derket holê û dawî li serdema eşîrtiyê anî  û ev sîstema fêodalî jî di destpêka salên 60’î ya sedsala borî de têk çû.

Welatiyên kantona Efrînê bi giştî Kurd in û di destpêka salên 60’yî ya sedsala borî de di çarçoveya projeya Kembera Erebî de gelek malbatên Ereb li herêmê hatin bicihkirin û niha weke kêmnetewekê di herêmê de bi biratî jiyan dikin. Di salên aloziya Sûriyeyê de jî bi dehan malbata ji hemû parêzgehên Sûriyeyê hatin û têde bi cih bûn.

Di destpêka salên sedsala borî de ji ber komkujiyên Osmaniyan li dijî Ermeniyan gelek malbatên Ermenî koçberî Efrînê bûn û têde bicih bûn û wan jî muhra xwe li dîroka Efrînê dan, lê niha tenê malbateke Ermenî li herêmê jiyan dike.EFRIN-DOSIYA (23)

Welatiyên herêmê girêdayî sê baweriyên cûda ne. Li gorî çavkaniyên dîrokî piraniya welatiyên herêmê ji pêkhateya Êzdî ne. Lê bi hatina ola Îslamê beşekî mezin ji Êzdiyên herêmê çûn ser ola Îslamî, tevî vê yekê hêjî gelek sembolên olî yên Êzdiyan diparêzin. Ev yek di serdanên îslamiyên Efrînê ya li Mezarên Êzdiyan yên li herêmê de diyar dibe. Welatiyên herêmê li gorî baweriyên xwe cejnên xwe pîroz dikin. Yek ji taybetmendiyên welatiyên herêmê ew e ku bi hêmanên xwezayê weke Av, Agir, Roj û Heyvê sûnd dixwin. Her wiha yek ji rêûresmên sereke yên rojane û heftane, deverên pîroz bi mûm û çira ronî dikin.

Efrîn di dîrokê de

Herêma Efrînê bi av û zeviyên xwe yên dewlemend navdar e, vê yekê hişt ku di seranserî dîrokê de bibe spartgeha mirovan û qada şer û rikberiya impratorî û şaristaniyên cûda.

Li herêma Efrînê gelek deverên dîrokî yên kevnar yên serdemên cûda hene. Weke mînak, şikefta Duderî ku têde qereqoda zarokekî Niyandertal (Neanderthal) hate vedîtin, keleha Sîros (Nebî Horî) li rex pêlekên şanogeha wê û her du pireyên Romanî ku di cîhanê de pireyên herî kevnar ku heta niha tên bikaranîn. Her wiha gelek keleh û deverên dîrokî yên din jî hene.

Beriya sala 1920’an navendeke herêma Efrînê tune bû, li rex pira bajarê Efrînê yê kevin tenê çend malên Ermenî ku ji hovîtiya dewleta Osmaniyan reviya bûn hatibûn bicihkirin. Di wê serdemê de ji ber ku ev dever navenda herêmê ye, desthilatdariya Fransayê hin avahiyên hikûmî li vir ava kirin.EFRIN-DOSIYA (18)

Efrîn weke gundekî bû û meqseda hemû welatiyên herêmê bû da ku karûbarên sivîl pêk bînin, nemaze ji ber ku avahiyên hikûmî di dehsalên sêyemîn ên sedsala 20’an de têde hatibûn avakirin. Di salên destpêka 60’yî de koçberiya welatiyan ji gundan ber bi vê navendê ve zêde bû û tevgera avakirina avahiyan jî çalak bû û têde gelek kargeh û dukanên bazirganiyê hatin vekirin.

Bajarê Efrînê ji taxên “Efrîna Kevin, Efrîna Nû, Mehmûdiyê, Zîdiyê û Eşrefiyê” pêk tê. Gundê Turindê jî ji aliyê başûrrojhilatê bajêr ve bihîştiye bajêr.

Riya hesin a Bexdayê.. di Efrînê re derbas dibe

Giştî riya hesin a tirênê di kantona Efrînê de 61 km e, ji gundê Meydan Ekbesê dest pê dike û li piştî gundê Qitmê ber bi bajarê Helebê ve diçe. Di kantonê de 4 rawestgehên tirênê “Meydan Ekbes, Reco, Efrîn (li nêzî gundê Qurtqulaqê) û Qitmê” hene û di wê demê ve ji aliyê Almaniyayê ve hatine avakirin. Riya hesin ji ber ciyografiya çiyayî ya herêmê di çar tûnelan re derbas dibe, tunela yekemîn li nêzî gundê Qerebaba ye û dirêjahiya wê 130 mître ye, tunela duyemîn li nêzî pira hesin a Her Derê ye û dirêjahiya wê jî 165 mître ye, tunela sêyemîn li nêzî gundê Moseko ye û dirêjahiya wê 540 mître ye û tunela çaremîn jî di bin gundê Meşalê re derbas dibe û dirêjahiya wê jî 235 mître ye.” Riya hesin di ser 5 pireyên hesin re derbas dibe ew jî ev in: “pira Her Derê (Heşargê) ku yek ji şûnwarên dîrokî yên herêmê ye, ew jî mezintirîn pira ye û dirêjahiya wê 450 mître ye û bi bilindahiya 97 mîteye û li ser geliyê Heşargê hatiye avakirin, herdu pirayên Kitix û Ziravkê li ser çemê Kitix hatine avakirin û herdu pirayên Stêr û Cûmkê li ser çemê Efrînê hatine avakirin.EFRIN-DOSIYA (17)

Girîngiya aborî û geştewarî ya herêmê

Li gorî nivîsên li ser stûnên hesinî yên riya hesin li Efrînê nîşan didn ku di sale 1911 û 1912’an de hatine avakirin. Ev yek diyar dike ku avakirina riya hesin ji sala 1911’an ve dest pê kiriye û di sala 1912’an de bi dawî bûye.

Di vê derbarê de, hêjayî destnîşankirinê ye ku gundê Meydan Ekbesê ya li nêzî sînorê di navbera herêma Efrînê û Bakurê Kurdistanê de di heman serdema avakirina riya hesin de hatiye avakirin û piraniya niştecihên wê bi eslê xwe ji gundên derdorê ne û welatiyên van gundan jî jêre dibêjin “Stasyon” di avakirina riya hesin de gelek welatiyên van gundan û welatiyên Ermenî têde welek xebatkar û pîşekar xebitîn. Di wê serdemê de avakirina vê xeta hesin veguherî fektorekî geşbûna aborî li herêmê. Beriya aloziya Sûriyeyê rojane 150 heta 200 fergîn ji herêmê derdiketin ku bi cûreyên bazirganiyê yên cûda dagirtî bûn û ber bi Helebê ve diçûn û ji Helebê jî ber bi paytexta Îraqê Bexdayê ve diçûn.

Di şoreşa Rojava de.. Efrîn bûka Rojava yeEFRIN-DOSIYA (30)

Piştî ku şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir û piraniya herêmên Kurdî ji destên rêjîma Sûriyeyê hatin rizgarkirin, herêma Efrînê di hemû aliyan de û bi taybet di aliyê aborî de gelek pêşve çû û êdî veguherî navendeke bazirganiyê ya girîng li herêmê û bû meqseda bi dehan pîşekar û karsazan ku ji hemû bajarên Sûriyeyê berê xwe dan vê herêmê.

Efrîn ji bo welatiyên sivîl ên ji atûna şerê desthilatdariyê li parêzgehên Sûriyeyê direviyan, veguherî spartgeha herî aram û bi ewle û bi sedan derfetên kar û razemeniyan ji welatiyan re peyda kirin, nemaze piştî ku weke herêmeke biçûk dihat nasîn.

Di van çar salên dawî de jî û bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 29’ê Çileya 2014’an de hate ragihandin tevgera avakirina avahiyan gelekî geşbû, her wiha di aliyên zanistî û pîşeyî de jî pêş ve çû. Li herêmê yekemîn peymangeh bi navê Şehîd Viyan Amara ya ziman û wêjeya Kurdî hate vekirin. Piştre hejmareke peymangehên zanistî û teknolojî hatin vekirin û vekirina zanîngeha Efrînê jî weke gava herî mezin li ser asta Rojava hate avêtin. Di encamê de rewşa perwerdehî û zanistî li herêmê hate geşkirin. Di herêmê de her wiha li rex nexweşxaneya Avrîn di vê dawiyê de nexweşxaneya Şehîd Ferzende jî hate vekirin. Di encama pêşxistina rewşa tenduristî ya li herêmê êdî herêm bûye meqseda hemû herêmên derdorê.EFRIN-DOSIYA (34)

Piştî ku gelek xwaringeh hatin vekirin rewşa geştewariyê jî li herêmê pêş ket, bi taybet piştî ku mîvanxaneyek (hotêlek) hate avakirin şandeyên dîplomasî û çapemenî yên hatine herêmê berê xwe dan vê mêvanxaneyê.

Herêma Efrînê bi taybet di serdema şoreşa Rojava de gavên mezin avêtin û niha gavên xwe bi bawerî ber bi pêkanîna aboriyeke xurt ve davêje û hewl dide rewşa herêmê ya çandinî, aborî, geştewarî, perwerdehî, zaniyarî, çandî û kevneşopiyê xurt bike.

ANHA